NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê, bi dahata konsera ku dê di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de li dar bixista lê ji ber erdhejê betal kiribû, ji mexdûrên erdhejê re kon stendin. 

Rojnameya heftane ya kurdî Xwebûn, dê bi munasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê konserek li dar bixista. Lê rojnameyê daxuyandibû ku ji ber erdhejên bi pileya 7,7 û 7,6'an ên di 6'ê Sibatê de li Bazarcix û Elbistana Mereşê çêbûn û bandor li 11 bajaran kirin, konsera dihat payin bê lidarxistin betal kiriye. Her wiha rojnameyê daxuyandibû ku dê tevahiya dahata konserê ji bo mexdûrên erdhejê xerc bike. 

Rojnameya Xwebûnê, bi dahata konsera ku hatibû betal kirin ji bo mexdûrên erdhejê kon stendin. Rojnameyê konên stendin, bi rêya Maseya Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li bajaroka Bilamê ya navçeya Çêlikan a Semsûrê ji bo mexdûrên erdhejê danîn. 

Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen ku li herêma Semsûrê ye, got: "Wek Rojnameya Xwebûnê me biryar dabû ku em bi munasebata 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li Amedê konsereke bi beşdariya hezar kesî li dar bixin. Lê ji ber erdheja di 6'ê Sibatê de li Mereşê çêbû, me ev bernameya xwe betal kir. Lê pereyê ku me ji bo konsera xwe dabû hev, me ew kom kir û anî vir û pê kon stendin. Niha em li bajaroka Bilamê ya navçeya Çêlikan a Semsûrê ne. Kon li vir nehatine danîn." 

(MA)

Editör: Haber Merkezi