RIHA - Endama Komîsyona Zimanê Kurdî û Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Aşye Surucu, anî ziman ku ji ber ku bi dayîka xwe re ya ji bilî kurdî bi tu zimanî nizane bi kurdî axiviye mamosteyê wê lêxistiye û piştî mamosteyê wê jê re gotiye "Çima tu bi dayikaa xwe re bi kurdî diaxivî?", ew hê bêhtir bi kurdî axiviye. 

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 21'ê Sibata 2000'an de Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê îlan kir. Lê li Tirkiyeyê bi xala 42'yan a Qanûna Bingehîn ji xeynî tirkî hemû zimanên din hatin qedexekirin. Li gorî vê xalê li Tirkiyeyê zimanê fermî tirkî ye. Wekî din hemû zimanên din qedexe ne û ne fermî ne. Li gorî malpera Ethnologue ya li ser zimanan disekine, li Tirkiyeyê 39 ziman tên axaftin û di ser 20 milyonî re kurd hene, lê kurdî hê jî qedexe ye û di sala 2016'an de hemû sazî û dezgehên kurdî hatin girtin.

Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) jî li hemberî vê qedexeyê Komîsyona Zimanê Kurdî ava kir. Li parlamentoya Tirkiyeyê zimanê kurdî wekî "Xxx" yanî zimanekî neneasbar tê tomarkirin. 

Parlamentera HDP'ê ya Rihayê û Endama Komîsyona Zimanê Kurdî Ayşe Surucu ku di 8'ê Kanûna 2021'ê de gava li parlementoyê bi kurdî axivî bû û axaftina wê hatibû birîn, têkildarî zextên li ser kurdî axivî.

ZIMAN Û MİROV

Surucu, anî ziman ku ziman nasnameya mirov e û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Her netew bi zimanê xwe heye. Li cîhanê bi sedan ziman hene, netew hene. Di her neteweyê de xweseriyek heye û bingeha xwe ji çand, ziman digire. Ziman nîşaneya hebûna gelan e. Hebûna gelekî dide nîşandan. Dema ziman ji holê rabe ew gel jî ji holê radibe. Ziman çermê mirov e, çerm nayê guharandin. Ziman gelekî girîng e. Di hebûna gelan de, zindebûna gelan de xwedî cihekî taybet e. Dema êriş li ser neteweyên bindest tên kirin, êrişa yekemîn li ser ziman tê kirin. Hêzên serdest zimanê neteweyên bindest her dem qedexe kirine. Zimane wan ji holê radikin û yekzimaniyê li wan ferz dikin."

AKP Û ZIMANÊ KURDΠ

Surucu, bibîr xist ku zextên li ser zimane kurdî bi sedan sal in berdewam din û ev zext di heyama serdestiya AKP'ê de gihaştine asta herî jor. Surucu got: "Nêzîkatiya AKP'ê ya ji bo kurdan û kurdî li ber çava ye. Li ser esasê înkar û tunehasibandine polîtîka tên meşandin. Di pêvajoya 2013-2015'an de hinekî şert û merc nerm kiribûn. AKP ji bo kurdan bixapîne, gavên wekî mîna TRT-6'ê avêtin. Lê TRT-6 jî li ber çava ye bê ka xizmeta çi dike. Jixwe piştî ku şer kûr bû, bi yek cari ew saziyên ku perwerdeya zimanê kurdî didan wekî Kurdî-Der di şevekê de bi biryarekê hatin girtin. Şaredariyên HDP ê ku perwerde didan hatin girtin. Tabelayên pir zimanî kirin yekziman. Înkarkirina kurdî, tunehesibandina kurdan heye. AKP tu carî li ser vê mijarê samîmî nêzîk nebû. 20 salin AKP ji bo kurdan û Kurdî çi dike, çi kiriye?"

'ZIMANÊ NAYÊ ZANÎN!' 

Surucu, bibîr xist ku di parlementoya Tirkiyeyê de axaftina bi erebî û îngilîzî serbest e, lê ya bi kurdî qedexe ye û wiha domand: "Dema em bi kurdî diaxivin mîkrofonên me tên girtin. Di nivîsê de zimanê kurdî wekî 'Xxx' tê nîşandan. Nabêjin zimanê kurdî, dibêjin zimanekî nayê zanîn. Di her qadê de li hemberî kurdî înkarek heye."

'ÎNKARKIRINA KURDÎ ÎNKARKIRINA KURDA YE' 

Surucu, anî ziman ku înkarkirina zimanê kurdî tê wateya înkarkirina gelê kurd û got: "Sedsala ya înkarkirina zimanê kurdî û înkarkirina kurdan berdewam dike. Li aliyekî dibêjin 'Kurd tune ne,' li aliyê din jî bi her awayî zimanê kurdî qedexe dikin. Dibistanê YÎBO'yê sirf ji bo zarok ji zimanê xwe ji bîr bikin, ji eslê xwe dûr bikevin hatine çêkirin. Polîtîkayeke pirtenik li ser zimanê kurdî tê meşandin. Xwestin zimanê kurdî, wekî zimanê paşmayî nîşan bidin. Qedexekirina zimanê kurdî û înkarkirina kurdan bi hev ve girêdayî ye."

'KURDÎ WÊ BIBE ZIMANÊ FERMÎ' 

Surucu, bibîr xist ku yên polîtîkayên bişavtinê meşandin ne gihaştine armanca xwe û di axaftina xwe de ev gotin destnîşan kirin: "Sedsala gelê kurd bi înkar û qetlîaman re rû bi rû hiştin, lê ne gelê kurd qediya, ne jî zimanê kurdî jî holê rabû. Tevlî ev qas zextan jî gelê kurd zimanê xwe parast. Ji îro şûn de jî wê nikaribin zimanê kurdî jî holê rakin. Rojek wê were zimanê kurdî li vî welatî wê bibe zimanê fermî. Ji dibistana destpêkê heya zanîngehê wê li vî welatî perwerdeya bi kurdî were dayin. Zarok wê bi zimanê dayika xwe perwerde bibin."

'KURDÎ ZIMANÊ SÎYASETÊ YE' 

Surucu, bibîr xist ku HDP'ê li hemberi zextên li ser zimane kurdî Komîsyona Zimanê Kurdî ava kiriye û got: "Pisgirêka ziman pisgirêkeke neteweyî, siyasî ye. Îro çawa polîtîkaya asîmîlasyonê li ser gelê kurd tê meşandin û dibêjin li wî welatî hemû kes tirk in, qedexeyên li ser zimanê kurdî jî siyasî ne. Yekperestî heye, lê em ne tirk in, em kurd in. Zimanê me ne tirkî ye. Zimanê dayika me bi kurdî ye, em bi lorikên kurdî mezin bûne. Me di destpêka jiyana xwe de gotinên xwe pêşî bi kurdî saz kirin. Dayikên me hê jî bi tirkî nizanin. Pisgireka ziman ji ber vê siyasetê ye. Me HDP'ê jî komîsyonek ava kir. Ev demeke em li gor nexşerêyekê xebatên xwe didin meşandin. Em hewl didin ku zimanê kurdî bibe zimên siyasetê. Di nava gel de ji xwe gotinên me bi kurdî ne, lê em dixwazin di siyasetê de jî ziman sereke, kurdî be. Em dixwazin jiyan rojane bi kurdî geş bikin. Li parlementoyê çi qasî gotina me were birîn jî, lê em ji bo bi kurdî biaxivin em li ber xwe didin. Berdavka  me her hefte bi kurdî axaftina xwe dike. Ew çi qasî me înkar bikin jî em her gav kurdî dikin jiyana xwe. Rêxistina me daxuyaniyên xwe bi du zimanî didin. Em pirzimaniyê esas digirin. Yekperestiyê, em qebûl nakin. Ji zimanê neteweyî yên din re jî rêza me heye. Di daxuyanî û çalakiya de em kurdî derdixin pêş. Armanca komîsyona me ew e ku kurdî têxe rojevê. Kurdî jî zimanê siyasetê ye, divê jiyan bi kurdî be."

'EM MALÊN XWE BIKIN DIBISTAN' 

Surucu, li ser girîngiya ziman sekinî û anî ziman ku di warê pêşxistina zimanê Kurdî de rol û mîsyoneke girîng jî ya jina ye. Surucu di berdawamîya axaftina xwe de got: "Bangawazîya me ji bo gelê me ye; îro ro gelek qedexe û zext li ser zimanê me tên meşandin. Divê em jî li hemberî vê yekê li zimên xwe xwedî derkevin. Xwedî derketin ne tiştekî zor e. Divê em li malê xwe bi zimanê dayika xwe biaxivin. Divê em bi zarokê xwe re bi kurdî biaxivin. Navê zarokan bi kurdî ye, lê bi kurdî nizanin. Ev şermek mezin e. Pêwîst e zarokên kurdan bi kurdî zanibin. Sedsala ku komkujî hatin kirin, esas li ser wî zimanî bû. Divê berî her tiştî gel bi hişmendiya neteweyî tev bigere û di jiyana xwe rojane de bi kurdî biaxive. Berî her tiştî divê em malê xwe bikin dibistan û bav dayik bibin mamosteyê zarokê xwe. Zimanê me gelek xweş e. Zimanekî qedîm e. Em xwedî dîrokek kevnar in. Zimanê me zimanê herî kevnar ê cîhanê yê. Divê em qedrê vê zanibin. Divê em em rê nedin ku zimanê me ji holê rabe û em zimanê xwe bidin jiyandan."

ÇÎROKA ZIMANÊ KURDΠ

Surucu, her axaftina xwe bi kurdî dike û jibo pêşxistina zimanê Kurdî dinava xebatan de cih digire. Surucu, pirsa me ya li ser vê mijarê jî bi bîranîneke xwe ya zarokatiyê bersivand. Bîranîna Surucu a li ser zimên bi vî awayî ye:

"Dema ez diçûm dibistana seretayî, mamoste wê demê li gund axaftina bi kurdî qedexe kiribû. Digot, wê tu kes bi kurdî neaxive. Dayika min bi tirkî nizanibû û hê jî nizane. Hinek zarok diçûn gilîyê hevalên xwe dikirin. Mamoste ew wekî sîxur bi kar dianîn. Dema em sibehê diçûn dibistanê ew kes ji mamoste re digoton, ev kes bi kurdî axivîne. Li dibistanê qedexe bû. Mamosta digot, li malê jî qedexe ye. Ez carekî bi dayika xwe re bi kurdî axivîm. Meger zarokekî jî dîtiye ez bi kurdî axivîme. Ew zarok çûye giliyê min kiriye li cem mamoste. Dema ez çûm dibistanê, mamoste ez birim ber texte û got, 'Çima tu bi dayikaa xwe re bi kurdî diaxivî?' Min ji got, 'Dayika min bi tirkî nizane.' Dîsa got, 'Te bi tirkî pê re biaxiviyana.' Çi qasî min got fêm nake jî, lê her tim digot 'Tu yê bi tirkî biaxivî' û şelmaqek li min xist. Wê demê ez pir hêrs bûm. Di wê polê de min ji xwe re got, 'Ez êdî bi tirkî naaxivîm.' Bi lêdanê xwest me terbîye bike, lê ew ji bo me bû inyad. Wê demê ez 8 salî bûm û pişt re ez hê bêhtir bi kurdî axivîm. Serhişkî bi min re çêbû."

MA / Emrûllah Acar

Editör: Haber Merkezi