AMED - Bernameya MED-DER'ê ya "Hefteya Zimanê Zikamakî" îro jî li bazarê bi belavkirina etîkên kurdî hat lidarxistin.

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) di çarçoveya "21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî" de dest bi çalakiyen "Hefteya Zimanê Zikamkî" kir. MED-DER'ê bernameya xwe ya îro li navçeya Peyasê a Amedê li Bazara Înê li dar xist. 

Hevserokê MED-DER'e Rifat Ronî li ber bazarê axivî. Ronî, anî ziman ku van bernameyan bi daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehîye û jiyanê li dar dixin û got: "Em ê ji bo hişmendiyeke kurdî rû bide, xebatên xwe bidomînin. Em e vê hefteyê bikin hefteya zimanê kurdî. Daxwaza gele kurd bi sedan sal e, ew e ku kurdî bibe zimanê bazarê, bibe zimanê jiyanê û perwerdehiyê. Em niha bi vê daxwazê xebatên xwe dikin. Her wiha sibê jî em ê şahiyekê li dar bixin û em hemû gelê xwe vedixwînin vê şahiyê." 

'EM KAMPANYAYÊ XURT BIKIN'

Piştî Ronî Hevserokê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a navçeya Rezanê Hayrettin Altûn axivî. Altûn, bal kişand ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê zikmaki ü got: "Em piştgiryê didin vê kampanyayê, ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî. Em ê jî ji bo vê kampanyayê bixebitin." 

Piştî daxuyanîyê girse daket nava bazarê. Bazarvanan û kesên hatibûn bazarê girseyê bi çepikan pêşwazî kir. Girseyê li bazarê etîketên navê zebze û fêkiyan li ser nivîsandî û pêşmalkên "Ez bi kurdî dijîm" li ser nivîsandî li esnafan belav kir. 

Her wiha MED-DER'ê derbarê bernameya xwe ya "Hefteya Zimanê Zikmakî" de bazarvanan û welatiyên hatibûn bazarê serwext kirin û wan vexwandin şahia ku dê sibê bê lidraxistin.

Bernameyên MED-DER'ê dê heya 23'yê Sibatê bidomin. 

Editör: Haber Merkezi