AMED - MED-DER’ê Yekemîn Kongreya xwe ya Awarte li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî li dar xist û rêveberiya xwe nû hilbijart.  

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Kongreya xwe ya Awarte ya 1’emîn bi dirûşma “Zimanê kurdî mifteya azadiya gelê kurd e” li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê li dar xist. 

Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yên Amedê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya 78’an, gelek saziyên sîvîl û sendîka tev li kongreyê bûn. 

Di kongreyê de giringiya zimanê kurdî hat bibîrxistin û rêveberiya nû hate hilbijartin. Di kongreyê de Hevserokê HDP’a Amedê Zeyad Ceylan, Haci Ozkan, Saadet Acar Gok, Mehmet Arat û Yuksel Çelîk ji bo diwana hilbijartinê hatin pêşniyazkirin û bi dengdayîna beşdaran hat qebûlkirin. 

‘PÊŞÎ LI BER XWEPIŞAFTINÊ BIGIRIN’

 Zeyad Ceylan di destpêka kongreyê de axivî û bi bîr xist ku hişmendiya netewî dewlet, hişmendiya kapîtalîst li ser helandina çand û zimanan xwe afirandiye. Ceylan da zanîn ku hişmendiya netew a Tirkiyeyê jî li ser qirkirina çandan, zimanan xwe afirandiye û ev qirkirin hêj jî berdewam dike. Ceylan wiha axivî: “Para me kurdan jî zilma ser netewa me ket, zilm û înkara li ser zimanê me ket. Hej jî vê înkarê di astekî herî bilind de berdewam dikin. Pişaftinekî pir dijwar li ser zimanan hate kirin. Zanist dibêjin, tu bixwazî zimanekî bi afirînî herî hindik hezar sal dem divê hebe. Ji bo wê çawa zimanê her kesî pîroz e, zimanê kurdî jî pîroz e. Zanist dibêjin ku ziman zindî ne û di nava 200-300 salan de heke li ziman xwedî neyê derketin, ji holê radibin. Hetanî niha ji ber hişmendiya kapîtalîst, ji ber hişmendiya netew dewletan û ji ber lêxwedî nederketinê gelek zimanên pîroz li ser erdnîgariya me jî li ser erdnîgariya cîhanê jî hatin windakirin. Mafê tu kesî tuneye ku bibe sedema windakirina zimanekî. Em niha behsa zimanê kurdî dikin. Em mecbur in ku pişaftina li ser zimanê kurdî hatiye ferzkirin pêşî li ber bigirin. Pêşî liberxwe pişaftinê bigirin. Desthilatdar ji bo ku pişaftinê li me ferz bikin, çi ji destê wan tê dikin.” 

‘TIRKIYE MECBÛR E ZIMANÊ ME WEK ZIMANÊ FERMÎ QEBÛL BIKE’

Ceylan bal kişand ser qebûlkirina zimanê kurdî di asta fermî de û wiha got: “Niha bi zimanê me perwerdehî nîne, zimanê me fermî nîne, ji bo zimanê me li qada jiyanê were astengkirin çi ji destê wan tê dikin. Konserên me qedexe dikin, civînên me qedexe dikin, şanoyên me qedexe dikin, sînemaya kurdî qedexe dikin. Lê tevî van qedexeyan jî, tevî  zîhniyeta pişaftinê jî, tevî hişmendiya înkar û redkirinê jî em minatdarê gelê xwe ne, minetdarî dayikên xwe ne , mînetdarê dîroka xwe ne ku zimanê me gihîştandine merheleya me ya îro. Dewleta Tirkiyê mecbûre zimanê me wek zimanê perwerdehiyê û wek zimanê fermî qebûl bike. Ev qebûlkirin jî ji ber xwe ve çênabe. Heke em berxwedan nekin, heke em netêkoşin, heke em xwedî li zimanê xwe dernekevin û vê xwedî derketinê jî nekin malê bi milyonan em nagihîjin wê astê ku em bikaribin zimanê xwe li ser vê erdnîgariya pîroz bikin zimanê perwerdehiyê. Divê asta têkoşîn û xwedî lê derketinê em bilind bikin. Ji bo ku tahlûkeya li ser zimanê me rabe divê em fermîbûna zimanê xwe bi dewletê bidin qebûlkirin. Di vê hêlê de têkoşîna me berdewam dike, her ku diçe jî dê berdewam bike. Ji bo vê yekê divê em her kêlî xwedî li zimanê xwe derkevin. Her malekî bikin dibistanek, her malekî bikin zanîngehek, her şexsek di şexsê xwe de bibe fêrgehek, bibe dibistanek û bibe zanîngehek. Wê çaxê em ê ji xetereyê û pişaftinê rizgar bibin.”

‘EV DEWLET 100 SAL IN ZIMANÊ ME ÎNKAR DIKE’

Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî jî bi bîr xist ku di 29’ê cotmehê de Komara Tirkiyeyê sedsaliya xwe tije dike. Ronî da zanîn ku di vê sedsalê de gelê kurd li dadgehan bi zimanê xwe axivî, hatin cezakirin û darvekirin. Ronî di dewama axaftina xwe de wiha got: “Di nexweşxaneyan de ji ber ku nikarin derdê xwe bibêjin ji ber teşhîs û dermanên şaş gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku zimanê kurdî nebûye zimanê perwerdehiyê îro zarokên kurd û bi milyonan gelê kurd hatiye asta ji zimanê xwe, ji çanda xwe û ji nasnameya xwe dûr bikeve. Ji xwe hemû hewldanan rayedarên dewletê jî vê dixwaze. Lewma jî em dibêjin çi bibe bila bibe, zimanê me mîrateya dayik û dapîr, bav û bapîrên me ye. Em ê vî zimanî bi avayekî gelek mezin radestî zarok û neviyên xwe bikin. Em soz didin gelê xwe ku em hemû bi hev re b, berpirsiyarî tevbigerin. Di raportên UNESCO de dibêje ku ne wekheviya herî  ber bi çav û domdar ew e ku di welatekî de gelek hetanî dawiyê ji maf û azadiyan sûd werbigere û gelekî din jî ji mafên perwerdahiya zimanê dayikê bêpar be. Ev sed sal e gelê kurd mafên xwe yên rewa û bingehîn bê parastin.”

RÊVEBERIYA NÛ HAT BIJARTIN 

Piştî axaftinan di hilbijartina hat kirin de ji bo hevserokatiya MED-DER’ê Rifat Ronî û Şukran Yakût hatin bijartin. Her wiha Dîlan Guvenç, Remzî Azîzoglû, Îpek Oyûr, Mehmet Mezher Aktaş, Îlyas Gun, Eyyup Akdenîz, Hatîce Barût, Mûstafa Açmaz, Îbrahîm Halîl Taş, Ersel Dogûç, Ramazan Holat, Yaşar Aslan, Diyadîn Dargin, Necmettîn Sonyaci jî ji bo rêveberiya komeleyê hatin bijartin. 

Piştî hilbijartinê kongre bi dawî bû. 

( Çavkanî Nucê niviskî  MA )

Editör: Haber Merkezi