AMED - Sazî û Komeleyên Ziman bi bernameyek hevpar, bi tev li bûna Zimanzan Zana Farqînî Ferhenga mezin a Kurdî-Tirkî dan nasîn. Zimanzan Zana Farqînî di bernameyê de destnîşan kir ku ew ferheng wê bibe bingeha ferhenga Kurdî- Kurdî. 

Komeleya Lêkolînên Kurd (Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê), Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Enstîtuya Kurdî ya Amedê û Kovara Destarê  bi tev li bûna Zimanzan Zana Farqînî bi bernameyeke hevpar li avahiya MED-DER’ê ya li navçeya Peyasê ya Amedê Ferhenga mezin a Kurdî-Tirkî dan nasîn. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, Komeleya 78’an, Komeleya Wêjevanên Kurd, Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), gelek mamosteyên kurdî û zimanzan di bernameya danasîna ferhengê de amade bûn. 

'FERHENG LI GELÊ ME PÎROZ BE' 

Di bernameyê de ewilî Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî axaftinek kurt kir. Ronî, bi lêv kir ku feylesof û Zimanzan Ahmedê Xanî ji bo zarokên kurd bi zimanê xwe binivisînin, bixwînin û bijîn dest bi bingeha ferhenga kurdî kiribû û îro jî newiyên wî li pêy şopa wî bi kedek mezin Ferhanga Kurdî ya herî berfireh çap kirin. Ronî, destnîşan kir ku neteweyên ku ferhenga xwe amade kirine peşî li tunebûna zimanê xwe girtine û got: “Em di keseyeta birêz Zana Farqînî de hemû kesen ku kêd dane ferhengê pîroz dikin û berdewamiya serkeftina wan dixwazin. Ferheng li gelê me pîroz be. Bi heviya di demên pêş de bi xebatêk berfireh, bernameyên bi vî rengî ji bo ferhenga Kurdî-Kurdî li dar bixin.”

‘BI HEVİYA FERHENGA KURDÎ-KURDÎ’

Dû re Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurd Remziye Alparslan anî ziman ku Zimanzan Zana Farqînî bi keda salan ji bo pêyvên kurdî winda nebin ev ferheng amade kiriye û wiha got: “Ji bo em bikarin zimanê xwe diyarî nifşên pişt me tên bikin, ev ferheng pir girîng e. Ji bo amadekirina ferhenga Kurdî- Kurdî ev ferheng gavek pîroz e. Ji bo ku em bikarin zimanê xwe bêyî zimanêkî din pênase bikin. Şert û mercen heyî de  zimanê tirkî ku zimanê dagirkeran e, zimanê me jî dagir dike. Ji bo em bikarin pêşiya vê yeke jî bigrin, ev ferheng pir girîng e. Bi hevîya di pêşeroje de danasîna ferhenga Kurdî-Kurdî bê li darxistin.”

‘KEVIREKE JI BO FERHENGA KURDÎ-KURDÎ’

Pişt re jî Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurd Eyup Subaşî axivî. Subaşî jî diyar kir ku ferheng ji bo zimanêkî ji du aliyan pir girîng e û wiha got: “Kesekî ku weke Ehmedê Xanî jî gotiye ziman tîne nîzam û îmtizanê, ya duyan jî pêyvên wî zimanî ji bo pêşeroje dipareze û pêşiyê li pişaftinê digire. Lê ya herî girîng jî ew e ku ferhenga zimanekî bi wî zimanî bê amadekirine. Îro ew ferhenga ku hatiye amadekirin bingehek gelek xurt e ji bo Kurdî-Kurdî. Em gelek keyfxweşin ku ferhengek wisa hatiye çapkirin. Bi vê ferhengê Zimanzan Zana Farqînî kevirek gelek girîng ji bo ferhega Kurdî-Kurdî daniye.  Ev xeyala Ehmedê Xanî, Celadet Elî Bedirxan û xeyalê Ferzad Kemanger e. Hevî dikim ku em wê jî bikarin amade bikin.” 

‘EW HEWLDANEK QEYDKIRINA DENGÊN PÊŞIYÊN ME YE’

Herî dawî jî Zimanzan Zana Farqînî ku Ferhenga Kurdî-Tirkî amade kiribû axivî. Farqînî, destnîşan kir serbilindin ku ji ber pişaftine ev ferheng amade kirine. Farqînî, diyar kir ku 30 sal in bi şev û roj li ser ferhengan xebitiye û wiha vegot: “Ji bo ziman sê sitûn hene, yek gramer, yek alfabe û yek jî ferheng e. Ji ber we jî divê ferhenga Kurdî-Kurdî hebe. Wekî ku min ferhengê de jî gotiye ew hewldanêk qeydkirina dengên pêşiyên me ne. Mixabin em kurd ew qas giringiyê nadin zimanê xwe. Divê em her tiştê xwe bi zimanê xwe bikin. Divê qiymeta zimanê me ji bo me li ser hemû zimanan be, ji ber ku yê tunê tê hesibandin zimanê me ye.”

Bername bi danasîn û îmzakirina ferhengê bi dawî bû. 

(MA )

Editör: Haber Merkezi