AMED - MED-DER'ê li ser malpera xwe ya medyaya civakî diyar kir ku serledanên wan ên ji bo qursên zimanê kurdî dest pê kirine. 

Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) li ser malpera xwe ya medyaya civakî ragihand ku serledanên wan ên ji bo qursên zimanê kurdî yên rû bi rû û online dest pê kirine. MED-DER’ê da zanîn ku kesên dixwazin beşdarî qursan bibin, dikarin formê tije bikin û li gorî daxwaza xwe dersên rû bi rû yan jî online hilbijêrin. 

Di qursên MED-DER’ê de sê ast hene û di qursan de dersên zaravayên kurdî yên kirmanckî û kurmancî tên dayîn. 

Editör: Haber Merkezi