AMED - Saziyên çand û zimanê kurdî derbarê dersên bijartî de daxuyanî dan û di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku dersên bijartê xapandine û daxwaza gelê kurd perwerdehiya fermî ye. 

Saziyên çand û ziman ên kurd derbarê dersên bijartî yên dibistanên dewleta tirk tên dayîn de daxuyaniyeke nivîskî parve kirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku dersên bijartî xapandine û daxwaza gelê kurd mafê perwerdehiya fermî ye. 

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku zimanê kurdî hertim rastî qedexê û polîtikayên tunehesibandine hatiye û kurd, kurdî Kurdistan bê statu tê hiştin. Daxuyaniya nivîskî wiha yê: 

“Baş tê zanîn ku neteweyeke bêstatû di nava demê de ji holê tê rakirin, tê tunekirin. Ev rewş bi taybetî ji aliyê dewleta tirk ve jî li ser kurdan bi rê, rêbaz û kiryarên cur bi cur tê ferzkirin. Rêbazeke bingehîn a dewleta tirk a ku êdî nikare zimanê kurdî ji binî ve û rasterast tune bihesibîne ew e ku ji neçariyê bi lîstik û kiryarên xapînok bêstatubûna kurdan û bêstatûbûna kurdî bide rewakirin û pejirandin. Bi vê armancê ji aliyekî ve, li bin navê 'dersên hilbijêr' dixwaze rê li ber perwerdehiya zimanê bi kurdî û fermîbûna kurdî bigire û kiryarên xwe yên pişaftina kurdî veşêre, di hişê gelê kurd de şêlûbûnekî pêk bîne û nakokiyan çêke, li aliyê din her roj bênavber ji her milî ve êriş û tevkujiyên herî dijwar li ser me kurdan û nirxên kurdewar dimeşîne.

EM NAYÊN VAN LÎSTIKAN

Bêguman em kurd di ferqa vê kiryara xapînok de ne û em nayên van lîstikan. Ev yek heqaretek e ji bo gelekî xwedî hejmareke 50 milyon. Dewleta tirk divê baş bizane ku nikare gelê kurd bi van lîstikan bixapîne. Ji ber vê divê dest ji kiryarên xapînok û lîstikan berde çawa nêzîkî zimanê tirkî dibe wisa nêzîkî zimanê kurdî jî bibe. Nêzîkatiya me hemû kurdên li her derê Kurdistan û cîhanê gelek zelal e û aşkera ye; tirkî xwedî kîjan mafan be divê kurdî jî xwedî wan mafan be. Tirk xwedî kîjan mafî bin divê kurd jî xwedî wî mafî bin.

DAXWAZA ME PERWERDEHIYA FERMÎ YE

Daxwaza me jî gelek zelal û aşkera ye. Em hemû kurd dixwazin hemû nirxên me yên neteweyî wek nirxên hemû neteweyên din li her qada jiyanê û di her astê de serbest û azad bin. Li ser vê bingehê divê zimanê kurdî bibe xwedî statuyeke fermî û ji pêşdibistanê bigire heta zanîngehê li her merheleyê bibe zimanê perwerdehiyê, kurd li gor rasteqînî û nirxên xwe perwerdehiyê bi zimanê xwe bibînin û di zagona bingehîn de û di qada navneteweyî de bê misogerkirin. 

BANGAWAZÎ

Ji bo pêkhatina vê yekê jî em wek saziyên zimanê kurdî, di serî de partî, sazî, dezgeh, nivîskar, hunermend û rewşenbîrên kurd bang û gazî li hemû kurdan û kesên ku mirovahiyê diparêzin dikin ku têkoşîna zimanê kurdî her kêliyê û li her qada jiyanê, bi giyanê seferberiyê û bi awayekî raperîner bilind bikin, bi rê û rêbazên herî dewlemend, afirîner û encamgir her kêliyê her derê bikin qada têkoşîn, dibistan û zanîngehên zimanê kurdî.”

Saziyên ku di bin daxuyaniyê de îmzaya wan heye wihane: 

*Kovara Destar

* Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê

* Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî

* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê

* Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê

* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê

* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê

* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê

* Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê

* Komeleya Wêjekarên Kurd

* Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê

* Enstîtuya Kurdî ya Amedê

* Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê

* Înstîtûya Kurdî ya li Elmanyayê

* Enstîtuya Kurdî ya Brukselê

* Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê

Editör: Haber Merkezi