AMED - Zarokên ku di kargehên kurdî yên MED-DER'ê de perwerde dîtin îro bi merasîmekî belgenameyên  xwe girtin. 

Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), ji bo zarokan kargehên bi kurdî pêk anîbûn, bi minasebeta bi dawîbûna kargehê îro zarok belgenameyên xwe girtin. Ji bo belavkirina belgenameyê bernameyek hat organîzekirin. Bername li avahiya komeleyê pêk hat. Koma Dîcle Firat, malbatên zarokan û mamosteyên MED-DER'ê jî tevlî bernameyê bûn. 4

Bername bi axaftina Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî dest pê kir. Rifat di axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya zimanê zikmakî û destnîşan kir ku zarok sibêroja civakê ye û got: "Mixabin îro gelek zarok ji mafên xwe yên zimanê zikmakî  bêpar mane. Ji bo perwerdehiya zimanê kurdî gelek sazî û dibistan hatin vekirin lê her tim hatin girtin û hatin astengkirin. Lê belê ew çiqas li ser zimanê me zext û êrîşan bikin em ê di perwerdehiya zimanê de bi israr bin. Em ê tim di zimanê xwe de israr bikin. Her tim bi kurdî bixwîn, binivîsînin û bijîn."

Piştî axaftina Rifat, ji bo belge dayîna zarokan, rêvebera MED-DER'ê Dîlan Guvenç derket ser dikê û belgename da zarokan. 

Zarokên ku belgenameyên xwe girtin li ser dikê kilamên bi kurdî gotin. 

Bername bi kilam û awazên Koma Dîcle Firatê dom kir.

Nûcê- JINNEWS Wêne- Video Ötekilerin Gündemi

Editör: Haber Merkezi