AMED - Saziyên zimanê kurdî bi daxuyaniyeke hevpar bertek nîşanî êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federal a Kurdistanê dan û wiha gotin: “Ev eriş û tevkujî di heman demê de li dijî nasname, ziman, çand, wêje, huner, raman, hebûn û xwebûna azad a neteweya kurd e. Li dijî êrişan dem bi giyanê seferberiyê dema bilindkirina têkoşîna azadiya neteweya kurd e.”

Dewleta tirk di derengiya şeva 19’ê mijdarê de bi balafirên şer êrişî Kobanê, Dêrik, Dirbêsiyê, Ebû Rasên û Til Rifet ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federal a Kurdistanê kir. Di êrişên xwe de dewleta tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de deverên sivîlan hedef girt û herî kêm 13 sivîl û 6 endamên hêzên ewlekariyê qetil kir. Bertekên li dijî êrişên dewleta tirk her ku diçe zêdetir dibin. Di vê çarçoveyê de gelek saziyên zimên ên kurdî daxuyaniyeke hevpar dan û êrişên dewleta tirk şermezar kirin. 

‘JIYANA AZAD MAFÊ KURDAN E’

Daxuyaniya saziyên zimanên kurdî ên têkildarî êrişa dewleta tirk wiha ye: “Em kurd jî wek hemû neteweyên cîhanê xwedî mafên bingehîn ên xwezayî ne. Mafê me yê herî xwezayî ye ku em jî wek neteweyeke qedîm a dîrokê li ser axa xwe, bi nasname, ziman, çand, huner, wêje û hemû nirxên xwe yên neteweyî azad bijîn. Sed mixabin hêzên dagirker bi sedan sal in rê li ber vê yekê digirin û her tim êrişî me kurdan û axa me Kurdistanê dikin, kurdkujiyê pêk tînin.

ÊRIŞ LI DIJÎ HEBÛNA GELÊ KURD IN

Di êrişên li ser kurdan de çekên kîmyewî tên bikaranîn; zarok, jin, nivîskar, rojnameger û kesên sivîl bi tevayî tên qetlkirin. Ev yek li gel tevkujiya me kurdan sûcekî mirovahiyê ye jî. 

Herî dawiyê dewleta Îranê li rojhilat û başûrê Kurdistanê, dewleta tirk jî li rojava û başûrê Kurdistanê bi awayekî hovane êrişî kurdan kirin, rojnameger, zarok û jin jî di nav de gelek kurd qetl kirin. Ev eriş û tevkujî di heman demê de li dijî nasname, ziman, çand, wêje, huner, raman, hebûn û xwebûna azad a neteweya kurd e.

HELWESTA XWE YA LI DIJÎ ÊRIŞAN NÎŞAN BIDIN

Em hemû êriş û tevkujiyên li dijî kurdan ên li her derê, bi tundî şermezar û nelet dikin û di serî de li hemû tevger, partî, sazî, nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd, bang li hemû kurdên li her çar aliyên Kurdistanê û cîhanê, tevahiya derdorên biwijdan û mirovahîparêz dikin ku li dijî êriş û tevkujiyên hovane yên li ser me kurdan tên meşandin rabin ser piyan û li dijî êrişkar û tevkujeran helwesta xwe di her qadê de, bi awayekî herî zelal, domdar û encamgir nîşan bidin.

Dem dema têkoşîna bi rûmet û xwebûna neteweyî ya kurd e! 

Dem dema yekitî û hevgirtina neteweya kurd a li dijî kurdkujiyê ye!

Dem, bi giyanê seferberiyê, dema bilindkirina têkoşîna azadiya neteweya kurd e!

Berxwedan, raperîn û têkoşîna me kurdan a azadiyê dê bi ser bikeve.”

NAVÊN SAZIYAN 

Saziyên ku di daxuyaniyê de cih girtin ev in: “Komeleya Lêkolînên Ziman Çandên Mezopotamyayê, Kovara Destarê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê,  Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Komeleya Wêjekarên Kurd,  Enstîtuya Kurdî ya li Stockholmê,  Enstîtuya Kurdî ya Brukselê, Enstîtuya Kurdî ya li Elmanyayê, Enstîtuya ya Swîsreyê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê û Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belek.”

( Çavkanî MA )

Editör: Haber Merkezi