Ziman navgîna ragihandinê ye. Mirov bi riya dengan hest û ramanên xwe radigihînin hev. Ziman dergûşa hemû afiraninên mirovan e.

Ziman navgîna ragihandinê ye. Mirov bi riya dengan hest û ramanên xwe radigihînin hev. Ziman dergûşa hemû afiraninên mirovan e. Dergûşa çandê ye. Ziman nîşaneya nasnameya hevpar e. Ziman jiyana kesatiyê ya zimanzanan e.

Jinên Kurd ji ewil heta îro di jiyana xwe de gelek tişt dîtine, lê mixabin ji gelek kevneşopiyên xwe jî dûr ketine. Ji kinc û bergên xwe  gelek zêde dûr ketine. Kinc û bergên dijî çanda xwe li xwe kirine. Wekî tê zanîn di bin bandora çand û bîrdoziya (îdeoloji) dijî gelê xwe zêde mane. Em li ser dûr û nêzîkbûna Kurdinî çend mînakan bidim. Mînak wekî sergirtin, peyvandina rojane, rêzefîlm, zarokgehandin hwd. sedan sed li bin bandora bîrdoziya dijî jinên Kurd e. Navê kinc û bergên jinên Kurd kirine sergirtin. Dema mirov dîroka Kurdistanê temaşe dike ji bo sergirtina jinên Kurd ti asteng çênebûne, lê mixabin ev deh pazdeh sal e hinek kesên dagirkerên bîrdoz derketin qadan û kolanan digotin ji sergirtinê re azadî  gelek kes vê rêyê de dixapandin.

Lê mixabin ev rastiya hinek jiyana jinên Kurd e. Navên zarokên xwe kirine Merve, Hayatnur, Tayip hwd.  gelek jinên Kurd ji rastiyên xwe dûr neketin. Ev jinên Kurd çawan do bawer bûn, îro jî bi bawer û bawermend in. Mafê ti kesî tuneye li ser bîrûbaweriya me berjewendiya xwe bike. Bila evê baş bizanin, ew berjewendiya wan ya pûç de di eniya wan re dê bibe deqek reş. Dîroka Kurdistanê ji do heta îro gelek dayikên kedkar kevneşopiya ziman, çand û bergên jinên Kurd parastine. Hinek herêmên me wekî Amed, Wan, Colemêrg, Şernex, Mêrdîn û Riha ji kevneşopîya xwe dûr neketine. Rojane bi çand û hunera xwe keyfxweş dijîn.


Lê mixabin hinek bajarên me yên Kurdistanê ji kevneşopîya xwe zêde dûr ketine. Dema em zarok bûn, dayikên me ji me re çîrok digotin. Lê îro dayîk qam nakin ji zarokan re çîrokan bibêjin. Ji zarokên xwe re tv vedikin û wan bi xiçêfîlmê pepe, cayu, keloğlan, dibişêvin. Ew zarok wekî  zarokekî Tirk mezin dibe. Şûna ku çand û hunera Kurdî hîn bibe, çanda deryaspî, deryareş û anatolîya navîn hîn dibe. Daxwazîya min ji dayîkan, bila ji zarokên xwe re çîrokên Kurdî bêjin, wana nespêrin pepe û keloğlanan. Ji keda wan dayîkan zimanê me pûç nebû. Her rojê ziman li ber xwe da. Dayikan zimanê xwe li rojane dipeyivî, şevên li şevan ji zarokên xwe re serhildana mala Elyê Unis, serpêhatiya mîrê Botan, jiyana Ehmedê Xanê kilamên Eyşa Şanê, çîroka keçelok hwd digotin. Ez destê wan dayikan maç dikim, serê xwe ji ber wan de ditewînim. Hezar car mala wan ava be gelek spas dikim dayîkên bi rûmet û serfiraz. Dema mirov kevneşopîya jinên Kurd binirxîne, gelek kinc û bergên wan ên taybet hebûn.

Taybetiya sergirtin û xemilandina  wan jî ev in: temesî, lêçek, desmal, kulav, çarşev, kiras fîstan, şal, şalwar, poşî gîfî, parzûn, çentên rîs, xurçik, buxçe, lewendî, kildan û têr. Jinên kedkarên Kurd  rojane sergirtin û xemilandina xwe de wisa dixemilin: kulav di jiyana jinên Kurd de pir balkêş bû û gelek jî taybet bû. Rojên şahiyan û dilanan li serê xwe dixemlandin. Kiras û fîstan rojane li xwe dikirin û rojên taybet jî kiras û fistanên delal li xwe dikirin. Şal rîs navtenga xwe ve girêdan ji bo pişta wan neêşê wekî din ji bo xemilandinê navmilê xwe dikirin. Şalwar jî rojane dema karê malê dikin ji bo kiras û fîstanên wan yên paqiş qirêj nebin li xwe dikirin. Poşî gîfî ew kesa bûk û berbûkan li serê xwe dixemilandin. Ji xemlandina bûkan de poşî gîfî û temesî li serê bûkê dikirin û berbûkan ji serê xwe poşî gîfî dixemilandin. Buxçe kesa dema dibe bûk, lêzim, cînar û malbatên bûkê diyar dikirin. Di buxça bûkê de jî ev in: gore, lêçek, desmal, dantêl, dantêlên wana yên Şahmaran, neynîk, şeh, kilvan, û tiştmiştên hûrdek. Têr jî di jiyana jinên Kurd de pir taybet e. Kesa dema nêzî zewacê dibû ji xwe re dantel, desmal, lêçek, kiras, fîstan, hwd amade dikir. Cihêza malbat lêzim û cinaran jê re dianîn ew jî têxisine têrê. Têr cihêza jinan pir balkêş e bi rastî. Parzûn jî ji bo debara rojanê li pişta xwe ve girêdidan, mînak; mendê, sîrk, kengir, givark, siyabû, catre, pûng hwd. Çentê rîs gelek balkêş bûn ji bo tiştên taybet. Çarşev zêdeyî oldar wekî malbatên şêx, seyit û seyda hevserên wan û qîzên wan û bûkên wan li xwe dikirin.

Jinên dihatine ber zewacê ji bo bêne naskirin temesî li serê xwe ve girêdidan. Jinên zewicî, wan jî rojane lêçek li serê xwe ve girêdidan. Desmal ji dayikan serê xwe girêdidan. Desmal ji bo dayikan pir taybet bû. Ji ber vê desmala spî weke gula aştî hat navkirin û di civaka Kurdan de ji rêz ve dikirin. Dema navbera du kesan, du malbatan, du eşîran û welatan şer û qirên derdikevt, dayikan desmala serê xwe derxistin danîne navbera wan kesan ji bo şer û qirên raweste.

Şal û şepik kinc bergên zilaman bûn: desmala nokoyî, êlek, şot û şal pêk tên: Şal û şepik zilamên Kurd rojane li xwe dikirin. Weke rojên şahî û taybet şal û şepikan xwe yên nû li xwe dikirin. Rojane dengbêjî û stranên xwe distrîn, çîrokvanan çîrok di gotin,  lê mixabin îro jiyana xwe pir dûr ketine, hinek kes mane bin bandora jiyanek kapîtal û burjuva ya hûrdek de dijîn. Ji ber vê jiyanê demokrasîyê û azadiyê dûr disekinin. Hinek kesen kedkar salane ji bo jiyana demokrasî û azadiyê li ber xwe didin.

Gelo rêzefîlma Ax û Jiyan ya Roj tv de dihat weşandin çend kesî temaşe kiriye?  Qaşo rêzefîlmên mîna Aşqê Memnûn, Kurtlar Vadisi hwd. çend kes temaşe dikin? Ji ber kar û keda xebatkarên Roj tv û lîstikvanên Ax û Jiyanê ji bo keda wan ya pîroz ya li ser Kurdînî ez pîroz dikim. Lê mixabin gelek jin mêr û ciwan îro rêzefîlmên mîna Aşk-Memnun, alemin kıralı, kurtlar vadisi hwd. Li bin bandora wan çanda tunebûnê dijîn  Mixabin kinc, berg û xemilandina xwe wan mînak hildidin û şirovên wan yên rojane li ser rêzefîlm e.

Îro navên zarokên xwe navên şoreşgerên Kurd lêdikin lê dema wan dipeyvîn, ne zimanê dayîkê Tirkî dipeyvîn dibêjin -kızım Zîlan 10.yıl  marşi yazdın mi?, oğlum  Celadet Bedirxan okulda Türkçeyi ezberledin mi? Ve kızım Meyremxan andımızı okudun mu?

Wekî rojenê dipeyivin dibêjin teşekkur dikim, kafa serê min de nema, tu telefonê kapatmış ke ez ê baxmiş kem paşê ez ê te aramış kem, ez düşünmüş bûm ez te ra ez bêjim, diçim toplantıyê, ez mahlê me, tu doxtorê dîşçi nas dikî, belediye başkanı kiye? Rastiyek civînen me heye dema em di peyvîn em nîv ziman di peyvin. Dema civînên me çêdibin ew kesên li dîwan destpêka axiftina dike wisa dike” Hûn bi xêr hatin civîna me ez lêborîna xwe dixwazim ez nikarim Kurdî bipeyvîm ez ê Tirkî bipeyvîm. Toplantımıza hoş geldiniz kusura bakmayin anadilimle kendimi ifade edemiyorum bunu özeleştiri olarak kabul ediyorum” Hinek civînên me jî pirzimanî ne. Dema dipeyvin dibêjin. Li ser sürecê em ê değerlendirme bikin, em bayan û mêr çi difikirin, düşünca we çi ye gelo?,  öneriye we, eleştiri we, özeleştiriyên xwe hebin bikin, em eğitima zimanê dayîkê dixwazin, ji bo anadilê xwe em ê yürüşekê bikin, hemû kurumê me bila yöneticiyan wan, üyên xwe ra bejin, em topluma xwe ra bikevin diyaloqêke bidanin. Belê, ev rastiya me ya xebatkarên sazî û sîyasetmedaran e. Mixabin dayîk û bav û em hemû kes rojane axiftina xwe, civînên xwe de em wisa dipeyivin. Em pêşî weke mamosteyên Kurd, nivîskarên Kurd û rewşenbîrên Kurd vê kêmasîya ziman nedaye naskirin û parvekirin, ev kêmasîya me ye. Em vê kemasîya xwe bibînin bidin ber çavên xwe, dest lêkolînê, perwerdehî, nîviskarê, xwendin hwd bikin. Ji hemû heval û hogirên xwe re çend pêşniyarên min hene. Kurdî Der û Enstîtûya Kurdî, qesrên çandê, malen gel, malan perverdehiya pişgiryê û sazîyên me em bikin dibistan. Gund gund, bajêr bajêr em lêkolîna ziman û çanda Kurdînîya xwe em direng nemînin berhev bikin. Mînak çîrok, metelok, roman, xaçepirs, biwêj, stran, dengbêjiyê hwd.

Ji bîr nekin nava zimanê Kurdî hesûdî tuneye hezkirin heye. Fîlozofê zimanê Kurdî Ehmedê Xanê di şîreta xwe de dibêje, “Ji diya xwe û bavê xwe hez bikin, heval û hogirên xwe hez bikin, ji dayika mezin Kurdistanê hez bikin” mamoste Aram Tîgran jî dibêje “şirîn û xweş e zimanê Kurdî’’ Hevalno ev rastiya me ye. Em li ser esasê rastî û heskirinê nêzî hev bin. Li ser zimanê me yê pîroz lêkolîna xwe geş bikin. 

 05 Ağustos 2016 tarindeki yazım http://www.bitlisbulteni13.net/yazarlar/hamza-ozkan/kevnesopiya-kinc-berg-n-kurdan/3958/