AMED - Bernameya rêzeçalakiyên 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê ku dê bi pêşengiya MED-DER’ê bên lidarxistin diyar bû. 

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ku ji 15'ê Sibatê heta 21'ê Sibatê weke Hefteya Zimanê Kurdî îlan kiribû, ji bo pîrozbahiyên 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bernameyeke hevpar amade kir. Bername wê bi pêşengiya MED-DER'ê ji aliyê Komeleya Wêjekarên Kurd, Enstituya Kurdî ya Amedê û Tora Ziman ve bê lidarxistin. Wê bername di 17'ê sibatê de dest pê bike û heta 23'ê sibatê berdewam bike. 

Bername bi tevahî wiha ye: 

"* 17'ê sibatê roja pêncşemê, di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê de saet di 15:30'an de em ê li ber deriyê "Hala Nûh" bên cemhev û li bazara Pêncşemê ya jinên kedkar etîketên sebze û fêkiyan, berdilkên bazarê yên bi kurdî li nava bazarê belav bikin.

* 18'ê sibatê roja înê, saet di 15:30'an de em ê li ber "Petrola Polat" (Polat Petrol) bên cem hev û bi heman naverokê li nava bazara înê xebata xwe bimeşînin.

* 19'ê sibatê roja şemiyê, dê bi pêşengî û hevkariya Med-Der û Komeleya Wêjekarên Kurd, li Eywana Dawetê ya "Demirok" ya li kolana îstasyonê, di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê Ya Cîhanê de bi beşdariya tevahiya sazîyên sivîl, pêkhateyên bajêr û gelê Amedê şahî were lidarxistin.

* 20'ê sibatê roja yekşemê, saet di 13:00'an de li "Qada Şêx Seîd" (Deriyê Çiyê) di pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û Tora Ziman de, dê bi beşdariya hemû pêkhateyên bajêr daxuyaniya 21'ê Sibatê were dayîn.

* 20'ê sibatê roja yekşemê, saet di 15:00'an de di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê Ya Cîhanê de di pêşengiya Egîtîm Sen'ê de Panela Ziman were lidarxistin.

* 21'ê sibatê roja duşemê, bernameya hevpar a "Tora Ziman û Platforma Ziman"  bi beşdariya hemû pêkhateyên bajêr li "Demir Otel" were lidarxistin.

* 21'ê sibatê roja duşemê, saet di 17:30'an de bi pêşengiya Baroya Amedê, li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî panela ziman were lidarxistin.

* 22'yê sibatê soja sêşemê, di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê Ya Cîhanê de li Komeleya Wêjekarên Kurd şahiya ziman were lidarxistin.

* 23'ê sibatê Roja Çarşemê, saet 18:30'an de, bi pêşengiya Egîtîm Sen'ê li Şanoya Bajarê Amedê dê bernameya Stand up, çîrok û muzîkê were pêşkêşkirin."

Editör: Haber Merkezi