AMED – Li gor rapora Navenda Lêkolînên Sosyopolîtê bi kursên MED-DER’ê re eleqeya ji bo kurdî her diçe zêde dibe. 

Komeleya Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), têkildarî rapora Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk a derbarê kursên zimanên kurdî û eleqeya ji bo kurdî de li avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Hevserokê MED-DER'e Rifat Ronî û mamosteyên MED-DER'e amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi kurmancî û kirmanckî "Perwerdehiya Zimanê dayîkê mafekî bingehîn û gerdûnî ye! Binpêkirina vî mafî sucê dijî mirovahiyê ye!" hat daliqandin.  

Rêvebira MED-DER'ê Dîlan Guvenç daxuyaniya bi kurmancî û Nesîb Gultekîn jî ya kirmanckî xwend. Guvenç bi lêv kir ku li Tirkiyeyê daxwazên ji bo perwerdehiya zimanê dayikê demeke dirêj e di rojevê de ye û bi salan e li rêxistinên sivîl bi dildarî kursên zimanê zikmakî tên dayin. Guvenç diyar kir ku tevî ku perwerdehiya bi zimanê kurdî qedexeye jî, lê ji 2000’î heta niha daxwazên ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî zêde bûne.

HER SAL ZÊDE DIBIN

Guvenç da zanîn ku Navenda Lêkolînên Sosyopolîtîk di navbera salên 2020 û 2022’an de li ser qursên zimanan ên MED-DER’ê lêklonêk berfireh kiriye û encama raporê wiha aşkera kir: “Li gorî daneyên MED-DER'ê ku bi pergal kursên online û rû bi rû dide, serîlêdanên kursan bi rêk û pêk zêde bûne. Di sala 2020’î pêvajoya pandemiyê de 292 qursiyer beşdarî qursan bûne. Di sala 2021’ê de ev hejmar bûye 397 di sala 2022’an jî heta meha Tebaxê bûye 803 kes. Di sala 2020’î de serdemek online, di sala 2021’ê de jî dîsa serdemek û kursên online û rû bi rû hatine dayîn. Di sala 2022’yan de jî du serdem online û rû bi rû hatine amadekirin. Li gorî daneyên salan di sala 2020’î de ji 34 bajarên Tirkiyeyê, ji Emerikayê, Ji Ewropayê, ji Başûr û ji Rojhilat kes beşdarî kursan bûne. Di sala 2021’ê de ji 41 bajarên Tirkiyeyê, ji Ewropa û Emerikayê, ji Başûr û Rojhilat beşdarî pêk hatine. Sal bi sal hejmara beşdarvanan û kursan zêdetir dibin.”

HEJMARA BEŞDERVANÊN JIN, JI YÊN MÊR ZÊDETIR E

Guvenç anî ziman ku li gor daneyên 3 salan beşdarvanên jin ji beşdarvanên mêr zêdetir in û got: “Di navbera 2021 û 2022’yan de temenê ji sedî 77'ê beşdervanan di navbera 18-34’an de ne, yanî yên serî li kursan didin zêdetir ciwan in. Di sala 2020’an de ji sedî 36,4 beşdervanên xwendekar, ji sedî 13,4 mamoste û ji sedî 13 jî ji pîşeyên din in. Di sala 2021’ê de ji sedî 35,5 xwendekar, ji sedî 15,4 pîşeyên din, ji sedî 9,8 karker in. Di sala 2022’an de ji sedî 31,6 xwendekar, ji sedî 13, 2 pîşeyên din, ji sedî 10,6 yên betal/ên li kar digerin in. Beşdarvanên ku di sala 2020’î de serîlêdane kirine ji sedî 85,3 û yên di 2021’ê de serîlêdan kirine ji sedî 82,4, yên di 2022’yan de jî serîlêdan kirine jî sedî 83,7'ê wan bi kurmancî dipeyîvin. Yên di 2022’yan de serî lêdane hinek ji wan gotine bi zaravayê Goranî, Dimilî û Soranî ji dipeyîvin. Ji bilî van yên di 2021’ê de serî lêdane ji wan ji sedî 2 gotine qet bi zaravayeke kurdî  jî napeyîvin. Ev rêje di sala 2022’yan de derketiye ji sedî 3,9'an. Wekî ji bersivên din jî tê fêmkirin ku kesên qet bi kurdî nizanin ev bersiv dane."

HEJMARA KESÊN KU KURDÎ NIZANIN HER SAL KÊM DIBE

Di berdewama axaftina xwe de Guvenç diyar kir ku li gor  lêkolînê hejmara kesên ku kurdî dizanin her sal zedê dibin û derbarê danêyên lêkolînê de wiha got: “Di sala 2020’î de ji bo pirsa 'hûn çiqas dikarin bipeyîvin', bersiva beşdaran ji sedî 9,5 pir baş e, ji sedî 42,7 baş, ji sedî 34,9 hindik, ji sedî 12,9 jî gotine qet nizanin. Di sala 2021’ê de jî asta zanîna kurdî ya beşdarvanan; ji sedî 12,3 pir baş, ji sedî 41,2 baş, ji sedî 30,5 hindik, ji sedî 11,8 jî qet nizanin. Di sala 2022’yan de jî rêje wiha ye; ji sedî 11,5 pir baş, ji sedî 41,2 baş, ji sedî 30,5 hindik, ji sedî 16,8 jî gotine qet nizanin. Balkêş e ku beşdarvanên ku di sala 2022’yan de serî lêdane, piraniya wan qet bi kurdî nizanin. Hem zêdebûna kursiyeran hem jî zêdebûna rêjeya zanînê dide nîşandan ku ew ê baldariya perwerdehiya kurdî her biçe zêdetir bibe."

Editör: Haber Merkezi