DİYARBAKIR ÖTEKİLERİN GÜNDEMİ- Diyarbakır Eğitim Sen Şubesi’nde kuruluşunu ilan eden Amed’te Marksist Okul (AMEP) / Dibistana Marksîst Li Amedê (D.M.A), Kürt sosyalistlere Marksizm tartışmaları çağrısı yaptı.

Kürdistan Komünist Partisi Genel Başkanı Sinan Çiftyürek, Kürt Dil Platformu Sözcüsü Şerefhan Ciziri ve Sosyalist Feminist Gazeteci Armen Korkmaz, Eğitim Sen Diyarbakır Şubesi’nde açıklama yaparak Amed’te Marksist Okul’un kuruluşunu ilan etti.

Okul’un kuruluşunu ilan etti.

amed-marksist-okul-serefhan-ciziri

KKP Genel Başkanı Sinan Çiftyürek, açıklama öncesi Kürtçe bir konuşma yaparak Dibistana Marksîst Li Amedê (D.M.A) adımının Kürt sosyalistleri Marksizmi anlama, yorumlama, tartışma ve güncelleme çağrısı yaptı.

Ardından Kürt Dil Platformu Sözcüsü Şerefhan Ciziri açıklamanın Kürtçesini okudu.

Ciziri, "Ev demekê dirêje ku em xebata xwe ji bona avakirina “Dibistana Marksîst Li Amedê” berdewam dikin. Em di vê hişmendiyê de ne ku ev xebat wê bibe mayînde û demdirêj. Li gorî mebesta me ya dîyarkirî em heta niha bi hişmendî tevgerîyan e. Bi armanca ku di hemû qadê jîyanê de em bixwazin hilberîna fikir û ramanan pêşde bibin û ji Amedê ber bi gerdûnê de, ji gerdûnê de jî ber bi Amedê de tevbigerin me ev xebat kirîye. Eşkere ye ku di navbêna heremîbûn û gerdûnibûnê de bandoreke dûalî heye.

Di avakirina “Dibistana Marksîst Li Amedê” de heta niha me hinek xal û derçûn ji xwe re bingeh girtine. Xal û derçûnên me ev in;

-Em ji nû de li ser hilberîna fikir û ramanan radiwestin… Raman, ramanên rast ji pêş dikevin, dikemilin, kal dibin û rojek jî tê bi dîtineke nû tên afirandin. Ne tenê fikir û raman; wê dewlet, netewe, çîn, malbata berteng, demokrasîya temsilî, partî, sendîqa ûhw jî di vê pêvajoya dûr û dirêj de giranîyên xwe winda bikin. Ji ber ku hemû bûyer têgeh û raman di pevajoyên dîrokê de têne guhertin.

- Dinya ya me her ku diçe dibe weke gundekî biçûk. Li gerdûna me ya îro dûr û nêzik, biçûk û mezin, bajar û gund her ku diçe giringîya xwe winda dikin. Bi saya serê tora ku di warê têkilîyan û bandorbûna dualî de pêşketîye, her noqteyeke ku li ser rûwê dinyayê heye bûye weke navendeke dinyayî. Tê zanîn ku Dergûşa Medeniyeta Dinyayê, ya ku cara yekemîn kultur û zanîst lê bişkivîye Mezopotamya û Kurdistan bû. “Dibistana Marksîst Li Amedê” bi wan dîtinên xwe li vê erdnîgariya qedim ramanên xwe pêşkêş dike.

- Li ber ronîya pratika ku di van dused salên dawî de rû daye û dema ku bi tevahî di ser Tevgera Komunîsta Hemdemî re derbas bûye, em dibêjin; Manîfestoya Komunîst ku bi xebata Marks û Engels hatibû amadekirin, di serî de jî qanûna Nirxa Zêde, tespîtên bingehîn û armancên tevahî ku di Manifesto de hatibûn pêşkêş kirin, hîna jî derbas dibin. Di têkoşîna sosyalîzmê de ku li dijî kapîtalîzmê hatiyê dayîn, ew nirxên Manîfesto Komunîst rê nîşanî mirovan didin. Heta ku sîstema kapîtalîst ji holê ranebe, Manîfestoya Komunîst bi xetên xwe yên qalind wê aktuelbûna xwe biparêze.

- Dînamîkên şoreşger - sosyalîst ku di sedsala 20 an de hebûn, ji ber ku dinamikên sedsala 19 an de dubare nekirin, karibûn kevirekî li ser kevirekî deynin. Dînamikên sedsala 21 an jî yên felsefî, teorîk, bîrdozî, siyasî, hunerî bêyî ku dinamîkên sedsala berîya xwe dubare bikin, divê bibin xwe bi xwe û mohra xwe li dîrokê bixin. Divê ew bi berpirsiyarî tevbigerin û bi rastîyên xwe re rûberû bibin. Bi vê nêzikbûna hanê, bêyî ku em bi koka xwe ya sosyalîstî re bikevin nav pevçûn û nakokîyan, em dixwazin hilberîn û xebata xwe bi berdewamî bikin. Em ji Kurdistanê radibin ser piyan û dixwazin di nava pêşeroja dinya ya nû de cîhê xwe bigirin.

-Em her roj dijîn û dibînin ku, hemû bûyer, xitimandinên ku hatinê afirandin, ambargo û “rastiyên ku kes dest nade wana” divê di radara Marksîzmê re derbas bibin. Felsefe, huner, ekonomî, dewlet, netew, siyaset, malbat, rêxistin ûhw, hemû jî di hebûna xwe ya sosyolojîk de tên guhertin. Li raserî vê rastîya hanê, di nava Tevgera Komunîstî de hinek hîna jî dibêjin; “…Filan Hevrê Wilo Gotibû.” Ûhw, xwe bi dubarekirinên bîrdozîya xwe ve bi tixûb dikin. Ji ber ku heta niha sosyalîstan weke ku pêwistî pê hebû xwe nû nekirin, di van salên dawî de pêşketinên ku li dinyayê di nava karker û kedkaran pêkhatibûn, wana nikaribûn pêşengîyeke rast bikin û pêşewaziyekê hemdemî lidar bixînin. Ji bona ku mirov wan pirsgirêkan derbas bike, me “Dibistana Marksîst Li Amedê” ava kir. Heke em bixwazin dinyayê û Kurdistanê ji nû ve biafirînin, ji nû ve saz bikin, divê em xwe bi hişmendiya hemdemî tekûz bikin. Di Dergûşa Mezopotamya de dîrok, zanist û kultur di warê civak û çînê de çawa hatibû sazkirin, destpêk çawa bû, bi wan dîtinan re Gelê Kurd û gelên ku li heremê hatine çewsandin, di “Têkoşîna Serbixwebûna Netewî” de hemû aliyên îdeolojîk-teorîk, pratîk bi zelalî raxin ber çawan.

-Di bingeha qeyrana Kapîtalîzmê de îro sê xalên ku di nava têkiliyên de ne baş zelal xuya dikin hene; Yek qeyrana hebûnê ye ku îro roj bi roj kurtir dibe, dido di nava dewlemendîyên dinyayê de roj bi roj kurbûna hejarîyê derdikeve pêşberî civakê. Sisê, bi wan qeyranan re qeyrana şaristanî û ekolojîyê jî çêbûye. Di sedsala 21 an de kapîtalîzm di nava gelek bûyerên ku li dijî hevdû de ne asê maye û ketiyê navbêna Xelîl û Celîl.

- Sedsala 21 an dibe sedsala têkoşîna jinan. Ev rastî gelekî eşkere derketiyê holê. Em di kesayetiya keça Kurd Jîna Emînî de têkoşîna jînên Kurdistanê û dinyayê silav dikin. Di xebata xwe de wê “Dibistana Marksîst Li Amedê” giringîyê bide pirsên jînan, nirxên wekhevî, rûmet û keda jînan derxinê pêş. Em bahwerin ku jin û mêr divê ji bona civakek azad û sosyalîst bi hevdû re karbikin, mafê wekhevîya jin û mêran bi hevdû re biparezin. Hevbeşbûn ji bona têkoşîna wekhevîya jin û mêran pirseke sereke ye û divê bi hişmendî were parastin.

-Qeyrana Ekolojîk beriya her tiştî, ji ber ku kapîtalist dixwazin çavkaniyên xwezayê ji bona berjewendiyên xwe biçewsînin, derketiye holê. Kapîtalîst tucara ji çewsandina civak û xwezayê têr nebûne û nabin. Ew hergav bi dûv qezenca xwe de ne. Qeyranên ekolojîk bi tevahî ji encamên çewsandina kapîtalîzma bê ser û ber derdikevin holê. Îro parastina xwezayê û jiyaneke bi rûmet xwesteka hemû dinyayê ye. Ji bona Kurdistanê jî parastina xwezayê pirseke gelek giring e û xwedî nirx e jî.

-Li dewsa keda zindî îro em dibînin ku robot ketine nava jiyana mirovan. Ev robot gelek caran jiyanê hêsanîtir dikin. Ev ji rast e. Ekonomîya ku pala xwe dide torên zanebûnê, zorê dide civaka ku piştî kapîtalîzmê were avakirin. Ev civak divê piralî were nîqaş kirin. Weke ku tê zanîn di dîroka geşedanê de hêza buharê û enerjîya komirê weke çavkanîyeke sereke di şoreşa endustrîya yekemîn de dihate bikaranîn. Bi dûv de jî çavkanîya enerjîyê di şoreşa endustrîya duyemîn de bû petrol û elektrîk. Divê em ji bona pêşeroja xwe ji van bertengîyan derkevin û çareserîyan nû bibînin; An emê di nava pratîkê de xwe nû bikin an jî di dîroka mirovantiyê de ku bi çargavan bazdide, emê bi dûv guhertin û veguhertinan de peya bimînin!

-“Dibistana Marksîst Li Amedê” hemû bûyer û pêvajoyan di ber mireka rexnegir re derbas dike û di xebata xwe de armanc dike ku lê hûrbûnan derxînê pêşberî civakê. Belê, hemû tişt ji nûve divê di rexnegirîya lê hûrbûnan re derbas bibe. Ev rewşa nû divê baş were niqaşkirin û ji nûve bibe mijarên hilberînê.

-Emê ji Amedê destpê bikin û bixwazin welat, herem û dinyayê jî têbigîhêjin,wêna şîrove bikin, belê, hemû kesên ku di wan mijaran de bixwazin guhertinan bikin, wê “Dibistana Marksîst li Amedê” bi wana re di nava têkîlîyan de be. Di çarçoveya teksta ku me li jor formule kiriye û me hemûyan jî girêdide em bangî hemû mirovan dikin ku alikarê me bin. Yên ku dixwazin di wan mijaran de bi me re alîkar bin, emê weke “Dibistana Marksîst Li Amedê (DMA)” hergav bixwazin bi wana re nava têkilîyan de bin. Emê van armancan bikin bingeheke zelal ji bona hemû hilberînên fikir û ramanan afirîner. Silav û rêz" got.

Amed’te Marksist Okul (AMEP) kuruluş ilanının Türkçesini ise Sosyalist Feminist Gazeteci Armen Korkmaz okudu

Korkmaz, "Bir süreden beri “Amed’te Marksist Okul (DMA Dibistana Marksist li Amedê)” oluşturma çalışmalarını sürdürüyoruz. DMA’nın, ancak uzun soluklu ve kalıcı bir çalışmayla adım adım oluşturulabileceği bilinciyle şimdiye kadar hareket ettik. Her alanda üretim hedefiyle Amed’ten evrensele, evrenselden de Amed’e bakan; yerel ile evrenselin etkileşimini esas alarak yola çıkıyoruz.

DMA’ yı oluşturma sürecinde belli başlı hareket noktalarımız şunlardır:

-Öncelikle fikirlerin yeniden üretimi üzerinde duruyoruz... Fikirler, doğru fikirler de gelişir, olgunlaşır, yaşlanır ve gün gelir yeni bir bakışla yeniden üretilir.

Hiçbir olgu ve düşünce; gelişme, değişme, yeniden üretilme evrelerinin kaçınılmazlığını içeren diyalektik yasadan yakasını kurtaramaz. En tartışılmaz doğru olan, Marks’ın artı değer teorisinin de bir geçerlilik süresi vardır.

Sadece fikirler değil devlet, millet, sınıflar, çekirdek aile, temsili demokrasi, parti, sendika vb. uzun tarihi süreçte değişime uğrayarak işlevini yitirirler. Çünkü bütün olgular, kavramlar ve fikirler tarihî süreçte değişirler.

- Dünya giderek küçük bir köye dönüşüyor. Küremizde uzak, yakın, büyük, küçük, metropol-taşra ayrımı giderek önemini yitiriyor. Gelişen iletişim ve etkileşim ağı sayesinde artık yeryüzünün her noktası dünyanın merkezi konumundadır. Artık bulunduğumuz noktadan dünyayı anlayabiliyor, tanımlayabiliyor ve yorumlayabiliyoruz.

Her yer gibi Amed de bir merkezdir. Dünyanın felsefi, bilimsel, sanatsal, ideolojik, politik yeniden üretim eksenlerinden biri de Amed olabilir. Olmalıdır. Bunu, dünya uygarlığının beşiği, kültürün, bilimin ilk filizlendiği yerlerden biri olan Mezopotamya coğrafyasında bulunan Kürdistan’dan söylüyoruz.

-İki yüz yıllık çağdaş sosyalist hareketin pratiğinin ışığında diyoruz ki, Marks-Engels’in hazırladığı Komünist Manifesto, başta artı değer yasası olmak üzere temel tespit ve hedefleriyle geçerliliğini koruyor. Kapitalizme karşı sosyalizm mücadelesinde bizlere yol gösteriyor. Kapitalist sistem nihai olarak aşılmadığı sürece de Manifesto temel çizgileriyle geçerliliğini koruyacaktır.

-20. yüzyılın devrimci-sosyalist dinamikleri; 19. yüzyılı tekrarlamadıkları için taş üstüne taş koyabildiler. 21. yüzyılın felsefi, teorik, ideolojik, politik, sanatsal dinamikleri de 20. yüzyılı tekrarlamadan kendisi olmak ve tarihe not düşmek sorumluluğuyla yüz yüzedir. Bu yaklaşımla sosyalist kökümüzle çatışma içinde olmadan, üretimde sürekliliği hedefliyoruz. Kürdistan’dan kalkışla, yeni dünyanın yapıcıları arasında yer almak istiyoruz.

-Yaşayarak görüyoruz ki; bütün olguları, üretilmiş tıkaçları, ambargoları ve “dokunulmaz doğruları” Marksizm’in radarından mercek altına alan teorik üretim zorunluluğu, çoktandır herkesin kapısını adeta tokmakla çalıp duruyor.

Felsefe, sanat, ekonomi, devlet, millet, aile, siyaset, örgüt vb. hepsinin varoluş sosyolojisi sürekli değişiyor. Buna karşın, sosyalist hareket içindeki bazı yaklaşımlar hâlen “...falan yoldaş şöyle dedi” vb. ideolojik söylemlerin tekrarı ile sınırlı kalmaktadır. Sosyalistler, kendilerini yenileyemedikleri için son yıllarda küresel olarak gelişen işçi-emekçi hareketleriyle buluşmada ve onlara öncülük etmede sorun yaşıyorlar.

Bizler bu bağlamda Marksizm’in Kürdi yorumunu ortaya koymayı hedeflemekteyiz. Dünyayı ve Kürdistanı yeniden kurmak, yaratmak istiyorsak çağın bilincini kuşanmış insan gücüyle rutin olanı aşmamız gerekiyor. Marksizm’in Kürdistan’da yeniden üretilmesini savunuyoruz. Bunu ileri sürerken tarih, bilim ve kültürün beşiği Mezopotamya’da sınıfsal-toplumsal kurtuluş hareketleriyle birlikte, Kürt halkının ve diğer ezilen, sömürülen halkların ulusal bağımsızlık mücadelelerini de bütün yönleriyle ideolojik-teorik üretim ve pratik konusu olarak DMA’nın gündemine alacağız.

-Kapitalizmin derin bunalımının temelinde, birbiriyle etkileşimli üç katmanlı kriz bulunmaktadır: Derinleşen varoluşsal kriz, Zenginlik içerisinde yoksulluğun derinleşmesi olarak uygarlığın krizi ve Ekolojik kriz.

Kapitalizm 21. yüzyılda, varoluşsal olgularıyla iki arada bir derede sıkışmanın krizini yaşıyor. Öyle ki kapitalizm; devlet, millet, temsili demokrasi, çekirdek aile, işçi sınıfı vb. ile birlikte ne ilerleyebiliyor ne de yollarını ayırabiliyor. Kapitalizmin varoluşsal bunalımı buralardan beslenerek derinleşiyor. Ayrıca bugüne kadar kapitalizm, krizlerin altında yıkılmak yerine genellikle değişen koşullara uyum sağlıyordu ve mutasyon geçiriyordu ama artık krize uyum sağlamada da giderek sınırlarına dayanıyor.

-Ekolojik kriz; kapitalistlerin aşırı kâr amacıyla doğal kaynakları sınırsızca tüketmesinin sonucudur. Her ekosistemin bir taşıma kapasitesi vardır. Madenler, toprak, su, hava ve biyoçeşitlilik sınırlı kaynaklardır. Ekolojik meselelerde yeni yaklaşımlar üreterek öncülük etmek Marksistlerin görevidir. Doğanın korunması ve yaşanılabilir bir dünya isteği, Kürdistan için de hayati bir önem taşımaktadır.

-21. inci yüzyıl kadınların yüzyılı oluyor. Kürt Kızı Jina Eminî’nin başlattığı mücadele Kurdistan’da ve tüm dünyada sembol hâline geldi. Jîna Emînî’nin şahsında tüm dünya kadınlarının mücadelesini selamlıyoruz. DMA’nın önemli çalışma alanlarından birisi de kadınların eşitlik, emek ve hak mücadelesi olacaktır. Sosyalist bir toplum yaratmak, kadın- erkek eşitliğini sağlamak ancak ortak bir mücadeleyle olanaklı olabilir. Mücadelede ortaklaşmak geleceğimizin garantisi olacak.

-Üretimde canlı emek yerine robotun yer almaya başlamasıyla insan yaşamını kolaylaştıran koşullar güçleniyor. Bilgi ağlarına dayanan ekonomi, kapitalizm sonrası toplumsal koşulları zorluyor.

Buhar gücünün ve kömürün enerji kaynağı olarak kullanıldığı Birinci Sanayi Devrimi’nin ardından enerji kaynağı olarak petrolün ve elektrik gücünün kullanıldığı İkinci Sanayi Devrimi gerçekleşti. Üretimin otomasyonun ve telekomünikasyonun devreye girmesi, fosil yakıtların yanı sıra rüzgâr ve Güneş enerjisi gibi tükenmeyen enerji kaynakları ile nükleer enerjinin kullanılması ile Üçüncü Sanayi Devrimi gerçekleşti.

Kısacası değişim, dönüşüm süreci derin ve kapsamlıdır. Burjuvazi artık toplumsal sorunların önüne geçemiyor. Tarihsel akış bütün engelleri aşıp ilerleyerek devrimci değişimden yana dinamikleri yeni bir düzene geçmeye zorluyor. Dünyadaki tüm toplumlarda bir sıkışma hâli var. Bu sıkışma hâlinden çıkış: ya pratikle ilişki içerisinde kendimizi yenileneceğiz ya da dörtnala koşan tarih akışının peşinde yaya kalacağız!

- DMA; tüm olgu ve süreçlere ayna tutarak eleştirel irdeleme yapmayı hedeflemektedir. Buna göre; bilim, felsefe, siyaset, sanat, devlet, sömürgecilik… Evet, her şey eleştirel irdeleme-tartışma ve yeniden üretimin konusu olmalıdır.

-Amed’ten başlayarak ülkeyi, bölgeyi, dünyayı algılamak, yorumlamak, değiştirmek isteyen herkesi, DMA ile doğrudan ya da dolaylı olarak iletişime geçmeye ve katkı sunmaya çağırıyoruz. DMA, bu bağlayıcı belgesi çerçevesinde her kesime açık bir düşünce üretme zeminidir. Selam ve saygılarımızla!" dedi.

Editör: Haber Merkezi