Konferansa Lozanê

Di salvegera 99an a Peymana Lozanê de, di avahiyê ku 99 salan berê Peyman hatibû niqaş kirin de li ser vê Peymana tarî û qrêj Konferansek hat li dar xistin. Konferansê re Nivîskar, rewşenbîr, eqademîsyen, nûnerên partî û rêxistinan, rojnameger, kesên daw û doza Kurdistanê re girêdayî ne ji her aliyê Ewropa nêzî 250 kes beşdar bûbûn.

Hebûna jinên Kurd bo vê Konferansê gelek watedar bû.

Xaloyek Zagrosî yên bi cilên Kurdî, nûnerek astengdar, zarokek bi diya xwe ve, hunermend û siyasetmedarên ku ji aliyê rayagiştî ji nêz ve tên nasîn dema ku qerta beşdarbunê werdigirtin, navê wan dihate xwedin û diketin salonê, di nava kelecanê hesap pirsînê û bi dawî anîna vê şaşiyê dîrokî de bûn.

Konferans bi srûda “Ey Reqîb” ve destpêkir. Dibe ku weke vê srudê de derbas dibe, dengê jinek “Peymanê Lozanê, ku ji mere koletî anîbû, em tenê bimînin jî bi hêza jinan emê ji holê rakin” di salonê de olan da.

Siyasetmedarên ku di dava 4-5 salan de ji ber neçarî koçberî Ewropa bûbûn, beşdarbûna wan yê bi hêjmarek grîng, Konferansê re dinamîzmeke dabû.

A rast, hemû kesên ku beşdarê Konferasê bûbûn, ji ber encama Peymana Lozanê welatê xwe terk kiribûn. Ji ber ku Dewleta Enqere li ser vê Peymanê hemû gel û koma etnîkî xistibû nava çemberê Tirkbûnê û yek neteweyê.

Axaftina vekirinê serokê Kongreya Netewe Kurdistanê KNK Ahmet Karamûs kir.

“Rupelek reş li vê salonê, 99 sal berê bi Peymana Lozanê pêkhatiye. Ev Peyman zilm û zorê aniye li ser xaka me, li tevahî Kurdistanê re. Dewletên bi teref jî hevkarê vî sucê ne. Gelê Kurd vê peymanê tu carî qebûl nekir. Sed salên din jî here dê qebûl neke. 57 partî û rêxistîn li vir civiyaye, pişitgirî didin. 250 kes beşdarê vê Konferansê bûnin. Emê yekitiya xwe pêk bînin û vê rûpela reş bi dawî bikin…”

Dîwan bi nûnerên her çar parçe Kurdistanê ve pêkhat.

Zubeyir Aydar ku li dîwanê bû, got “Ev Konferans ne îlmî ye, Konferansa Helwestê ye”

99emîn Salvegera Peymanê Lozanê de li ser navê Kurdistanê Helwest diyar kirin girîng bû.

Axaftvanan yek bi yek, lê bi tenê 5-6 deqe, dest bi axaftinên xwe kirin. Derew û xapandinên sed salî ya Peymana Lozanê, bi axatinên van nûneran ve careke din weke sernavên mezin derket holê:

“Deng û nûnerên gelê Kurdistanê li Lozanê tûnebû”

“Serokê Heyetê Înonu ku li ser navê Hikûmeta Enqere beşdarê Lozanê bûbû digot: “Kurd ji bo nûnertiyê serî li me nedane. Em li ser navê Kurd û Tirk li vir in” Li hîn civînan jî digot: “Kurd bi eslê xwe Tirk in. Di nava misakiı millî de ne” Lê bele Lord Curzon ku nûnertiya Îngilistanê dikir, nedixwest ku Başûrê Kurdistanê, an go bi navê wê demê, wilayeta Musûlê nede Tirkan, û ji wan re bimîne, dij vê gotinê derdiket û “Kurd ne Tirk in” digot.”

“Peymana Lozanê li meclîsê Enqere hat niqaş kirin. Hin mebûsên Kurd dij vê peymanê derketin. ‘Di vê peymanê de mafê Kurd nînin. Ev xapandinekê ye’ gotibûn. Lê van wekîlan ango mebûsan saleke şûnde bi mehkemeyeke qaşo hatin darizandin û îdam kirin.”

“Piştî Peymana Lozanê biryara fermana gelê Keldanî, Suryanî, Asurî, Rum û Armenên ku manin û bi taybetî jî gelê Kurd ji aliye Hikûmeta Enqera ve hate dayin. Hemû dewletên ku bûbûn hevkarê vê peymanê, bê deng man.”

“Îro, dewleta Tirk derfetên ku bi Peymana Lozanê bi dest xistibû ji xwe re têr nabîne! Kêm dibîne. Doza “Miskî millî” û “Osmaniyên nû” dike, dixwaze sînorê xwe berfireh bike û ciyên derdorê îlhaq bike. Yanê doza Lozanê rojane bike û sed salên din bi vê zulm û zordariyê îxtîdarê xwe ya kevneperest û nijadî berdewam bike!”

Dawiya van axaftinan hin biryaran derket holê. Xala yekemin a ji van birayaran ji birayarên din weke kurt û kurmancî îfade dikir: “Peymana Lozanê bê pirsîna gelê me hatiye lidarxistn û welatê me û gelê me hatiye perçe kirin. Em weke nûnerên gelê Kurdistanê vê peymanê red dikin!”

Di dawiya Konferansê, salvegera 100 saliya Peymana Lozanê de rêze çalakiyên ku hatine plankirin cî girt.

Konferans 7 saet berdewam kiribû. Dibe ku wext nema ku berfirehî niqaş û gûftûgo bên kirin. Lê belê vî rastiyê careke din anî li ber çavên me û xist rojeva gelê Kurd û Kurdistaniyan: Em, weke însanê welatê qedîm kurdistanê ne, divê em dîrokê xwe binasin. Gere zilmê rabirduyê û gere jî qomplo û derewê wan ên rojane em teşhir bikin da ku êdî nikaribin dîrokê trajîk bi ser me de dubare bikin. Pergalên ku li ser vir û derew saz kirine, bi hebûna xwe ya mirovî, rûmetî û berxwedanê xwe ya bê hempa, ji holê rakin.

Konferans bi her cureyên zimanê Kurdîstanî li dar ket. Lê druşma “bijî Kurdîstan” bi yek deng bû. Konferans, ku 24ê Tîrmeha 2022 de bi sirûda sed salî ya “Ey Reqîb”ê destpê kiribû, cardin, bi sirûda “Ey Reqîb”ê ve bi dawî bû.