AMED ÖTEKİLERİN GÜNDEMİ- Komeleya Lêkolînê ya Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) ji bo plansaziya xwe ya 21’ê Sibatê Roja Cîhanê ya Zimanê Zikmakî li hev civîyan. Civîn li Şaxa Egîtîmsenê ya Amedê jimara 2’yemîn de pêk hat. Gelek mamoste û hunermend beşdarî civînê bûn.


Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî axivî û di destpêka axaftina xwe de balê kişand li ser girîngiya zimanê û wiha axivî: “ Îro ji bo me rojekê kêfxweşî  û şahiyê ye. Bi sedan nirxên me ku di warê zimanê de têkoşînan dane û jiyana xwe jidest dane hêvî û armancên wan roj bi roj pêk  tên. Ji bo gelê kurd mamostetiya kurdî pîroz û kêfxweşîyek e. Armanca civîna me ya ku îro me lidarxist dixwazin bi niqaş û fikrên mamosteyên mr plansaziya 21’ê Sibatê derbixin. Wê ji bo 21’ê Sibatê civînên me berdewam bikin. Em ê di çarçoveya 21’ê Sibatê de cûrbecûr bermame û çalakî lidar bixin.”

Editör: Haber Merkezi