Dayîkên me, piştî ku 9 mehan me di nava dilê xwe de digerînin, em çavên xwe li dinyayê vedikin..

Dayîk, me bi şîrê xwe yê sipî dimijînin û me xwedî dikin.

Bê minet, bê gilî û bê gazin.

Gava em çavên xwe li dinyayê vedikin cara pêşî dayîka xwe dibînin.

Gava dest bi axaftinê-peyîvînê-xeberdanê dikin,

cara ewil peyva-gotina ku em hîn dibin, "dayê" ye. Gava em dibêjin dayê, dinya dibe dinya wan.

Gava yekemîn ew bi me didin avêtin û ew me ji jiyanê re amade dikin.

Bêguman, ên ku ji me zêdetir di tatêla me û siberoja jiyana me de ne jî, ew in.

Ji salê carekê be jî, bibîr anîn, spasî û minetdariya me ya ji bo wan, zor û zehmetiyên ku di ber me re kişandine û dikişînin bi wan bide jibîrkirin, wan kêfxweş û bextewar bike.

Dayîka min a "zarşêrîn A ku Zimanê Kurdî yê şêrîn" hînê min kir û bi min da hezkirin.

Te 16 sal berê, di 24'ê Nîsana 2005'an de xatir ji me xwest û ji vê dinyayê bar kir, ez te bi hestên kûrahiya dilê xwe, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînim û li ber bîranînên te yên ji bo me pîr paqij û pîroz, bi hemû dilsoziya xwe, li hemberî te stuyê xwe xwar dikim, serê xwe ditewînim dayê!

Dayê! Xwezîka tu her hebûya û her bijiya.

Min di cîhaneke bê şer, bê mirin û kuştin, bê hêsrên çavên dayikan, di nava aştî, aramî û azadiyê de, hembêza te bi destegul û bi qevdan kulîlkên Kesk, Sor, Zer û hemû rengên Keskesorê tije bikira.

Tu jî bi van diyariyên ku li hemberî hezkirina dilê te yê mezin kêm û biçûk dimînin, kêfxweş, dilşad û bextewar bibûya.

Dayîka min a dilzîz, dilpaqij, dilşewat û dilê wê wekî asîmanê bi stêrkan dagirtî tije hest û hezkirin!

Dayîka min a Remz û Nîşana Zimanê min!

Di nava gul û kulîlkên bihuştê de razê Dayê!

Zimanê min,

Sedema hebûna min,

Dayîka min tîne bîra min.

Çawa ku bê Dayîk nabe,

Bê Zimanê Dayîkê jî nabe...

Editör: Haber Merkezi