Dayîkên me, piştî ku 9 mehan me di nava dilê xwe de digerînin, em çavên xwe li dinyayê vedikin.. Dayîk, me bi şîrê xwe yê sipî dimijînin û me xwedî dikin. Bê minet, bê gilî û bê gazin. Gava em çavên xwe li dinyayê vedikin cara pêşî dayîka xwe dibînin. Gava dest bi axaftinê-peyîvînê-xeberdanê dikin, cara ewil peyva-gotina ku em hîn dibin, "dayê" ye. Gava em dibêjin dayê, dinya dibe dinya wan. Gava yekemîn ew bi me didin avêtin û ew me ji jiyanê re amade dikin. Bêguman, ên ku ji me zêdetir di tatêla me û siberoja jiyana me de ne jî, ew in. Ji salê carekê be jî, bibîr anîn, spasî û minetdariya me ya ji bo wan, zor û zehmetiyên ku di ber me re kişandine û dikişînin bi wan bide jibîrkirin, wan kêfxweş û bextewar bike. Dayîka min a "zarşêrîn A ku Zimanê Kurdî yê şêrîn" hînê min kir û bi min da hezkirin. Te 16 sal berê, di 24'ê Nîsana 2005'an de xatir ji me xwest û ji vê dinyayê bar kir, ez te bi hestên kûrahiya dilê xwe, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînim û li ber bîranînên te yên ji bo me pîr paqij û pîroz, bi hemû dilsoziya xwe, li hemberî te stuyê xwe xwar dikim, serê xwe ditewînim dayê! Dayê! Xwezîka tu her hebûya û her bijiya. Min di cîhaneke bê şer, bê mirin û kuştin, bê hêsrên çavên dayikan, di nava aştî, aramî û azadiyê de, hembêza te bi destegul û bi qevdan kulîlkên Kesk, Sor, Zer û hemû rengên Keskesorê tije bikira. Tu jî bi van diyariyên ku li hemberî hezkirina dilê te yê mezin kêm û biçûk dimînin, kêfxweş, dilşad û bextewar bibûya. Dayîka min a dilzîz, dilpaqij, dilşewat û dilê wê wekî asîmanê bi stêrkan dagirtî tije hest û hezkirin! Dayîka min a Remz û Nîşana Zimanê min! Di nava gul û kulîlkên bihuştê de razê Dayê! Zimanê min, Sedema hebûna min, Dayîka min tîne bîra min. Çawa ku bê Dayîk nabe, Bê Zimanê Dayîkê jî nabe...