AMED – Di çarçoveya bernameyên 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li Parka Rojavayê dîwana dengbêjan hat danîn. 

Bernameyên 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî yên ji aliyê Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî ve hatibûn ragihandin, didomin. Îro di çarçoveya çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî de Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle yê li Parka Rojava ya navçeya Peyasê bi navê "Dîwana Dengbêjan" çalakiyek li dar xist. Endam û rêvebirin Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî Hikûmxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevanî û Alîkariya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) û gelek welatî tev li bernameyê bûn.

Çalakî bi bi stranên stranbêjên Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê û Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) ya Êlihê dest pê kir. Paşê dengbêjên li dîwanê jî kilam gotin û bal kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî. Her wiha kesên di dema çalakiyê de li derdora parkê bûn jî tev li bernameyê bûn û bi çepik û tililiyan coşa bernameyê zêde kirin. 

Paşê govend hat gerandin û ber bi dawiyê ve jî beşdaran bi çepikan strana "Zimanê Kurdî" ya Aram Tîgran gotin û govend gerandin.

Di dawiya bernameyê de Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî axivî. Ronî, destnîşan kir ku heya kurdî li vî welatî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dê bitêkoşin û gel vexwand "Meşa Ziman" ku dê roja yekşemê li ber NCîty AVM'yê dest pê bike û heya Parka Koşûyolûyê bidome.

Bernameyên 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî yên ku dê bên lidarxistin ev in:

*15 Gulan: Saet di 16.00'an de "Meşa Ziman"

*15 Gulan: Li Zarok Ma'yê saet di 18.00'an de Dîwana Zarokan 

*16 Gulan: Li Eywana Dawetê ya Demîrokê saet di 19.30'yî de şahî

(Çavkanî MA)

Editör: Haber Merkezi