Niha kesên ku li ser zimannasiyê dixebitin, gava pênaseya yekitiya neteweyan dikin yek ji wan hêmanan a sereke jî ziman e. Em vê jî baş dizanin, her çiqas ziman hêmanek girîng a çandê be jî ya ku çandê vediguhêze nifşan û mohra xwe lê dixe ziman e.

Me vê hefteyê ji bo xwendevanên Xwebûnê hevpeyvîn bi nivîskar û zimannasê kurd Zana Farqînî re kir. Kerem bikin em bi hev re, li bersivên Farqînî binihêrin.

Em dixwazin di destpêkê de armanca avakirina Tora Ziman û Çanda Kurdî ji we hîn bibin, we çima pêdivî bi avakirina toreke wiha dît?


Dema me dest bi xebatên torê kir me got, derdek me û xemek me heye ku em hemû jê bi gazin in; ew jî ziman û çanda kurdî ye. Heke em bi awayek din bi nav bikin ew jî asîmîlasyon e, em dihelin. Sedema vê diyar e; polîtîkayên dewletên yekperest. Ji ber ku dewletê xwe li ser yekperestiyê ava kiriye, çand û zimanên din qedexe û înkar kirine. Her kes bi tena serê xwe nikare zêde tiştan bike. Belkî tenê behsa rewşê û tespîtan dike. Lê em êdî ketine qonaxeke wisa ku dem li me teng bûye û êdî em dema xwe nikarin bi tespîtan derbas bikin. Dema gavavêtinên pratîk e. Ji bo avêtina van gavan hewcehî bi sîwanekê hebû. Ji ber ku gelek sazî û dezgehên xebatên ziman û çandê dikin hene. Her kes bi serê xwe kar û baran dike. Belkî hin ji wan tên cem hev, lê me got hemû pêkhateyên çand û zimanê kurdî dikarin di bin navê tor an jî platformekê de bên cem hev û gavên pratîk bavêjin. Ji ber vê yekê ewilî bangawazî hat kirin, paşê civîna avakirina Tora Ziman û Çandan hat lidarxistin û daxwaza berfirehkirina torê hat rojevê û ev jî hat pejirandin. Sekreteryayek hat hilbijartin û xebata vê Komxebata Yekemîn a Tora Ziman û Çanda Kurdî kir û komxebat du rojan pêk hat.

( Çavkanî https://xwebun.org/dive-em-bibin-xwe/ )

Editör: Haber Merkezi