Parastina Zimanê Dayikê, Navê Din a Berxwedanê ye Sê salên dawîyê em ji rojevê xwe qut bûn. Ji bajarên xwe, ji tax û gundên xwe qut bun.

Parastina Zimanê Dayikê, Navê Din a Berxwedanê ye

Sê salên dawîyê em ji rojevê xwe qut bûn. Ji bajarên xwe, ji tax û gundên xwe qut bun. Di vê rewşê de em ji zimanê dayikê qutbûn.

Desthilatdar û xêrnexwazan, hewl dan ku hemû rojevê me bidestbixin. Sê salên dawiyê bêkarî, ji kar dur xistin, metirsê wendakirina kar û barên xwe, bûn rojeva me ya bingehîn!

Kovar û rojnameyên ku ji bo me bîrê fikrî û ramanê bûn, hatingirtin. Komele, fedrasyon û însiyatîfan ku me dixist di nava liv û tevgeran, hatin qedexe kirin.

Wexta ku em ji rojevê xwe dur ketin û bi tena serê xwe man, xêrnexazan, vê yekê weke lawaziya me nirxandin. Li ser vê rastiyê her roj zêdetir şer û pevçûnê, êrîş û çekê û bombeyê kirin perçeyek jiyanê me ya rojane.

Biryarnameyên yekalî, biryarên hukuk û edeletê bialî, weke tehdîdek li ser serê me sekinîn.

OHAL ku navê qedexeyan bû, rabû. Lê, hemû kirin û rihê xwe li ortê ma.

Di nava van qedexeyan de qedexeya ziman û tiştên ku ziman tînê ber çavan vê qedexeyê kur kir.

Qedexeyên ku li ser zimanê dayikê anîn, bi girêdayiya qût buna ji rojevê xwe, di jiyana rojane û zihniyetê me de bandoreke mezin ava kir.

Gere em bizanîbin ku kesên ku me ji kar dur xistin, nikarîbûn me ji zimanê dayikê dûr bixistana. Kesên ku şer û pevçûnê li ortê danîne, nikarîbûn fikr û ramanên ku li dil û mêjiyê mene de, tûne bikirana.

Li ser vê yekê, cardin û ji nûve, ev dem tam dema vegerê zimanê ye. Bi axaftina zimanê dayikê, xwendin û fikirandin bi zimanê dayikê, rasterast, hezkirina welêt, gel, û erdnigarî ye. Û prensîba rêzdariya bi xwe xwe ye.

Xêrnexwazan, tenê bi mudaxaleya jiyana me ya rojane ve dernakeve pêşberî me. Yek jî me ji cih û warên xwe dûr dixin. Hejmarek ne hindik insanên me çûn welatên din. Bi deh qat zêdetir ji van gund û taxên xwe, suk û bajarên xwe terk kirin, di bajarên metrepolan de belavbûn.

Ev encam, bi çi sedemê rû dide bila bide, terk kirina welêt û bajarên xwe, polîtîkayeke xêrnexwazan in. Ev polîtîka heman demê de polîtîkayeke vala kirin û bê jiyan kirina welatê me ye.

Wê çaxê em jî gere vegerin li ser rojevê xwe ya ku lê gerîna azadî, demokrasî û mafên çand û ziman me dimeşand.

Wexta ku em hatin vê xetê, wê çaxê gere şiîrê nivîskarên Armen em bînin bîra xwe. Şaira Armen Sîlwa Kapudîk li ser gora wê wihadinivîse;

Zarêmin, binere, min baş gudar bike / Çi dikî bike / Ku ve bixwazî biçe / Biniya bi kîjan heyv ango rojê de / dijî bijî / dibe ku tu mirov buyinê xwe ji bîr bikî / lê tu zimanê xwe ya dayikê ji bîr meke! / Tu dê ji bîr nekî!

Divê zimanê dayikê her tim di rojeva me de be. Zimanê dayikê li hemberê belavbuyin û wendabuyinê re, bê welat hiştinê re, bê nasnametiyê re kok û bingehek starê ye. Weke darê ku, bi hêza koka xwe, şax û pelên xwe li hemberê ba û bahoz re diparêze… Em diçin ku bila herin, bi kîjan kar û xebatê ve mijul dibin bila bibin, xwe pêçandina bi zimanê dayikê, dibe navê din a berxwedanê ye, jibo me…  Li ser vê esasê jî parastin û xwedî derketina zimanê dayikê, gere bibe pîvanên ya sereke ya tekoşîna azadî û demokrasiyê.

İrfan Babaoğlu

Nişe:Min nivîsê xwe ya yekemîn bi Kurdî nivîsand. Ji bo ku nivîs li ser zimanê dayikê bû. Îro pê ve vê malperê re, bi Tirkî binivîsim. Carna jî, li gor mijar û peyamê Kurdî jî binivîsim. Cejna we ya Qûrbanê pîroz be!