Gelê me yê welatparêz, heval û şopînerên hêja;
Bi dehan sale hetta bi sedan sale hûn têkoşînek bê hempa didin, helbet hilberînên vî têkoşînê jî pirr giranbuha ne. Lê mixabin di vê tekoşînê de kêmasiyek pirr mezin û berbiçav jî her dem xwe dide xuyakirin û derdikeve pêş çavên me. Ew jî eleqeya me ya bi zimanê me ve girêdayî ye.
Çawa ku hûn jî dizanin bingeha vî têkoşînê, daxwaz û xwesteka "Zimanê" dayikê ye. Ji bo vî daxwazê berdêlên gelekî mezin hatiye dayîn û hê jî tê dayîn. Lê çawa dibe ku ji bo daxwazekî ev çend berdêl bide û ew çend jî bê astengî û derfet jî di destê me de hebî û mirov wî daxwazê di jiyana xwe de bikar neyîne? Bi rastî ev pirs, serê min û serê gellek dilxwazên zimanê Kurdî jî tevlîhev dike.
Li gor hin lêkolînan, di cîhanê de kesên ku herî zêde tor û medyaya civakî bikar tînin Kurd in. Lê gava mirov zimanê wan dipişkîne (qontrol dike), parvekirin û şirove yên wan ji %70-80 wan bi zimanê biyanî ne. Ez gelek mirov nas dikim dema rojane diaxivin, bi zimanê xwe diaxivin û hema bêje bê kêmasî jî diaxivin, lê dema di tor û medyaya civakî de parvekirin û şirove dikin, bi zimanê biyanî dikin.
Gelo sebebê vî çi ne? Li gor dîtina min;
1- Yan, zimanê xwe piçûk dibîne ji ber wî jî ji zimanê xwe şerm dike,
2- Yan jî, jêve kirî tu kes ji zimanê wî fêhm nake loma dixwaze daxwaza xwe bi zimanê biyanî bide fahmkirin,
3- Yan jî di têkoşîna xwe de ne ji dil û dilxwaze, loma dixwaze her tim xwe bi zimanê serdestan derîne pêş,
4- Dibe ku, zimanê xwe nizane û ji bo fêrbûn û nivisîn a zimanê xwe jî tu hewidanên wî/ê jî tuneye.
Bi rastî, ji van hincetan pêve tiştekî din jî nayê hişê min. Lê hincet çi dibe bila bibe, ev hincet hemû jî ji bo pêşketina têkoşînê kêmasiyên pirr mezin in.
NÎŞE: Heval û şopînerên hêja, mebesta min şikandin, tewanbarkirin û qirêjkirina tu kesî nîne, tenê ez dixwazim bala we bikşînim ser mijareke girîng. Ger hin kes ji ber vî nivîsê xwe şikestî bihesibîn in jî ez lêborînê ji wan dixwazim. Lê her kes dikare para xwe wek rexneyê jê wergire.

Editör: Hamza Özkan