AMED - Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Mehmet Devîren, bi lêv kir ku heke nivîskarên kurd bibin yek wê dengê wan bilindtir derkeve. 

Nivîskarên kurd di civîna ji aliyê Komeleya Wêjekarên Kurd ve li Amedê hatiye amade kirin de li kafeyeke navçeya Peyasê hatin gelhev. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hasan Ozguneş û gelek nivîskarên kurd beşdarî civînê bûn. 

Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Mehmet Devîren, xwest ku bi hevre ji bo zimanê kurdî û nivîskariya wê bersiva pirsa “divê çi bê kirin?” bê dayîn û wiha got: “Divê em di mijara kurdî de bi saziyên ji bo kurdî ked didin re di nava têkiliyê de bin. Divê em weke komeleya nivîskaran em bixebitin ku em dikarin çawa bi nivîskaran re werin gelhev. Em îro hatin gelhev, divê em ji îro û pê ve tişta ji destê me bê bikin. Hevalên me yên nû dest pê kirin hene ji bo ku me ew li vir dîtin em gelek keyfxweş in.”

‘WÊ DENGÊ ME BILIDTIR DERKEVE’

Devîren, qala girîngiya xwe rêxistinkirina nivîskaran kir û wiha axivî: “Heke di nava nivîskaran de xwe rêxistinkirin û biyekbûn çênebe dibe ku mirov nexweş bibin. Lê heke yekitî pêk were, wê dengê nivîskarên ku alîgirê aştiyê ne bilindtir derkeve.”

Piştî axaftinê civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.  ( MA)

ÖTEKİLERİN GÜNDEMİ

YouTube kanalında ülkenin sıcak gündemini ötekilerin sesinden ekrana taşıyoruz.

ÖTEKİ TV Resmi Web Sitesi https://www.otekileringundemi.com/

ÖTEKİ TV Sosyal Medya Hesapları:

Twitter https://twitter.com/OtekilerinG

Facebook ►https://www.facebook.com/OtekilerinG

Instagram https://www.instagram.com/otekilerin_gundemi/

YouTubehttps://www.youtube.com/channel/UCmKlsa826_a9G30R7r884Xw

Sizler de kanalımıza abone olabilir ve arkadaşlarınıza önerebilirsiniz!

Editör: Haber Merkezi