15 GULAN, CEJNA ZİMANÊ KURDΠ


“Delal, her du çavên min qesra te ne
Nav du çavên min cihê piyên te ne
Ditirsim tu xavil gav bavêjî û
Bi mijangên min biêşin pêyên te”
Nivîskarê van rêzikan Baba Tahirê Uryan,( Hemedanî) e. Baba Tahir li bajarê Rojhilatê, Hemedanê hatiye dinê, li wir jiyaye û li wir çuye ser dilovaniya xwe. Dîrok, sedsala 10emîn e. Dewletên Xaç Perez, piştî şerê Qudusê xwe dane alîkî. Berfirehbuyina İslamê gihiştiye asta herî jor. İslam êdî di destê erîşkaran de bûbû îdyolojiya zor û zilmê. Welatê Kurda tarumar buye, ocaxa Zerduşt vemiriye, perestgehan hilweşandine. Hama hemû welatan ketiye bin deste Ereban. Tahirê Hemedanî li ser vê dagirkeriyê usa gotiye: “Kurd razam, Ereb şiyar bûm”  
Hemedan bajareka Kurd e. Lê, baweriya Elîyan pêşde ye. Şia û felsefeya Elewîtî, li hemberê dagirkeriya Ereban weke parêzgeheke tê dîtin.
Tahirê Hemedanî nivîsandina xwe ya bi Kurdî her dewam dike. 
Dîwanên Hemedanî piştî çend sedsalên din Feqiyê Teyran re, Melayê Cizîrê û Ehmedê Xanî re îlham daye. Di nava şer û pevçûna wan salan de zimanê Kurdî û edebiyata wê, hizrkirina Kurdî gihiştine hetta îro.    
Tarza fikrandina Kurdistanî, berxwedana millî û çandî, vê ziman û wêjeyê, weke agirê di bin xweliyê  de heta îro veşartiye û parastiye. 
Sedsala 20emîn bi gelek aliyan ve dişibe sedsala 10emîn. Şuna dagirker û fethkeran, dewletên emperyalist ên ku cîhanê di navbera xwe de ji nu ve par dikirin û dewletên herêmê girtin. Welatê Kurdan di navbera van devletan de hate dabeş kirin. Vêga, dagirkeran weke şêwaza netev devlet hatin û Kurdîstan xistin pergala asimilasyonê. Gelê Kurd xwe di nava xezebeke weke “Kurd bi xev bû, Ereb, Faris û Tirk şiyarbun!” de dît.        
HAWAR a Kurdan bi vê xezebê despê kir. 
HAWAR li hemberê vê jenosîdê ango komkujiyê re hawar! e. Kurd ev sed sale vê rastiyê re îsyan dike, li hemberê berxwe dide. Kurd weke mirovek, wek civatek nasname û kesayetiyê xwe digere.
Bêguman, ev gel, ji kurahiya dîrokê tê û ziman û çanda wê gellek dewlemend in. Heke ne usa ba, ji mêjve gelê Kurd ji holê rabûbû.   
Ekola HAWAR di sedsala 20emîn de pêşiya ziman vekir. 
Sala 1930 yan, li cîhanê û li herêmê geşbuna salên Faşîzmê ne. Devletên dagirker ku di vê rewşê hêz digirtin, li Kurdistanê bi her awayî şereke qirêj domandin. Rewşenbîrên Kurd şahide vê yekê ne. Di nivîs û dîwanên xwe de trajediya Kurdan tînin ziman. Pir jê neçû ji nava nivşê Hawarê Cegerxwîn derket. Helbestên Cegerxwîn ji alikî berdewama Tahirê Hemedanî bû, ji alîkî ve jî wêjeya Kurd re tarzeka nû û nûjen anî û sosyalîst bû. Ev wêje, weke banga berxwedanê, li ser keç û xort, di dilê milyonan însanê Kurd de tesîrek mezin ava kir.       
Ev çavkanî, çavkaniyeke xurt bu ku gellek tevgerên siyasî derxist ji holê. 
Ev çil salên dawiyê, tevger û partiyên siyasî, li Bakur û Başur ê, li Rojhilat û Rojava yê ji nişkeva derneket holê. Weke tevgereke bertek ango reaksiyon, rûnedane. Weke encama geşedan û qewimînen ji dîrokê, derketin holê.      
Ev tevger ku weke tevgerên Kurd tên nasîn, di eslê xwe de tevgereka zimanê ye jî. Ji ber ku gelê Kurd  bi her awayî polîtîkayên tunekirinê ve rû bi rû ma. Li vir zêdetir tune kirina ziman û çanda wê derket pêş.
Ne tenê axa wê; kilam, awaz, folklor, lîstik,  muzik û heta dengê wê hat talan kirin. Hê jî ev polîtîkayê talanê berdewam in. Ev talanên madî û manevî  weke komkujiyê çandî tê binavkirin. Lê ev çil salên dawiyê gelê Kurd vê yeke re “êdî besse!” gotiye. Di şopa ziman û nasnameyê netewe de azadiya xwe digere.
Hemû mesele ev in.        
Li ser vê mijarê gelê Kurd serkeftî ye jî. 
Li Başur û Rojavayê gelê Kurd bi ziman û çanda xwe perwerde dibe. Li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê di serî de rewşenbîr û nivîskaran, şexsiyetên siyasî her ku diçe zêdetir balê dikşînin li ser zimanê Kurdî û girîngî didin ji bo zimanê Kurdî. 
Vê yeka rewşeke hizrî û demokratîke û zêdetir  girîng e.
Ji ber vê, 15 Gulanê, cejna zimanê Kurdî, cejneke serkeftinê yên ku li her perçeyên Kurdîstanê tên jiyîn e.    
Lê bele, hê jî tehdit û gefxwarinê tune kirinên ziman û çandî û bi vê re girêdayî talukeya  tunekirina gelê Kurd ji holê ranebuye. Raste,polîtîkayên asîmîlasyonê klasik ya dewletên serdestan ji gelek aliyan ve teşhîr buye. Lê, divê listikên wan ên nû re jî baldar bin.    
Polîtîkayên dabeşkirina hêzên Kurd li qada ziman û çandî jî kêm nabe. Zaravayên zimanê Kurdî ve dileyzin. Dem tê, li hemberê Kurmancî Soranî diparêzin. Dem tê elfabeya Kurd re mudaxale dikin. Ji xwe Kurdmanc û Zaza ji hev cuda dibînin weke polîtîkayê dewletê belav dikin. Vê polîtîkayê her çar dewletên dij Kurd bihevre dimeşînin.   
Hewldanên bidestxistina rih û mêjî, fêm kirin û ferasetê gelê Kurd tu carî kêm nekirine. 
Yanê, planê sedsalê ya wan hê jî di meriyetêde ne.  
Ji ber vê, divê cejna zimên, tenê weke şahiya cejnê neye pîrozkirin. Xuyaye, divê tekoşina azadiya ziman û çand divê azadiya gelê Kurd ve bihevre bên dîtin.
Girînge ku cejna zimanê Kurdî weke rojên tekoşînê ziman be. 
Ev tekoşîn li her dere cîhanê tê domandin.      
Divê em hê zêdetir bi rêxistinî û bi pergal tevbigerin. Bi tevgereke rihê netew, heta roja îro qet ewqas girîng nebûbû. 
Li ber van sedeman, helwestên me, li hemberên kes, tevger ango partiyên ku berjewendiyên xwe ya biçuk û dij netew û dij derfetên kollektîf, bi dewqletên dagirkeran re dikevin nava têkiliyên qirêj re, divê zelal be, li gorî rûmetê netewe be.
Li hemberê van politikayên nebaş û bêyom re di ziman, çand û siyasete netew de israr kirin, li gor  wateya 15 Gulanê cejna zimanê Kurdî ye. 
Tenê bi vê rêyê, banga Celadet Bedirxan ya HAWARê re emê karibin bersivek dîrokî bidin. 
Cejna zimanê Kurdî pîroz be!