banner9

banner8

"Em wek saziyên zimanê kurdî vê êrişa li bajarê Bursayê faşîzan bi tundî şermezar dikin"

Saziyên zimanê kurdî têkildarî nivîsên nîjadperest ên li ser pêlekanên li dibistaneke Bursayê daxuyanî dan û wiha gotin: “Li dijî her cureyên êrişên faşîzan û bişaftinê xwedî li zimanê kurdî derkevin, her derê bikin dibistana kurdî, bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin û bi kurdî bijîn.”

Eğitim 13.11.2022, 13:08 13.11.2022, 14:08
87
"Em wek saziyên zimanê kurdî vê êrişa li bajarê Bursayê faşîzan bi tundî şermezar dikin"
banner44

AMED - Saziyên zimanê kurdî têkildarî nivîsên nîjadperest ên li ser pêlekanên li dibistaneke Bursayê daxuyanî dan û wiha gotin: “Li dijî her cureyên êrişên faşîzan û bişaftinê xwedî li zimanê kurdî derkevin, her derê bikin dibistana kurdî, bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin û bi kurdî bijîn.”

Li Dibistana Navîn a Şehîd Komando Er Ramazan Okur a navçeya Osmangazî ya Bursayê li ser pêlekanan nivîsên nîşadperest ên weke “An bi tirkî biaxive an jî hiş be”, “Tu kêmaniyekê tirkî nîne, lê ya we?”, “Divê tirkî di devê te de mîna şîrê dayika te helal be” û “Bila tirkî di zimanê we de neçe” hatin nivîsandin û rê li ber bertekan vekir. Saziyên zimanê kurdî jî têkildarî van nivîsên nîjadperest bi daxuyaniyekê bertek nîşandan û banga xwedîderketina li zimanê kurdî kirin. 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi salan e li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tunehesibandin, qedexekirin, bişaftin, êriş û zextên li ser zimanê kurdî bi rê û rêbazên cuda berdewam in û ev tişt hatin gotin: “Herî dawiyê wek êrişeke li dijî zimanê kurdî, li bajarê Bursayê, li ser pêlekanan nivîsa ‘yan bi tirkî biaxive yan jî hiş be’ hatiye nivîsandin. Ev yek bi awayekî aşkera êrişeke faşîzan a li dijî zimanê kurdî ye, êrişeke li dijî nasname û rûmeta me kurdan e.

HER DERÊ BIKIN DIBISTANA KURDÎ

Em wek saziyên zimanê kurdî vê êrişa faşîzan bi tundî şermezar dikin û bang û gazî li hemû kurdan û derdorên ku ji xwe re dibêjin mirov dikin ku li dijî her cureyên êrişên faşîzan û bişaftinê xwedî li zimanê kurdî derkevin, bi dirûşma ‘Dem dema bilindkirina têkoşîna zimanê kurdî ye’ têkoşîna xwe ya ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî, herwiha daxwaza xwe ya ji bo fermîbûn û perwerdehiya bi zimanê kurdî li her derê bilindtir bikin. Her derê bikin dibistana kurdî, bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin û bi kurdî bijîn.”

NAVÊN SAZIYAN

Navên komeleyên ku daxuyanî îmze kirin ev in: “Komeleya Lêkolînên Ziman Çandên Mezopotamyayê, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Kovara Destar, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê,  Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê, Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê û Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê.”

Yorumlar (0)
Günün Anketi Tümü
Bu Pazar Erken Seçim Olsa Oyunuzu Hangi İttifak'ına  verirsiniz?
Bu Pazar Erken Seçim Olsa Oyunuzu Hangi İttifak'ına verirsiniz?
Puan Durumu
Takımlar O P
1. Fenerbahçe 13 29
2. Galatasaray 13 27
3. Adana Demirspor 13 24
4. Konyaspor 14 24
5. Başakşehir 13 24
6. Kayserispor 14 23
7. Trabzonspor 13 23
8. Beşiktaş 13 22
9. Alanyaspor 14 17
10. Gaziantep FK 13 16
11. Antalyaspor 12 16
12. Giresunspor 13 15
13. Kasımpaşa 13 15
14. Hatayspor 13 14
15. Karagümrük 13 13
16. Ankaragücü 13 13
17. Sivasspor 14 11
18. İstanbulspor 13 8
19. Ümraniye 13 7
Takımlar O P
1. Eyüpspor 16 37
2. Rizespor 14 25
3. Pendikspor 14 25
4. Keçiörengücü 14 25
5. Boluspor 14 25
6. Samsunspor 14 24
7. Manisa FK 14 23
8. Bodrumspor 14 22
9. Bandırmaspor 14 21
10. Sakaryaspor 15 19
11. Altay 14 18
12. Adanaspor 14 17
13. Göztepe 13 17
14. Tuzlaspor 15 16
15. Erzurumspor 14 14
16. Altınordu 14 12
17. Ö.K Yeni Malatya 15 11
18. Gençlerbirliği 14 7
19. Denizlispor 14 6
Takımlar O P
1. Arsenal 14 37
2. M.City 14 32
3. Newcastle 15 30
4. Tottenham 15 29
5. M. United 14 26
6. Liverpool 14 22
7. Brighton 14 21
8. Chelsea 14 21
9. Fulham 15 19
10. Brentford 15 19
11. Crystal Palace 14 19
12. Aston Villa 15 18
13. Leicester City 15 17
14. Bournemouth 15 16
15. Leeds United 14 15
16. West Ham United 15 14
17. Everton 15 14
18. Nottingham Forest 15 13
19. Southampton 15 12
20. Wolves 15 10
Takımlar O P
1. Barcelona 14 37
2. Real Madrid 14 35
3. Real Sociedad 14 26
4. Athletic Bilbao 14 24
5. Atletico Madrid 14 24
6. Real Betis 14 24
7. Osasuna 14 23
8. Rayo Vallecano 14 22
9. Villarreal 14 21
10. Valencia 14 19
11. Mallorca 14 19
12. Real Valladolid 14 17
13. Girona 14 16
14. Almeria 14 16
15. Getafe 14 14
16. Espanyol 14 12
17. Celta Vigo 14 12
18. Sevilla 14 11
19. Cadiz 14 11
20. Elche 14 4
Günün Karikatürü Tümü