Îrfan Babaoglû nîvisand: “Ji bo Yekîtî her gav dîrokî ye”

“Ji bo Yekîtî her gav dîrokî ye”
Yekîtî peyveke mezin û bi wate ye. Neteweyek ku li gor vê peyvê tevgeriyabe û bi serketibe
meseleyê xwe ya siyasî jî bi hêsanî hal kiriye. Weke vê, kesek jî, bi rihê hevgirtin û yekîtiyê
tevbigere, xebatê xwe li gor piştgirî, alîkarî û tevlêbunê pêk bîbe, bi her awayî serkeftî dibe.
Mixabin em Kurd, ji durahiya dîrokê vir ve di mijara yekîtiyê de serkeftî nebûnin. Keleporiyê
me, tecrube û zanînê me li gel hevgirtinê zede nîne. Dibe ku qet tune be. Li gel vê yekê, ji
aliyê jîrbûn-berxwedêrî, ked û fedkarî û lehengiyê ve tu kêmaniyê me ji gelên din nîne.
Tiştê herî girîng jî neyarên Kurd, yên ku dixwazin vî gelê di bin pergalê xwe de tune bikin,
herî zêde û di her astê de polîtîkayeke cudakirin, ji hev xistin, perçe kirin, dur xistin û tenê
hiştin bi me ferz dikin.
Mînaka vê polîtîkayê kambax gelek in.
Xwestina azadî û demokrasiya gelê Kurd ya sed salî, îro gihiştiye asteke girîng. Erdnigariya
Rojhilata Navîn ji nu ve tên xêzkirin. Dewletên heyî, ji bo pozîsyona xwe ya kevn û dij gelan
de israr in. Gelan jî, ji bo statuyeke demokratîk û pergaleke azadî dixwazin û ji bo vê armancê
hewl didin.
Di Rojhilata Navîn de Kurd, xwesteka gelan di vê tekoşîna xwe de dihewîne.
Û siyaseta Kurd, di demên dawiyê de têgeha yekîtiyê zêdetir derdixe pêş. Amadehiya
kongreyeke netewî dikin. Di nava perçeyan de, kom û komikan, partiyên siyasî û şexsiyetan
de xebata yekitiyê dimeşînin. Weke gotina Îlham Ehmed: “Ji bo yekitiya Kurd, her gavek
dîrokî ye”
Xuyaye, di hemû parçeyan de rêxistin û partiyên piçuk û mezin, kom û komikan li ser vê
yekê serê xwe diêşînin. Rewşa heyî, nêzbûna dewletan û rewşa cîhanê vê yekitî û hevgirtinê
bo gele Kurd, weke “nebe nabe” ferz dike.
Li gel van hemû gelemşeyan, hêna têgehên yekîtî û hevgirtin asta niqaşê de ye. Di vê meselyê
de gavek şênbêr nehatiye avêtin. Belê di gelek hereman de xebata wê hene. Panel û
konferansan li ser mijarê pêk tên. Lê asta netew de û asta diplomatik de hêna mînaka şênber
derneketiye holê.
Yek jê mijara yekitiyê neteweyî ev e: Gelek insanên me ji ber encama tekoşîna azadiyê
mecbur manin ji welatê xwe koç kirine. Hêjmara ev însanên me, salên dawiyê gihiştiye asteke
balkêş.
Lê, vê yeka dawiya tekoşînê nîne.
Ev jî rastiyeke me ya dîrokî, rojane û netewî ye. Li wan deran ev çil salin însanên me bi her
awayî tekoşînê xwe ya însanî, demokratik, aliye ziman û çandî didomînin. Tecrubeyeke mezin
li wan deran derketiye holê.

 

Di vir de tekoşîneke îradî û bi zanîn gere hebe. Heke em di nava yekitiyê de bin vê belavbûnê
em kanin biguherînin mînaka yekîtiyê. A girîng ev e ku em Kurd di mêjiyê xwe de
penabertiyê erê nekin. Ji aliye ziman, çand û netewî de sazîbuyinê zindî bikin.
Ji ber ku sazîbuyin rê û rêbazeke hevgirtin û yekîtiyê ye jî.
Li ser vê bingehê; Komele, Enstîtû û her çi nav be Navenda Cîvata Kurd, hem di asta
kesayetiyê de hem jî di asta netewe de, însanên me di nava hestên yekîtiyê de digre.
Ji bo vê yekê gere em rihê xwe terkê tenêbuyina penabertiyê nekin, şertê welatê biyanî ji aliyê
azadiya gelê xwe biguherînin.

 

şişli escort avcılar escort esenyurt escort