AMED ÖTEKİLERİN GÜNDEMİ-   "LI SER ROMANA SUZAN SAMANCI A BI NAVÊ MÎRZAYÊ REBEN DANASÎN Û REXNEYEK"

Elif Gün

Xwişka delal Xecê, min bi balkêşî li danasîna romana Suzan Samanci ya bi navê “Mîrzayê Reben” temaşe kir, çalakiyek e wisa bû ku divê ji zûde bû bihata kirin lêbelê we bi derengî jî be vê romana girîng nirxandiye (em bibêjin danasîn çêtir helbet!)

Heger hûn neêşin, ez dixwazim balê bikşînim ser çend tiştan û em binivîsin û tiştên ku me bala xwe dayê bigihînin hev da ku em pêşeroja xwe ava bikin. Berî her tiştî, we ji ser ve qala romanê kirîye. We dikarîbû kûrtir analiz bikiraya, di ser de jî, we hin tişt di romanê de xelet fam kiriye. Suzan Samancı hem di edebiyata tirkî û hem jî di edebiyata kurdî de nivîskarekê gellekî girîng e. Berî her tiştî pirsgirêka nivîsandina bi zimanê serdestan mijareke din e û pir berfireh e... Suzan Samanci cara yekemîn di sala 2015an de bi pirtûka xwe ya çîrokan a bi navê “Ew jin û Mêrê Bi Maskê” ye ku Mîrzayê Reben ne di sala 2015an de hatiye çap kirin. Suzan Samanci bi vê pirtûka xwe a bi navê “Ew Jin û Mêrên Bi Maskê” cara ewil bi zimanê xwe yê zikmakî silaveke dide xwendevanên xwe. Mîrzayê Reben 2019an de ji aliye weşanxana Avestayê hatiye weşandin. Ferhat Yaşar di nûçeyekê xwe de (malpera gazeteduvar) qala romana nivîskar a nû dike. Suzan Samanci romaneke din bi kurdî nivîsandîye. Romana wê a nû “Payîz an jî Zîyab” e. Ez dixwazim bala we bikşînim ser vê yekê. Di dema kurtenivîsandin an jî danasîna romanê de, xala girîng çûna Mîrza ya giravê ye, çima Mîrza neçar dimîne ku bireve, bandorê li keçeke ciwan a xwendekarê felsefeyê dike û xwedî dike, derûniya ku li Ewropayê jî nikare ji avahî û zihniyeta baviksalarî (bastanî) rizgar bibe, nîşan dide. Sara azad nebûye, helwesta malbata wê, evîna Mîrza ya keç û xewna wê ya bi wî re... Hevalê wî Lokman li giravê bê zarok e, dibe ku ev xeyala te jî be. Mixabin em hîna negihîştine estetîk û hunerê, jin çiqas bi cidî ne! Çend nivîskarên me yên jin heye? Suzan Samanci, ku di nav çend nivîskarên jin ên ku di edebiyata tirkî de xwedî cihekî girîng in, piştî salan bi zimanê xwe yê zikmakî dinivîse, ma ne neheqî ye ku em helwêst û hewldana xwe ya salan di nav çend xeletiyên redaksîyonê de bi cih bikin? Di pirtûkên tirkî de jî bi dehan xeletî hene, mixabin di weşangeriyê de ev yek neçar e. Ya sereke afirandin û çîroka romanê ye, edîtorî tiştekî cuda ye, rastnivîsandina peyvan dîsa weşanxanê ve girêdayî ye. Gelo di ziman û çîroka romanê de xeletiyên mantiqî hene? Roman çiqas kûr e? Divê ev me eleqedar bikin. Bi rastî jî we yek peyvek jî ji bo rêzgirtina keda nivîskarekê jin a girîng negot dema ku wê ewqasî jî êş kişandiye. Mixabin em bi xwe jî di nav “Psîkolojiya Kolonyalîzmê” de ne, em zehmetiyê dikişînin ku em tiştên baş û bi qîmet ku di gîyana me de bi cih bûne teqdîr bikin û em guh nadin wan. Tu dibêjî piştî kurdî bi tirkî dinivîse, nivîskar bi kîjan zimanî bixwaze wê bi wî zimanî binivîse. Rexneya we ya bi vî awayî şaş e. Kes nikare destwerdana dinyaya nivîskaran (Suzan Samanci jî tê de) ya xeyalî bike, tu dizanî, "Hûnera bireser ne huner e!" Nizanim çiqas rast e ku mirov bibêje Suzan Samanci nivîskarekê dîasporayê ye. Suzan Samanci heta sala 2008an li Diyarbekirê jîyaye û ji deh salan zêdetir e ku li Ewropayê nivîskarîya xwe li dîasporayê berdewan dike û nivîskar di afirandinê de pênûseke xurt ku dîasporayê baş dişopîne û xeyal û rastîyê li nava hev dayê. Rastî jî ev ê! Jinên me yên ku destên hev digirin nînin û dengên wan jî jixwe dernakeve, ka em bifikirin ku ev rewş çiqas normal e? Heya ku em qîmetê nedin nirxên xwe, nivîskarên xwe û xebatên wan nenirxînin, mixabin azadî jî xewnekê pê ve ne tiştekî din e. Silav û rêz.

Editör: Haber Merkezi