CEJNA ZIMANÊ KURDÎ PÎROZ BE
 
Her civak nasnameya xwe ji zimanê xwe digre. Ji ber ku nasname û rûmeta civakan di zimanê wan de veşariye di serîde dagirker êrîşê zimanê wan dikin. Dizanin ku, bêrûmetkirina ziman bêrûmetkirina civakê ye, tunekirina ziman tunekirina civakê ye.  
 
Li dijî êrîşên dagirkeran parastina nasname, rûmet û hebûna xwe bi xwedî derketin û parastina zimanê xwe pêkane. Hewceye em jibîr nekin ku hebûn û xwebûn bi zamanê zikmakî pêkane. Zimanê me rûmeta me ye, azadiya me ye.
 
Bi hêviya ku 15’ê Gulanê ji bo her kurdekî bibe bingeha parastina hebûn û xwebûnê Cejna Zimanê Kurdî li civaka kurd pîroz be.

(Mehmet Şahin)

Editör: Haber Merkezi