Di rewşeke şer û pevçun de qêrîna Zimanê Dayikê

ziman û hizr(fikr) buyereke girînge ku mora xwe li ser siyaseta cîvakê dixe. Fikr bi rêya ziman xwe dide der. Ji bo fikr û ramanan ziman dibe qada pratîk û pêşveçûnê. Di vê qadê de fikr û ramanan dikevin pêşbaziyê. Fikrên ku pêşiya cîvakê vedikin, hewl didin ku pêşbikevin û serdest bibin. Di vir de şer derdikeve. Hêzên paşverû ku cîvakê paşde dihêlin, bi darê zorê astengî li ber fikrên pêşverû dertînin.

Girîngiya siyasetê bi vî awayî dest pê dike. Siyaset weke rê-rêbaz û metodeke pratîzekirina fikr û ramanan derdikeve ser rûyê erde.

Hêzên desthilatdar bela sebep bingeha siyasetên xwe yên qirêj û mêjokdarî li ser tune kirina ziman û çandan ava nake. Bi tune kirin ango bi bişaftina(asimlasyon) zimanê ve rêya hikm kirina li ser fikr û ramanan vedikin. Heke bi vê polîtîkayên xwe de serkeftî bibin wê çaxê desthilatdariya xwe bê pirsgirêk û bê astengî her û her dewam dikin. Yanê derfeteke usa bi dest dixin.

guman ev pêvajo ûsa hêsan nameşe. Li vir zordestiya dewletê dikeve meriyetê. Bi hêza qanûn û mehkema, cezakirin û kotekî pêvajoya bişavtinê destpêdike.

polîtîkayên hanê ji bo kesên ku li Tirkiyeyê dijîn û kesên ku Tirkiyeyê ji nêz ve dişopînin re xerîb nîne. Tiştên ku tên vegotin tarza hebuna siyasetê Tirkiyeyê ne. Hemû hikûmetên Tirkiyeyê weke polîtîkayê Dewletê zimanê dayikê û çanda hemû hemwelatiyan, di destpêka zarokatiyan, bi politikayê bişaftinê dorpêç kiriye. Weke encama vê polîtîkayê, Tirkiye buye goristana ziman û çandan. Zimanê gelê Armen, Rum, Laz, Çerkez, Ereb, Abaz, Terekeme û gelek yên din ya bi temamî tune bunin yan jî tenê bi kesên biemr ve hatine sînor kirin û kêm kirin. Li şuna van ziman û çandên resen Tirkîtî û nijadê Tirk serdest kirine. Tirkîtî li vir buye weke îdeolojiya serdestiya netew dewletê.

nijadî û yekparêziyê, li hemberê civaka pir zimanî û pirçandî re, ji bo avakirina netewdewletê ferz dîtin.

Li Tirkiyeyê, aniha, êşa vê siyasete tê kişandin.

Mixabin li hemberê van polîtîkayên kambax re gelek ziman û çand li ber xwe nedan.

belê ev polîtîka, wexta ku berê xwe da Kurd re berxwedan dest pê kir. Ji ber ku Kurd xwediyê erdnigariyeke mezin bu, hêjmarê wî zêde bû. Gelê Kurd di zimanê xwe de û di çand û kesayetiyê xwe de israr kir. Vê yekê weke siyaseta li berxwedanê pesend. Li hemberê vê rastiyê, Komarê siyaseta xwe ya nijadî tu car serdest nekir. Ango plana xwe ya sedsalî temam nekir.

Ew tekoşînê berxwedêr hê jî didome.

Gewhera vê tekoşînê ziman û kesayetiya mirovan e, tekoşîna çand û nasnameyê ne.

bêgûman, vê tekoşînê weke tekoşîna ziman û çandê nadin xuya kirin. Vê yeke kesên desthilatdar bi zanîn ûsa dikin.

Bi polîtîyake hişk û rût dertên holê. Teror dibêjin. Şerê parastina Welêt dibêjin. Lê di rastiya xwe de pergala dewletê li serî heta binî alavên leşkeri ve tije dikin, dewleteke leşkeri û polês ava dikin. Weke gladyatorên Romayê li her derê mîlîtarîze dikin. Li ser cîvakê bi vê rêyê xof û tirsa xwe zindî dihêlin û destur nadin ku cîvak behsa mafê çand û zimanê xwe bikin.

Lê belê, van polîtîkayan weke polîtîkayên barbar û wehş di tarîtiya dîrokê de mabun!

sed sala 19. û 20. an de çend dewletên qerase yên mêjokdar û emperyalist di pêkanîna vê polîtîkayê de têk çûbûn û yek bi yek hilveşiyabûn.

Gere em bipirsin; di rewşa siyaseteke ewqas giran de, polîtîkayê ku bi destê we ve tên meşandin bi rastiya cîvakê ve lihev naye, hunê çi wext fêm bikin?

Hunê çi wext fêm bikin ku ew tank û topên we, balafir û bomberandina we nikare çanda gelan û zimanê wan her tunne bike?

21 ê Sibatê, Roja Tekoşîna ji bo Zimanê Dayikê, li hemberê dewletê wek we ku polîtîkayên usa didan meşandin û ziman û çandan înkar dikirin re, ji aliye mirovahiyê ve hatibû îlan kirin.

    Gelê Kurd, bi pêşengiya siyaseta gele Kurd bi hemû gelên Tirkiyeyê û mirovên kedkar û bindest li ser navê ziman û çandên qedexekirî dij asîmîlasyonê têdikoşin.

Di vê rewşa şer de û di nava dengê teqîna bomeyan de, di nava dengê propagandayê Hîtlerî û Faşîzmê yên ku ji Enqere dertê de li Amedê dengek balê dikşîne li ser zimanê dayikê, perwerdeya bi zimanê dayikê û çanda gelan …

Dengek li herêmî lê gerdûnî…

Zimanê Kurd û Platforma zimanê Kurd bi daxuyaniyeke hevbeş de, balê kişandin li ser zimanê dayikê. Di daxuyaniya xwe de van her du kom banga Roja Zimanê Dayikê kirin. Di daxuyaniyê de eşkere kirin ku îsal ji bo azadbuna zimanê dayikê û bi zimanê dayikê perwerdehiyê kampanyayê destnîşankirinê danin despêkirin.

Gewhera pirsgirêkê ev e.

Ev deng, di vê rewşa hanê de bangek aşitiyane, demokrasî û jiyaneke mirovahiyê peşniyar dike.

Em guh bidin vê dengê û vê bangê.

Mînake digotin; nexwe, şer û pevçûn, mirin û kuştin dê bi dawî nebe…

Roja Tekoşîna Zimanê Dayikê, gel û mirovên ku ji zimanê dayikê bê par manin re pîroz û bimbarek be.!