15’ê gulanê cejna zimanê kurdî ye. Roja xwebûyinê ye.  

Pişaftina civakan bi bêrûmetkirina ziman dest pê dike. Dema ku ziman ji bo kesên ku pê diaxivin bêrûmet bû êdî ew kes bi wî zimanî naaxivin. Zimanê ku pê neyê axaftin bêguman pênayê nivîsîn û pê nayê xwendin. Zimanê ku pê neyê nivîsîn û neyê xwendin dê ji cewher û afirînêriya xwe dûr bikeve û berhemên nû nede civaka xwe. Zimanê ku ji cewhera xwe dûr ket û berhemên nû nedan civaka xwe dê di qada wêje, felsefe, dîrok, zanistî û hwd. neyê bikaranîn. Zimanê ku di wan qadan de neyê bikaranîn mixabin dê di qada perwerde û siyasetê de jî neyê bikaranîn.
 
Dema ku ev qad hamû li ziman hatin girtin, ew ziman roj bi roj di nav civakê de bê qîmet dibe. Dema ku bêqîmet bû kesên ku pê diaxivin zimanê serdest tercîh dikin. Ev yek jî rê li lewazbûna ziman vedike. Lewazbûna ziman jî qonaxa beriya mirinê ye. Ev qonax carinan demeke dirêj dewam dike, carinan jî demkurt in. 

Ji bo xweparastina ziman çar xalên bingehîn ên sereke hene. Ev çar xal zimanan ji mirinê diparêzin û zindî dihêlin. 

Ji wan xalan yek perwerde ye. Dema ku ziman bû zimanê perwerdeyê qadeke girîng a jiyanê bidest dixe. 

Xala din axavtina nifşê nû ye. Heke nifşê nû yê neteweyekî bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive tê wê wateyê ku wê zimanî qadeke girîng a din di destê xwe de girtiye. 

Xala sêyan bazar e. Heke zimanek bibe zimanê bazarê, bazirganiya civakê bi wî zimanî pêk were û ew ziman pere bike, pere bîne û debara malbatan pê were kirin, ev yek jî qadeke girîng a parastina ziman e. 

Xala çaran weşan e. Heke ziman di qada weşangeriyê de bê bikaranîn û weşanên wî yên cur bi cur hebin û ew weşan werin xwendin, wî zimanî qadeke din a parastinê di destê xwe de hiştiye. 

Zimanekî ev çar stûnên xweparastinê wende kiribin di xetereyeke mezin de ye. 

Li Bakur û li Rojhilat statuya zimanê kurdî tine ye. Li Bakur civaka kurd bi keda destên xwe hindik be jî hin derfet ji xwe re afirandine. Di bin zext û zordariya dewleta tirk de bi fedekariyeke mezin qels be jî weşana kurdî heye û di qursan de hîndekariya zimên dewam dike. Lê belê hebûna weşan û qursan zimanê kurdî ji xetereyê rizgar nake. Mirov nikare bibêje ku zimanê kurdî ji xetereya qelsbûn û tinebûnê rizgar bûye. 

Pirsgirêka herî mezin ew e ku kurd qîmetê nadin zimanê xwe. Zimanê xwe wekî hebûna xwe û wekî pêdiviyeke jiyana xwe nabînin. Her wiha ji bin bandora derûniya biçûkdîtina zimanê xwe rizgar nebûne. Ji civaka kurd beşek hê jî fedî dikin ku li bazarê, di otobêsan de, li nexweşxaneyan, li daîreyên fermî û di nav civakê de bi zimanê xwe biaxivin. 
Mixabin hinek siyasetmedarên kurd jî di nav vê beşê de ne. Siyasetmedarên kurd ên ku bi zimanê dayika xwe nizanin ji bo fêrbûnê ked nadin. Yên ku bi kurdî dizanin jî mixabin di qada siyasetê de û di qada fermî de bi zimanê xwe na axivin. Bêguman vana nîşaneyên qîmetnedayîna zimanê kurdî û derûniya xwebiçûkdîtinê ya ku di bin hişmendiyê de bi cih bûye.
 
Ev xalek e girîng û xetereyeke mezin e. Heke ev hişmendiya kambax neguhere, zext û zorên li ser zimanê kurdî rabin û zimanê kurdî bibe zimanî perwerdehiyê û bi zagonan were parastin jî dê dîsa nikaribe xwe ji xetereya qelsbûn û tinebûnê rizgar bike. Dê dîsa zimanê serdest were tercîhkirin û bi zimanê serdest were axavtin. Ev yek jî dê xurtbûn û geşbûna zimanê kurdî astneg bike û nehêle zimanê kurdî bibe xwediyê statuyeke payebilind. 

Ji bo zimanê kurdî karibe ji vê rewşa kambax a heyî rizgar bibe û wekî hemû zimanan bibe xwediyê statuyeke hêja, hewce ye di destpêkê de civaka kurd xwediyê vîn û helwesteke xurt be. Divê beriya her tiştî heskirineke xurt ji bo zimanê zikmakî bi kurdan re hebe. Divê xwe ji hişmendiya biçûkdîtin, bêkêrbûn, bêrûmetbûn û paşvemayîna zimanê xwe ya ku bi sedan salan e dagirkeran li ser ferz kiriye rizgar bike. 

Divê her kurdek zimanê xwe yê qedîm wekî zimanekî herî kêrhatî, wekî pergala jiyana xwe û wekî hebûna xwe û hebûna neteweya xwe bibîne û di hemû qadên jiyanê de bikar bîne û bide jiyîn. Divê her kurdek bigihîje wê zanînê ku zimanê wî/ê rûmeta wê/î ye, dûrketina ji ziman dûrketina ji rûmeta xwe ye, tinebûna ziman tinebûna rûmeta wê û tinebûna wê bixwe ye. 

Heke zimanê me hebe emê hebin, heke zimanê me tine be em jî tine ne. Heke em ji zimanê xwe dûr bikevin emê ji kok û reh û eslê xwe dûr bikevin, heke zimanê me ne kurdî be em jî ne kurd in. Bi kurtahî em êdî ne xwe ne, tiştek din in. 

Lewre divê em axavtina bi zimanê dayika xwe, ji xwe re wekî serbilindahiyekê, wekî serfiraziyekê û wekî parastina hebûna xwe bibînin û bi dil û can fêrî zarokên xwe bikin. Hewce ye em jibîr nekin ku nifşên nû berhemên me ne, em çawa nêzîkê zimanê xwe bibin dê zarokên me jî wisa nêzîkê zimanê me yê qedîm bibin. Dê ji me fêrî hezkirin û axaftina zimanê xwe yê qedîm bibin. 

Heke em weke civak ji bo zimanê xwe xwediyê helwesteke xurt bin, emê karibin qadên jiyanê yên wekî perwerde, bazar, weşan û hwd. jî ji bo zimanê xwe vebikin. Bi vebûna wan qadan re dê qadên wêje, çand, şano, sînema û hwd. jî vebibin û qadên jiyanên zimanê kurdî berfireh bibin û zimanê kurdî bibe xwediyê statuyeke girîng a ku heq dike.  

Heke zimanê me hebe em ê jî hebin, heke zimanê me bi rûmet be em ê jî bi rûmet bin, heke zimanê me xurt be em ê jî xurt û serbilind bin.

Em 15’ê gulanê roja cejnê zimanê kurdî bikin roja xwebûyinê û li xwe vegerin. 

Roja xwebûyinê li hemû kurdan pîroz be.

Editör: Haber Merkezi