DBP’ê biryara ji nûve bi rêxistinkirinê da

AMED – Rêxistina DBP’ê encama Konferansa Giştî ya Rêveberiyên Herêmî aşkere kir. Di danezana encamnameyê de biryar girtin ku dê polîtîkaya rêveberiya herêmî ji nûve bigirin dest û ji nuve bi rêxistin bikin. DBP’ê diyar kir ku rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Ocalan rojeva wan a sereke ye.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Salona Vedat Aydin a Rêxistina HDP’ê ya Amedê 2 rojan Konfrenasa Rêveberiyên Herêmî pêk anî. Konferans piştî niqaşa 2 rojan bi dawi bû. DBP’ê, encamnameya konferansê li Rêxistina HDP’ê ya Amedê bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kirin. Hevşaredarê Cizîrê Kadir Kunur, encamname xwend. Konur diyar kir ku têkoşîna rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rojeva wan a sereke ye.

Konur, bal kişand ser binçavkirina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan û wiha got: “Li Rojhilata Navîn krîza netew dewletê dibe sedema kuştina gelan. Li aliyê din ji bo parastina gelan şerekî dijwar tê meşandin. Li Rojhilata Navîn li dijî yekîtiya gelan û nirxên gelan ên demokratîk şerê netew-dewlet ê dijwar tê meşandin.

Kunur, anî ziman ku Şoreşa Rojava ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye hêvî û wiha got: “Hêzên demokrasiyê bi her alî li dijî hişmendiya faşizmê ya netew dewletê pergala neteweya demokratîk, ekolojik û azadiya jinê paraktiye. Îro têkoşina li Rojava pêş dikeve ji bo gelên Rojhilata Navîn dibe model û hêvî.
Faşîzm dixwaze li ser bedena jinê hişmendiya xwe ava bike. Hişmendiya Îktidarê ya li Gimgimê li ser bedena Ekin Wan pêş ket, îro di şexse OSO de li Efrînê li ser bedena Barîn Kobanê de pêş dikeve. Di şexsê bedena perçedikin û teşîr dikin de nasname û nirxên gel perçe dikin. Dixwazin çong bidin. Lê rastî berxwedanek mezin tên. Dirok nîşan dide ku îktidara AKP – MHP’ê dê winda bike û dê li Efrinê jin û gel dê bi ser bikevin.

Rojeva me ya sereke rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e. Birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo heamû gelê bindest ê Rojhilata Navîn têdikoşe. Brêz Ocalan her dem jiyana hevpar a gelan parastiye. Ji ber vê yekê neteweya demokratîk pêş xistiye.

Îktîdara AKP’ê li diji gelê kurd “Şerê komkujiyê” daye destpêkirin û di vê çarçoveyê de 93 hevşaredar hatine girtin. 94 şaredariyên DBP’ê qeyûm tayîn kirine. Şaredarî yek ji qadên parastina nirxên demokrasiyê ye. Bi têkoşînek mezin ev qad hatin destxistin.

‘GELÊ KURDISTANÊ DÊ BI SER BIKEVE’

Kunur, anî ziman ku armanca wan modela rêveberiyek nû ava bikin û pergala faşizmê û dagirker xera bikin.

Kûnur biryarên hatin dayîn parve kir û wiha got:

“* Em dê li dijî feraseta dagirker û faşizmê rêxistinbûnê mezin bikin. Di serî de bi gelê Efrinê re û bi hemû gelan re em dê piştevaniya gelan xurt bikin. Em dê aştiyê biparêzin û bi rêxistinên demokratîk piştevaniyê xurt bikin.

* Ji bo yekîtiya azad a gelan pêş bixin û aştiyê li Rojhilata Navîn belav bikin, em dê têkoşîna li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan tê meşandin pêş bixin.

* Em dê li dijî feraseta mêr û hişmendiya dewletê ya li dijî pergala Hevserokatiyê pêş dikeve, pergala xwe ya hevserokatiyê kûr bikin.

* Ya heri zêde Faşizmê xurt dike zayendîperestî ye û em dê li dijî vê hişmendiya zayendîperestiyê têbikoşin.

*Em dê polîtikayên xwe yên rêveberiyên herêmî binirxînin û em dê lie gorî vê yekê ji nûve xwe bi rêxistin bikin.

Civin bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Efrînê”, “Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin.” bi dawî bû. (MA)

şişli escort avcılar escort esenyurt escortbeylikdüzü escort