AMED - MED-DER’ê li navçeya Farqînê nûnertî vekir. Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî di vekirina nûnertiyê de daxwaza perwerdehiya bi zimanê kir. 

Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) li navçeya Farqînê nûnertî vekir. Rêxistina HDP'ê, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz, Hevserokên MED-DER'ê Şîlan Elmas Kan û Rifat Roni û gelek kes beşdarî vekirinê bûn. 

Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî ewilî di vekirinê de daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê were dayîn kir û wiha got: “Li vî welatî ji bo zimanê kurdî tenê komele têr nakin. Divê dibistanên bi kurdî bên vekirin. Gelê kurd ji perwerdeya bi zimanê dayikê mehrûm in. Ev 98 sal in zimanê me qedexe kirine. Divê sîstem ji gelê kurd û zarokên gelê kurd lêborînê bixwaze. Ji ber wan ji zimanê dayika wan mehrûm dihêle.”

‘EM XWEDÎ LI ZIMANÊ XWE DERKEVIN’

Pişt re Hevseroka DBP’ê Saliha Aydeniz axivî. Aydenîz, bal kişand ser darbeya siyasî ya li dijî HDP'ê ya di 4'ê Mijdara 2016'an de pêk hat û wiha got: “Ji roja qeyûm tayînî vîna gelê kurd kirin ve di serî de êrişî zimanê kurdî kirin. Bi êrişan kurd dest ji çand û zimanê xwe bernadin. Naskirina zimanê kurdî naskirina gelên Tirkiyeyê ye. Ger heta niha zimanê kurdî li ser piyan be ev bi saya têkoşîna gelê kurd a ji bo parastina çanda xwe ye. Li dijî vê pergalê divê em xwedî li zimanê xwe derkevin.”

  

Piştî axaftinan Aydenîz û jinan nûnertiya nû vekirin. Pişt re girse derbasî avahiya nûnertiyê bû û bi gotina stranan a Koma Muzikê ya Dicle-Firat'ê govend hat gerandin. Bername bi govendê bi dawî bû. 

Nûce MA Video Wêne Ötekilerin Gündemi

ÖTEKİLERİN GÜNDEMİ

YouTube kanalında ülkenin sıcak gündemini ötekilerin sesinden ekrana taşıyoruz.

ÖTEKİ TV Resmi Web Sitesi https://www.otekileringundemi.com/

ÖTEKİ TV Sosyal Medya Hesapları:

Twitter https://twitter.com/OtekilerinG

Facebook ►https://www.facebook.com/OtekilerinG

Instagram https://www.instagram.com/otekilerin_gundemi/

YouTubehttps://www.youtube.com/channel/UCmKlsa826_a9G30R7r884Xw

Sizler de kanalımıza abone olabilir ve arkadaşlarınıza önerebilirsiniz!

Editör: Haber Merkezi