AMED - Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî têkildarî serdema perwerdehiya salên 2021-2022’an bang li rayedarên dewletê kir ku dev ji helwesta xwe ya înkar û bişaftinê berdin û wiha got: “Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê.”

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) têkildarî serdema perwerdehiya salên 2021-2022'an li pêş avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de bi zaravanyên kurmancî û dimilkî pankarta “Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn û gerdûnî ye! Binpêkirina vî mafî sûcê li dijî mirovahiyê ye!” hat daliqandin. Endam û rêveberên Komeleya Wêjekarên Kurd, ên Rexistina HDP’ê û DBP’ê yên Amedê û yên MED-DER’ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî axivî. 

Ronî, diyar kir ku  weke 98 salên borî, dê li vî welatî bi milyonan zarokên kurd, zimanê zarokên gel û etnîsîteyên cuda ên ku li vî welatî dijîn,  ji aliyê rayedarên dewleta Tirkiyeyê ve tune werin hesibandin û wiha got: “Dê dîsa zimanê tirkî li deh milyonan zarokan were ferzkirin û ji pêşdibistanan heta zanîngehan zimanê perwerdehiyê bi Tirkî be. Tê zanîn ku ji bo mafê zarokên ku zamanên wan cuda ne di 20’ê Mijdara 1989'an de Peymana Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) hatiye sazkirin û qebûlkirin. Di vê peymanê de, ji bo hemû maf û azadiyên zarokan yek bi yek xal hatine danîn û diyarkirin. Ev peyman weke belgeyeke temînat û mîsogeriya mafê hemû zarokên cîhanê ji aliyê welatên endamên NY’yê ve hatiye qebûlkirin û  welatên endamên NY’yê ne îmzeyên xwe avêtine binê vê peymanê.” 

‘TIRKIYE BI MILYONAN KURDAN TUNE DIHESIBÎNE’

Ronî, bi bîr xist ku dewleta Tirkiyeyê jî yek ji van welatan e ku ev peymana NY’yê di sala 1995'an de îmze kiriye û wiha berdewam kir: “Ligel hemû hişyarî û rexneyên ku di raporên NY’yê û saziyên navneteweyî de tên kirin jî, rayedarên dewleta Tirkiyeyê bi helwesta xwe ya nijadperest, bi milyonan gelê kurd  tune dihesibîne, înkar dike û îmzeya xwe ya dûreparêziyê ji binê van xalên perwerdehiya bi zimanê dayîkê paşve nakişîne. Ev polîtîka, feraset, helwest û nêzîkatiya dewletê, di sedsala 21'emîn û serdema pêşketina mirovahiya hemdem de dibe sedema ciwanên kurd ên ku bi kurdî distrên jî, rastî êrîşên nîjadperest werin. Heta niha bi dehcaran êrişên bi vî rengî pêk hatine û ev êriş bûne sedema qetilkirina  bi dehan kurdan.”

‘LI ZINDANAN JÎ KURDÎ TÊ QEDEXE KIRIN’

Ronî, da zanîn ku li zindanan jî qedexeyên li ser zimanê kurdî her roja ku diçe zêdetir dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mafê girtiyên ku li dadgehan dixwazin parastina xwe bi kurdî bikin tên binpêkirin û gelek caran destûr nayê dayîn ku girtî parastina xwe bi zimanê xwe yê dayîkê bikin. Li zindanan nivîsa bi kurdî hatiye qedexekirin, pirtûkên Kurdî nadin girtiyan û girtiyên ku di nava xwe de bi kurdî diaxivin dikevin ber lêpirsînan û ceza li wan tên birîn.”

‘GELÊ KURD JÎ BI ZIMANÊ DAYIKÊ PERWERDÊ DIXWAZE’

Ronî, bi lêv kir ku gelê kurd jî weke hemû gelên cîhanê, ji bo zarokên xwe perwerdehiya bi zimanê dayîkê dixwaze û wiha pê de çû: “Ne kêm, ne zêde di serî de mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê, di warê hemû  maf û azadiyan de, derfetên ku ji bo zarokên welatiyên tirk tên pêşkêşkirin, pêwiste ji bo zarokên kurd û hemû gelên ku hemwelatiyên Tirkiyeyê ne jî bên dayîn.”

‘PERWERDEHIYA ZIMAN MÎNA ŞÎRÊ DAYIKÊ HELAL E’

Ronî, bang li Wezareta Perwerdehiyê û hemû rayedarên dewleta Tirkiyeyê kir ku demildest dev ji helwesta xwe ya înkar û bişaftinê berdin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pergala Perwerdehiya Pirzimanî bêxin meriyetê û ji zarokên kurd ên ku 98 sal in mafê wan ê perwerdehîya bi zimanê dayîkê hatiyê binpêkirin lêborînê bixwazin. Gelê kurd perwerdehiya bi zimanê dayîkê dixwaze. Perwerdehiya bi zimanê dayîkê, weke hemû zarokên cîhanê, ji bo zarokên kurd jî mîna şîrê dayîkê helal e. Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. Zimanê me rûmeta me ye! Zimanê me nasnameya me ye. Zimanê me hebûna me ye! Bê Ziman jiyan nabe!”     

( Çavkanî MA- http://mezopotamyaajansi35.com/kr/HEM-NCE/content/view/145795

Editör: Haber Merkezi