AMED - Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan, diyar kir ku di şahiyên xwe yên ziman ên gundan de eleqeyeke mezin dîtine û got ku wê xebatên xwe berfirehtir bikin. 

Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 29-30’ê hezîranê de li Amedê bi dûrişmeya “Dem dema parastina ziman e” komxebetek li dar xistin. Di komxebatê de hat diyarkirin ku parastina zimanê kurdî berpirsyariya gelê kurd a neteweyî ye. Piştî komxebatê MED-DER’ê li gundên navçeyên Çinar, Bismil, Farqîn û Gêlê yên Amedê ji bo zarokan şahiyên ziman li dar xist. Parastvanên ziman, li gundan bi zarokan re hatin gelhev û bi zarokan re bi kurdî xebata ziman pêkanîn.  

ELEQEYA JI BO KURDÎ ZÊDE YE

Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan, têkildarî van xebatên ku li gundan meşandin û xebatên ku di demên pêş de bimeşînin ji ajansa me re axivî. Kan, destnîşan kir ku saziyên çandê piştgirî dane xebata wan a li gundan û wiha got: “Xebat gelek bikêf bûn û xwedîderketineke baş ji bo wan hebû. Gundên ku em çûnê ji me xwestin ku em van xebatên xwe berdewam bikin. Beşdariyeke baş ji bo xebatan hebû. Li her gundî di navbera 150-200 zarokî tevlî bûn. Êdî divê ne ten3e rojek her roj zimanê kurdî bijî û bibe zimanê perwerdeyê. Destpêkê me bi malbatan re hevdîtin kir û vê xebatê da destpêkirin. Me bal kişand ser zextên li dijî ziman û çandê. Bi vê xebata me careke din girîngiya perwerdeya bi kurdî derket holê.”

‘EM BI TIRKÎ NIZANBÛN’

Kan, destnîşan kir ku ji ber eleqeya ji bo xebatên ziman dê xebatên xwe yên bi vî rengî berfirehtir bikin û ev agahî dan: “Ne tenê li gundan û Amedê, em ê xebatên xwe li tevahiya herêmê bikin. Em ê hewl bidin xwe bigihînin hemû zarokên gundan. Em ê li navenda bajar jÎ dest bi xebatan bikin. Qurseke me ya ji 4 polan pêk were vekin. Piraniya ciwanan dibêjin ku heta çûna dibistanê jî bi tirkî nizanbûne. Zarok timik bi kurdî difikirin û diaxivin. Heke dewlet ev derfet nede me jî divê em kurdî fêrî zarokan bikin. Bi piştgiriya malbatan em ê li her gundî der barê kurdî de agahdar bikin. Ji bo pêşî li belavbûna kurdî bigire desthilat dixwaze hin xebatên me asteng bike. Lê em ê xebatên xwe di şertî de bimeşînin.”

‘WÊ XEBAT BIDOMIN’

Di berdewamê de Kan, agahî da ku di nav 10 rojan de plansaziya xwe ya salê derbixin û pêşkêşî raya giştî bikin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Wê xebatên me yên ji bo bidomin. Her gel bi zimanê xwe heye. Xebatên ku ji bo gelê kurd bên kirin divê bi kurdî bên kirin. Heke hûn bi zimanê hin kesên din bifikirin û wê ev bibe weke kincekî ku li we nayê. Ziman rihê laşê mirov e. Di pêvajoya peş de bi civîneke ku bigirin, em ê polsên kurmancî û kirmanckî vekin, panelan li dar bixin. Em ê van xebatên xwe bi jinan re bidomînin. Di vê mijarê de divê malbatê me jî bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin û jiyanê bi kurdî saz bikin.” 

MA / Ergîn Çaglar

Editör: Haber Merkezi