DUVAR - Pirtûka bi navê 'Çîrokên Jinên Dilşikestî' ya nivîskar Suza Samanci derket. Suzan Samancî ji salên 90î ve gelek çîrok û roman bi tirkî nivîsandin. 'Çîrokên Jinên Dilşikestî' berhema Samanci ya kurdî ya sêyemîn e. Di pirtûkê de deh çîrokên jinên kurd û yên bîyanî hene.

Yekem pirtûka nivîskar Suzan Samanci a kurdî 'Mîrzayê Reben' e. Ya duyem jî 'Ew jin û Mêrê Bi Maske' ye. Aniha romaneke Samanci bi navê 'Payîz yan jî Zîyap' jî qedîyaye. Ew jî bo çapê hazir e. Samanci dîyar kir ku ew jî romeneke psîkolojîk e.

'

GAVA TÊKÎLÎYA MIROV BI ZIMANÊ DAYÎK NÎN BE, MIROV HERDAÎM TRAVMATÎK E'

Nivîskar Suzan Samanci 13 sal e li Swîsrê dijî. Di sala 2015an de dest bi nivîs û xwendina xwe ya kurdî a zimanê dayîkê kir. Di demeke kurt de 3 berhemên wê yên kurdî çap bûn. Nivîskar Suzan Samanci wiha behsa serpêhatîya nivîsandina xwe ya kurdî dike: “Berîya 2015 an de min xwe amade dikir. Wekî gotinên Dîyarbekirîyan min nedixwast wisa tewşo mewşo binivîsanda. Lê min dixwast ku bi afîrînerî, mayînde û ji dil û rihê min derkeve. Wek çawa ez tirkî serbestim, bila wisa ji dilêm biheriçe. Bo wê min wisa dixwast û min dixwend. Gava meriv tê van dera, dikevî nava gola zimana. Zimanê min a yekemîn kurdî ye. Gava têkiliya mirov bi zimanê dayîkê nîn be, mirov herdaîm travmatîk e. Min di nava çar mehan de 'Ew jin û Mêrê Bi Maske' nivîsand. Bingeh tije be, wek avê tu dinivîsînî. Saet heta dehê şevê ez di pirtûkxaneya zanîngehê de dimam û min dinivîsand. Dû re 'Mîrzayê Reben' derket.”

'ÇÎROKA JINÊN DILŞIKESTÎ, NÊRÛNEKE EVRENSEL E'

Nivîskar Samanci dibêje 'Çîroka Jinên Dilşikestî' ne tenê çîroka jinên kurd e. Çîroka jinên bîyanî jî hene: “'Çîroka Jinên Dilşikestî', nêrînek evrensel e. Min ne tenê êşên jinên kurd, min êşên jinên bîyanî jî hilbijartîye. Êşên jinên kurd û jinên ewrupayî, hest û ramanê mêran de belkî dişibin hev, lê wekî din jinên ewrupayî pir azad in. Pir rihetin. Lê em dikarin bêjin veqetandin, eşq, têkîlîya navbera mêr û jinan de nakokî eynî ye.”

Samanci bangî xwendevanên kurdî kir û got: “Gerêk ne teorî de be, ne bi lêvkirinê de be, Xwedî nivîskar û weşanxaneyên xwe derkevin. Meriv qedir û qîmeta nivîskar û hunermendê xwe nizanibe, dêmek meriv paşda mayîye. Sibê gava şer raweste, ê çi bimîne? Tiştek namîne. Nivîskar û fîlozofê me tinebin, ewê tarîxa me jî tine be. Ya herî girîng jî ziman e.”

(Kaynak Duvar Ferhat Yaşar:https://www.gazeteduvar.com.tr/pirtuka-ciroken-jinen-dilsikesti-derket-nerinek-evrensel-e-haber-1513504)

Editör: Haber Merkezi