AMED - Têkildarî Komxebata Helbesta Kurdî Helbestkar  Nûrcan Delîl diyar kir ku komxebata wan ji hemû kurdên li seranserê cîhanê pêk tê û wiha got: "Em ji bernameyên xwe gelek sûdê digirin. Ji ber ku hem hevalên me hezkiriyên çand û wêjeya zimanê xwe ne, hem jî ji bo parastina çand û wêjeya kurdî xebatek gelek bi taybet e."

Sema Çaglak /JINNEWS

Komxebata Helbestê bi pêşengiya Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê û Enstîtuya Kurdî ya Stokholmê dest pê kir. Komxebata ku bi rêya onlineyê xebatên xwe berdewam dike ji bo zindîkirina wêjeya kurdî û çand û zimanê kurdî xwedî rolekê girîng e. Derbarê xebatên komxebatê de Helbestkar Nûrcan Delîl ji ajansa me re axivî.

‘Fikra komxebata helbestê ji berê de dihat nîqaşkirin’

Nûrcanê diyar kir ku fikra komxebata helbesta kurdî ji berê de bingeha xwe ava kiriye  û wiha got: “Di sala 2017'an de dema ku Koma Helbestê ya Amedê hatibû avakirin, li wê derê min jî cih girt. Em li kolan, navçe û gundan ji bo xebat û plansaziyên xwe digeriyan. Di heman demê de me di wan serdanan de li ser danasîna helbestvanên navdar û danasîna wêjeya kurdî xebat dida meşandin. Piştî ku em derbasî pêvajoya pandemîyê bûn xebat û plansaziyên me jî hate rawestandin. Lê dî wê navberê de em fikirîn ku pêşketîna teknolojîyê çawa bi kar bînin. Piştî ku me Komeleya Wêjekarên Kurd ava kir, fikra komxebata helbesta kurdî di civînên me de hate nîqaşkirin. Lê piştî fikreke weha derket holê hem Komeleya Wêjekarên Kurd hem jî Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê piştgirî dan vê xebatê û piştre jî me ev proje ji ser Kamran Simo Hedilî re bi Enstîtuya Kurdî ya Stokholmê re jî parve kir û wan jî ev pêşniyaz pejirandin. Bi  vê parvekirin û piştgiriyê em kêfxweş bûn. Bi vî awayî me komîsyona xwe ava kir û xebatên xwe bi pirsa “Helbest çi ye?” dest pê kir.”

‘Bi 70 kesî hat destpêkirin’

Nûrcanê da zanîn ku ew semînerên xwe bi rêya online li ser bernameya Zoom'ê li dar dixin û diyar kir ku di destpêkê de ji wan re 70 kesî serlêdan kiriye. Nûrcanê diyar kir ku semînerên wan eleqeyek mezin dibîne û got: “ Ez dikarim bêjim ku taybetmendiya xebatê me ya herî girîng nîqaş û nirxandinên beşdarvanên me ne. Bi mijarên wekî helbest çi ye, cureyên helbestê çi ne dihatin nîqaşkirin. Lê di semînerên me de axaftin û nirxandin tenê bi ser me ve naçe. Kesên ku serlêdan kiribûn gelek nîqaş û nirxandinên girîng dikin. Bi vî awayî hemû kes bûn berpirsyariya vê xebatê. Xurtbûna me bi beşdarvanan pêk hat. Em ji bernameyên xwe gelek sûdê digirin. Ji ber ku hem hevalên me hezkiriyên çand û wêjeya zimanê xwe ne, hem jî ji bo parastina çand û wêjeya kurdî xebatek gelek taybet e.”

‘Semînerên me wê bibin wek arşîv’

Nûrcanê  anî ziman ku semîner û xebatên wan gelek bi kêfxweşî û tijî derbas dibe û wiha pê de çû: “Piştî ku me nîqaş û bernameyên xwe yên li ser pirsa helbest çi ye qedand dîsa bi hevalên xwe re hatin gel hevdû. Hemûyan jî xwestin ku em xebatên xwe berdewam bikin. Bi vî awayî me xebatên xwe yên di vê çarçoveyê de berdewam kirin. Em du moderator bûn lê ya girîng ew e ku yên ku pêşengtî dikin beşdarvanên komxebatê ne. Gelek bal kişand û serlêdanên me jî gelek zêde bûn. Her wiha em di kêliya bernameyên xwe de qeyda wan jî digirin ku ji bo pêşerojê em bikin wek arşiv. Ji bo komele û saziyên me wê bibin mînak. Em bi pêşengtiya 3 saziyên xwe gelek bi kêfxweş in lê belê divê zêdetir sazî û komeleyên ku di warê pêşketina ziman û wêjeya kurdî de beşdarî xebatê me bibin. Em çiqas bi hêz bibin ewqas jî ji bo xebatên di wî warî de gav tên avêtin.”

‘Em bi hev re xurt in’

Nûrcanê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo çand û zimanê xwe li ser piyan bihêlin divê hemû nivîskarên kurd bên gel hevdu û got: “Em ji hemû kurdên li seranserê cîhanê pêk tên. Em niha 70-80 kes in lê em dixwazin xwe mezintir bikin. Em ê hemû hevalên xwe hemû niviskarên xwe li wê dere bînin ba hev. Divê em hertim nivîskar û helbestvanên xwe yên ku civaka xwe li ser piyan hiştine wan ji nû ve vejînin. Em bi hev re xurt in.”

Editör: Haber Merkezi