NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Destarê ya wêjeyî bi hejmara xwe ya 6’an a demsala payîzê derket pêşberî wêjehez û kurdîhezan.

Kovara Destar ku bi dirûşmeya ‘Destarê Kurd-î Hûr dihêre’ dest bi weşanê kiribû sê mehan carekê wek kovarpirtûk derdikeve. Kovara ku bi vê hejmara xwe ya nû ya ji 176 rûpelan pêk tê, careke din bi gelek beşên cur bi cur ên wêjeyî di qada wêjeya kurdî de cihê xwe girt.  

Di hejmara 6’an a kovarê de jî, ji çar aliyên Kurdistanê, Ewropa û Qafkasyayê 42 nivîskar û helbestkarên kurd, di beşên ‘Destarê Kurmancî’, ‘Destarê Kirmanckî’ û ‘Destarê Soranî’ de bi nivîsên xwe yên lêkolîn, vekolîn, nirxandin û dahûrandinên teorîk, ramanî û zanistî yên wêjeyî, di qada wêjeyê de nîqaşên girîng derdixin pêş. Ligel vê, di beşa ‘Rexneya Wêjeyî’ de hûrnêrîn û nirxandina li ser celeba wêjeyî ya helbestê; di beşa ‘Wêjeya Devkî’ de dahûrandina wêjeyî ya dengbêjî û gotinên pêşiyan; di beşa ‘Helbestê’ de ramanên li ser celeba helbestê, jiyan û berhemdariya gelek helbestkarên cihêreng tê vegotin, dahûrandin û şirovekirin. Her wiha kovar di beşên çîrok, ceribandin, bîranîn û wergerê de jî bi mijarên cuda yên wêjeyî tam û çêja wêjeya kurdî dewlemendtir dike û bi kûrahiya zimanê kurdî dîroka wêjeya kurdî jî bi berfirehî digire dest û dinirxîne.   

DIYARÎ JI BO JÎNA EMÎNÎ Û NAGÎHAN AKARSELÊ

Hejmara 6’an a kovarê, di kesayeta Jîna Emînî û Nagîhan Akarserlê de diyarî hemû jinên kurd û cîhanê yên canbexşên Kurdistan û jiyaneke azad hatiye kirin. Ji bo vê jî di bergê kovarê de her du jinên leheng bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ cih digirin. 

Di sernivîsa kovarê de behsa êrîşên ku li ser jinên kurd û gelê kurd zêde bûne û berxwedana ku li dijî van êrîşan pêş ketiye tê kirin. Her wiha serhildan û raperîna şoreşger a ku di encama kuştina nemir Jîna Emîniyê de li rojhilatê Kurdistanê û tevahiya Îranê pêş ketiye û bandora xwe li gelek deverên cîhanê jî kiriye bi çavekî wêjeyî hatiye nirxandin û têkiliya wê ya bi wêjeyê re wiha hatiye vegotin: 

 “… Ev têkoşîn, serhildan û raperîna şoreşger çiqas civakî û polîtîk be, di heman demê de ewqas wêjeyî ye jî. Dagirker û desthilatdarên hov û hevkarên wan ên paşverû baş dizanin ku hêza wêjekar, nivîskar û rewşenbîrên şoreşger hêzeke bingehîn e. Ku ev kes jin bin, tirsa wan dehan car zêdetir dibe. Ji ber vê yekê, êrişên hovane dibin ser wan… Mînaka vê ya herî dawiyê jî -li başûrê Kurdistanê- bi kuştina rojnameger, nivîskar, wêjekar, rewşenbîr û têkoşera azadiyê Nagihan AKARSEL a bi rengekî hovane xwe da der.”

‘DEM DEMA WÊJEYA KURD-Î YA ŞOREŞGER Û XWEBÛNSAZ E’

Kovar di vê hejmara xwe de bi dirûşmeya ‘Dem dema wêjeya kurd-î ya şoreşger û xwebûnsaz e’ xeta wêjeya kurd-î jî pênase dike û ji bo wêjeya serdema nû bersiva ‘wêjeyeke çawa’ dide. Di kovarê de wêjeya kurd-î jî qadek ji qadên sereke ya berxwedan, serhildan, têkoşîn û raperîna gelê kurd tê diyarkirin û li dijî zimankujî û wêjekujiya kurd-î, ji bo parastin, pêşxistin û jinûvesazkirina ziman û wêjeya kurd-î bangawaziya têkoşîn û raperîna şoreşgerî wiha tê kirin: “Em baş dizanin ku, li dijî wêjekujiya xwebûnî û gerdûnî, li dijî ‘wêje’ya serdest, modernîst, sermayedar û populîst a xwebûnkuj êdî  ‘Dema dema wejeya kurd-î ya xwebûnî û gerdûnî ye’, ‘Dem dema wêjeya kurd-î ya modernîteya demokratik e!’”

Di hejmara 6’an a kovarê de nivîsên ku di beşên cuda de cih digirin û nivîskarên wê wiha ne:

Destarê Kurmancî/ Ramanên Wêjeyî: Erka Huner û Wêjeya Şoreşger- A. OCALAN,/ Bîrkujî=Wêjekujî- Heval DILBIHAR/ Dem Dema Şoreşa Wêjeya Kurd e- Reyhan ÎKE / Di Wêjeya Kurdî De Kevneşopî -2- Nûman AMED/ Wêje û Zanyariyên Civakî- Adar JIYAN/ Civakzaniya Wêjeyê -6 - Serdar BALCI/  Xwe-Parastin, Jin û Wêje- Adar GULAN/ Mele Nûriyê Hesarî (Pirêşan) -2- Kamîran SÎNCO/ Şeva Qurix- Cewdet ZÎLANΠ

Destarê Rexneya Wêjeyî : Helbest- Samî HÊZIL

Destarê Wêjeya Devkî: Çîrokên Hinek Gotinên Pêşiyan -2- Mehmet ONCU/ Dengbêj Reso -1- Omer ULUÇAY

Destarê Çîrokê: Lehengê Pirnav û Pirhêl: Celadet Elî Bedirxan - Yaqob TILERMENÎ/  Tevlîhevî- Roger SOZDAR - Romîna CANBEY / Derî- Narîman EVDIKÊ/  Soza Vegerê- Evîn TEYFÛR/ Bê Nav, Bê Xwedî û Bê War- Weysî ULGEN  

Destarê Ceribandinê: Mêrg û Merg- Selahedîn BIYANÎ/  Hîmên Jiyanê- Feratê DENGIZÎ

Destarê Bîranînê: Demên Winda 4- Qaçaxên Wê Demê- Cemal DEMÎR

Destarê Helbestê:  Wêje, Helbest û Ziman- Kamran Simo HEDILÎ/  Sembolîzma Helbestên Melayê Cizirî-1- Melevan RESÛL/ Baba Tahirê URYAN -2- Rêdûr DÎJLE/  Rihan Xanima Loristanî- Sultan YARAY/  Pîr Şalyar- Qendîl ŞÊYXBİZİNÎ/  Helbestkar û Şoreşger Mela Aware- Muhsîn OZDEMÎR/  Axayokê Bêdarî- Nezîr BÎDARÎ/  Tu û Qerejdax- Abdûrrahman BAKIR/ Antîgone- Jîn ARYEN/  Min Helbestek Dît- Mehmet AKDOGAN

Destarê Wergerê: Werger û Perwerdehî- Serwet DENÎZ

Destarê Kirmanckî: Wezîfeyê Edebiyatê Kirmanckî Yo Klasîkî Ser -1- Cemîle TURHALLI/ Elî Qewlî û Zon -2- Hacî OZKAL/  Zonû Vajor- Elî OZGEN/  Birayo Aqil û Birayo Delû- Zerrweş ESNAW/  Manga Bori- Mamoste Silêman/  Kalo Extiyar û Bicereb- Mustafa AÇMAZ/ Derde- Ayşe NEWROZÎ/ Mezopotamya- Elî ŞEKER

Destarê Soranî:  Be Maç, Le Xoşîda Bimgewzêne- Leyla SOFÎ SULTANÎ/ Jinêk- Soze BERZINCΠ

Editör: Haber Merkezi