AMED ÖTEKİLERİN GÜNDEMİ- Nivîskar Xecê Şen bi pirtûka xwe ya yekem "HÛMÎTRA" Felsefeya hûnerê ya Mêhrî-Mîtrayî re derket hember xwendevanên kurdî. "HÛMÎTRA" Felsefeya hûnerê ya Mêhrî-Mîtrayî li Amedê ji aliyê Weşanên Aram ve hat çapkirin. Nivîskar Xecê Şen li ser hesaba xwe ya civakî spasî kir Şen, "Silav dost û hevalên hêja, ji bo piştevanî û parveyên we ya ji bo pirtûka min a nû ya bi navê "HÛMÎTRA" gelekî spas dikim. Ev projeya min a bi navê "HÛMÎTRA" di encama xebatên min a 9an de derket holê. Her wiha kedeke mezin di vê pirtûkê de hat dayîn. Ji ber ked û piştevaniya wan, ez di serî de sipasiyên li weşanxaneya Aramê dikim. Di vê pêvajoya zor û zehmet de çapkirina vê berhemê girt ser milê xwe. Û ez sipasiyên xwe ji hemû mamosteyên hêja yên ku alîkariya min kirine dikim. Di vê pêvajoyê de gelek pirtûkên hêja û bi bi zimanê kurdî derketin, ev ji bo pêşxistin, pêşdebirin, ji bo avakirina lîteratora ziman û wêjeya kurdî gavên pir hêja û pîroz. Ji ber vê yekê ez hemû nivîskarên kurd silav dikim û ji berdewama xebatên wan re serkeftinê dixwazim. Bi hêviya di welatê rojê de, di kolanên azad de, bê tirs û bê xof stranên azadiyê em hemû bi hev re bilîlînin!!!........." YouTube ► kanalında ülkenin sıcak gündemini ötekilerin sesinden ekrana taşıyoruz. ÖTEKİ TV Resmi Web Sitesi ► https://tinyurl.com/b5s3nfb5 ÖTEKİ TV Sosyal Medya Hesapları: E- Posta ► otekileringundemi@gmail.com haber@otekileringundemi.com Twitter ► https://twitter.com/OtekilerinG Facebook ► https://www.facebook.com/OtekilerinG Instagram ► https://www.instagram.com/otekilerin_gundemi/ YouTube► https://www.youtube.com/c/%C3%96tekilerinG%C3%BCndemi/featured Sizler de kanalımıza abone olabilir ve arkadaşlarınıza önerebilirsiniz! Değerli izleyicilerimiz yayını beğenmeyi, paylaşmayı, kanalımıza abone değilseniz abone olmayı ve bildirimleri açmayı unutmayınız!!! Teşekkürler