banner9

banner8

Hejmara Destarê ya 5’yemîn derket

Kovara kurdî Destar a wejeyî ku sê mehan carekê tê weşandin bi hejmara xwe ya 5’yan gihişt ber destê kurdîhez û wêjehezan.

Dergi/Eki 18.08.2022, 12:11
61
Hejmara Destarê ya 5’yemîn derket

AMED ÖTEKİLERİN GÜNDEMİ- Kovara kurdî Destar a wejeyî ku sê mehan carekê tê weşandin bi hejmara xwe ya 5’yan gihişt ber destê kurdîhez û wêjehezan.

Kovara Destar, ku bi dirûşma ‘Destarê Kurd-î Hûr Dihêre’ dest bi weşanê kiribû, piştî hejmara yekemin hejmara dûyemîn jî rastî eleqeyek gelek mezin hatibû. Kovarê, bi konsept û naveroka xwe ya dewlemend û bi destargerên xwe yên kedkar, wêjekar û şoreşgerên ziman, di demeke kin de di qada wêjeya kurdî de cihek girîng û taybet girt.

Kovara Destar, bi heman dirûşmê û konsepta xwe ya xweser, di hejmara 5’yan de jî cih dide gelek nivîsên wêjeyî yên cihêreng. Di vê hejmarê de jî, bi dehan destargerên kurd-î yên ji her çar parçeyên Kurdistanê, ji Ewropayê heta Qafkasyayê û ji gelek welatên cuda yên cîhanê bi nivîsên xwe yên têr û tijî û naverokên cur bi cur destarê wêjeya kurdî bi bîr û baweriyeke xurt fireh digerînin û hûr dihêrin; di qada wêjeyê de, rêgeh û bergeheke nû diyar dikin, rêçeke nû vedikin, wêjegeheke nû saz dikin.

Destarekî neteweyî     

Kovara Destar a ku bi armanc û hişmendiya wêjeya kurdewar û gerdûnî tevdigere, ji bo sazkirina wêjeya kurdî ya hevgir û tevgir a li tevahiya Kurdistanê jî di nava hewldanê de ye. Ev yek ne tenê di naverokê de, di bikaranîna hemû zaravayên kurdî de jî xwe dide der. Kovara ku di hejmarên xwe yên berê de cih dabû nivîsên kurmancî, kirmanckî û soranî, di vê hejmara 5’yan de cih daye zaravayê hewramî jî û bi vî awayî hemû zaravayên kurdî di kovarê de cihê xwe girtine û ji aliyê zimên ve jî bûye destarekî neteweyî.

Hejmara 5’yan a kovarê ji 208 rûpelan pêk tê. Ev hejmar jî, wek hejmarên din, li gor mijar û naverokên cuda beş bi beş hatiye sazkirin û bi nivîsên bi dehan nîvîskaran hatiye honandin û raçandin. Di beşa destarê kurmancî de; li gel destarê lêkolîn, nirxandin û dahûrandinên teorik-ramanî-zanyarî û rexneyî yên wêjeyî; bi mijarên dengbêjî, destan, gotinên pêşiyan û destarê wêjeya devkî jî hatiye gerandin û hêrandin. Her wiha, li gel destarên wek roman, çîrok, ceribandin, bîranîn, helbest, kovargeriya kurdî û wergerê, destarê kirmanckî, soranî û hewramî jî wek beşên bingehîn bi mijarên dewlemend ên cuda hatine gerandin û hêrandin.

Wêjeyeke xwebûnî û gerdûnî ya jineolojîk  

Kovar, di vê hejmarê de jî bi felsefe û hişmendiya jineolojîk, nêrîn û rengê wêjeya jinê jî derdixe pêş û çavkaniya xwe ji rasteqîniya dîrokî û gerdûnî digire, bi taybetî jî ji rasteqîniya hiş, giyan û jiyana jina azad. Bi taybetî lêkolîn-vekolîn, nirxandin û dahûrandinên ramanî û teorik ên derbarê mijarên wêjeyê û wêjeya kurdî de, hişmendiya wêjeyî ya gelemperî ya ku heta niha serwer bû ji nîqaşê re vedike û hişmendiyeke nû ya wêjeyê pêş dixe.

Ji naveroka kovarê jî diyar e ku, destarê wêjeya kurd-î, li dijî her cureyê wêjeya çêker a ku çavkaniya xwe ji dîroka desthilatdariyê digire, wêjeya ku çavkaniya xwe ji dîroka rasteqîniyê digire ji xwe re dike bingeh û çavkanî. Li ser vê bingehê bîr û baweriyeke zindî û hişmendiyeke xwenûkirî ava dike, pêwîstiya nîqaş, dahûrandin, honandin û sazkirina wêjeyeke jineolojîk, kurdewar û gerdûnî radixe ber çavan. Bi vê ve girêdayî di sernivîsa kovarê ya li ser navê ‘Destar’ wiha tê gotin: “Em ê bîr, hiş, têgeh, felsefe, teori û bîrdoziya xwe ya wêjeyî ji nû ve saz bikin û bi hemû celebên berhemên wêjeyî tacîdar bikin. Bi vê mebestê, hewl didin ku, bi tevnsazî, honandin, raçandin û ristina bîr, hiş, bext, giyan, mijar, ziman û vegotina wêjeya modernîteya demokratîk a ku me wek ‘wêjeya xwebûnî û gerdûnî’ bi nav kiriye saz bikin û pêş bixin, di vê mijarê de jî pêşengiya wêjeya cîhanê bikin.”

Di deryaya wêjeyê de keştiyeke nû

Her wiha, di sernivîsa kovarê de balê dikişîne ser têkiliya di navbera wêje û hemû qadên din ên jiyanê û rêgeha wêjeyê wiha tê destnîşankirin: “Gelek bextewar û serfiraz in ku, em di serdemeke ewqas reşbîn û hêvîşikestî de, bi gerandin û hêrandina destarê xwe, di qada wêjeya kurd-î de jî, bi awayekî şênber xweşbînî, hêvî û bendewariyê bi pêş dixin/xurt dikin. Daxwaz, armanc û hewldana me ew e ku em êdî di deryaya wêjeya cîhanê de ne tenê bibin dilopek, bibin pêl û wê deryayê bireqisînin; li dijî hemû qiyamet û tofanên ‘bazane’, ‘şêrane’, ‘nêrane’ û ‘bîrmirin’ ên serdemê, bi keştiya xwe ya wêjeyî, bi pêşengî, bergeh, rêgeh û rûgeha ‘mak’a xwe ya ‘dilkevok’, ‘çavxezal’, ‘hişmê’ û ‘giyanjîn’, bikevin pey lêgerîn, vedîtin û jinûvesazkirina jiyan û cîhaneke azad a wêjeyî û li dijî bayê vejenkujiyê bayê vejeneriya wêjeyî, li şûna bayê mirin û xwînê, bayê vejîn û jîna wêjeyî bigerînin. Bêguman, wekî ku me di destpêka rêwîtiya xwe de gotibû; em ê heta dawiyê, vê yekê bi hev re bikin û bi serfirazî bi ser bikevin.’’

( Çavkani: Xwûn )

Yorumlar (0)
banner44
Günün Anketi Tümü
HDP cumhurbaşkanı adayı çıkarma kararı aldı. Peki siz bu adayın kim olmasını istersiniz?
HDP cumhurbaşkanı adayı çıkarma kararı aldı. Peki siz bu adayın kim olmasını istersiniz?
Puan Durumu
Takımlar O P
1. Galatasaray 25 60
2. Fenerbahçe 24 54
3. Beşiktaş 25 49
4. A.Demirspor 25 45
5. Trabzonspor 25 44
6. Başakşehir 24 41
7. Kayserispor 25 38
8. Konyaspor 25 34
9. Karagümrük 24 31
10. Antalyaspor 25 28
11. Alanyaspor 25 28
12. Sivasspor 25 27
13. Kasımpaşa 25 26
14. Gaziantep FK 25 25
15. Ankaragücü 24 25
16. İstanbulspor 24 24
17. Giresunspor 24 23
18. Hatayspor 24 23
19. Ümraniye 25 22
Takımlar O P
1. Samsunspor 26 54
2. Eyüpspor 26 53
3. Pendikspor 26 47
4. Rizespor 25 46
5. Keçiörengücü 26 46
6. Sakaryaspor 26 46
7. Bodrumspor 26 41
8. Manisa FK 25 39
9. Boluspor 25 38
10. Bandırmaspor 25 37
11. Göztepe 25 35
12. Tuzlaspor 26 28
13. Altay 26 25
14. Adanaspor 26 25
15. Erzurumspor 25 24
16. Altınordu 25 20
17. Gençlerbirliği 25 17
18. Denizlispor 26 17
19. Yeni Malatyaspor 26 16
Takımlar O P
1. Arsenal 28 69
2. M.City 27 61
3. M. United 26 50
4. Tottenham 28 49
5. Newcastle 26 47
6. Liverpool 26 42
7. Brighton 25 42
8. Brentford 27 42
9. Fulham 27 39
10. Chelsea 27 38
11. Aston Villa 27 38
12. Crystal Palace 28 27
13. Wolves 28 27
14. Leeds United 27 26
15. Everton 28 26
16. Nottingham Forest 27 26
17. Leicester City 27 25
18. West Ham United 26 24
19. Bournemouth 27 24
20. Southampton 28 23
Takımlar O P
1. Barcelona 26 68
2. Real Madrid 26 56
3. Atletico Madrid 26 51
4. Real Sociedad 26 48
5. Real Betis 26 45
6. Villarreal 26 41
7. Athletic Bilbao 26 36
8. Rayo Vallecano 26 36
9. Osasuna 26 34
10. Celta Vigo 26 34
11. Mallorca 26 32
12. Girona 26 31
13. Getafe 26 29
14. Sevilla 26 28
15. Cadiz 26 28
16. Real Valladolid 26 28
17. Espanyol 26 27
18. Valencia 26 26
19. Almeria 26 26
20. Elche 26 13
Günün Karikatürü Tümü