“CORONA”DAN SONRA HİÇBİR ŞEY ESKİSİ GİBİ OLMAYACAK DENİYOR. SİZ NE DİYORSUNUZ ? Ötekilerin Gündemi Hamza Özkan Merhabalar, “Corona” virüsü nedeniyle tarihsel  ve zorlu bir süreçten geçerken, toplum olarak, dünya olarak,  tarif edilemeyecek bir alt üst oluşu yaşıyoruz.

“CORONA”DAN SONRA HİÇBİR ŞEY ESKİSİ GİBİ OLMAYACAK DENİYOR. SİZ NE DİYORSUNUZ ?

Ötekilerin Gündemi

Hamza Özkan


Merhabalar, “Corona” virüsü nedeniyle tarihsel  ve zorlu bir süreçten geçerken, toplum olarak, dünya olarak,  tarif edilemeyecek bir alt üst oluşu yaşıyoruz. Filmlere, romanlara konu olan sahnelerin gerçekliği karşısında şaşkın, çaresiz, umutsuz olsak da, umudumuzu  kaybetmemek için direniyoruz; direnmeliyiz de.

İlkellikten bugüne gelen insanlık, doğanın en güçlü varlığı olsa da, bu  harika teknolojiyle her şeye egemen olduğunun gösterisini yapsa da, öyle bir an geliyor ki doğal felaketler ve salgınlar karşısında savunmasız kalabiliyor.

Farklı gezegenlere, koloniler kurma projeleri yapan insanlığın doğayı bu denli tahrip etmesi, akıl tutulmasıyla güç ve silahlanma yarışına girmesini,  anlamakta zorlanıyor insan.

Aklını kullanan, hümanizmden, demokrasiden söz eden çağdaş ülkelerin  bir virüs karşısında nasıl bir felaket yaşadığına ve çaresiz kaldığına şahitlik ediyor, virüsün zengin ve yoksul dinlemediğini görüyoruz. Şu bir gerçek ki, bu krizde ekonomik olarak zayıf, alt yapısı kuvvetli olmayan ülkeler  daha çok etkileneceklerdir. Bu süreçte komplo teorileri ve öngörüler birbiriyle çatışıyor. Bu acı ve felaket hepimizin! Ne ırk, ne dil ne de din ayrımı gözetmeksizin, insanlığın kenetlenmesi ya da uyanışına da neden olabilir.

Bu sürece tanıklık ederken, çeşitli meslek gruplarına “Corona Virüsü” ile ilgili sorularımızı yönelttik.

[caption id="attachment_56093" align="alignnone" width="1600"] Korona Virüsün Düşündürdükleri…(22) Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sultan Yaray û Nîviskar Îrfan babaoğlu  [/caption]

Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sultan Yaray: Di malê de kedkara herî ku zahmetiyê dikşîne jin e.

 

 

Di asta teknolojî ya îro û modernîteyê de, li her kêşeyê re çareyek tên dîtin, lê wîrusek hemû cîhanê xist bin bandora xwe û mirovahiyê serûbin kir. Hun vê meseleye çawa dinirxînin?  


 

Îro hemû cîhan li ser yek mijarê dipeyîve û her kes li gorî xwe şîroveyan dike. Mîjara "vîrusa coronayê" ew ê kengî biqede; roj bi roj ew ê bedena mirov hînî wê bibe, an her ku biçe ew ê zêdetir bandorê bike? Bersîva van pirsan di rewşa îro de li ba kesên pispor jî tune ye. Ne bersîv ne jî dermanê vê şewbê gavê nehatiye dîtin. Çend meh pêj de ew ê çi bibe jî ne diyar e.
Ya em dibînin îro bi mîlyonan mirov ji tirsa vê vîrusê ketine tayê û ji neçarî niha di malên xwe de li bendê ne ku ev krîz biqede. Ew jî ger maleke wan hebe. Her kes dizane ku ji ber şerê ku di nav welatan de dimeşe niha bi hezaran kes bê mal û penaber di şerd û mercên giran de dijîn.
Bi sedsalan e ku dunya bi modernîtaya kapîtalist tê birêvebirin, dewletên serdest hemû îmkanên xwe yekitiya xwe ji bo şer bi kar tînin. Em li dunyayê dinihêrin dewletên herî xwirt jî di vê azmûnê de mane ku yek ji wan Emerîkayê ye. Niha hêjmara mirî û nexweşan herî zêde li wir e. Emerîka ya ku îro dikare bi çekên di destên xwe de di şevekê de welatên mezin dorpêç û dagir bike, em dibînin ku li dijî vê vîrusê bêçare maye. Bi qasî ku welatên serdest grîngiyê didin şer, nivê wê jî bidana mafê mirovahiyê dibe ku îro ev nexweşî ewqasî belav jî nebûya û ku belav biba jî dê karibûna çareser bikirana.
Bi qasî ku em dişopînin li Vîyetnamê, ji ber ku tedbîr di asta herî bilind de hatin girtin, heta niha yek kesî jiyana xwe ji dest nedaye. Kesên ku pêketine zû hatine îzole kirin, pêşî li belavbûna zêde hatiye girtin.Kî Vîyetnam welatê ku sînorê wê yê herî dirêj bi Çînê re ye ji.

Raste. Hun di pêvajoya heyî ya tunebûn û têkçuyinê de pêşerojê çawa dibinin? Pişitî vê bobelata gerdunî, Cîhan dê teşeyeke çawa bigre, ji bo dahatûyê hizrê we çi ne?     


Ev jî vê pirsa dixe dilê meriv ku çima li welatên bi ser Çînê ve belav zêde çênebû, çima li welatên ku bi hezar kîlometroyan dûrî Çînê ne, belav bû; tedbîrên ku Vîyetnamê girtin, çima welatên din negirtin? Meriv dikare vê pirsê jî bike, dema ev vîrus li bajarê Çînê Wûhanê derket Çînê çima ev bajar tev de nexist bin qarantînayê û çend mehan têkiliyên wê bi cîhanê re nebirî?
Dibêjin ku ev vîrus cudahiyê naxe navbera tu kesî û dikare bi qirika her kesî bigre.
Rast e jixwe nexweşî hemî wisa ne. Ne li ol û netewetan, ne jî li feqîrî û dewlemendiyê napirse, lê em vêya baş dizanin ku şerd û mecên xweparastinê ne yek in.
Bi hezaran dîlgirtî di girtîgehan de ne.
Piştî ku Rêxistina Tenduristiya Cihanê ev vîrus wek pandemî ragihand, tevî Îranê li hinek welatên ku hêjmara girtiyan lê zêde ne, deriyên girtîgehan vekirin û bê cûdahî girtî hatin berdan. Mixabin li Tirkiyeyê, tenê kesên sûcên edlî, diz û tecawuzkar hatin berdan. Bi sedan siyasetmedar, rojnamevan û kesên ku ji ber fikrên xwe di girtîgehan de ne hene. Şerdên wan ên xweparastinê tune ne.
Çawa ku kesên di girtîgehan de ne, wek yên li derve nikarin xwe biparêzin, kesên feqîr jî wek
kesên dewlemend nikarin xwe biparêzin û tedawiya xwe di şerd û mecên baş de bikin.
Di sîstema kapîtalist de ku bûye belaya serê cîhanê de yên ku herî zêde dixebitin û kedê didin, di civakê de yên herî zêde feqîr in. Yên dewlemend dibin ji pişta ev kesên xebatkar bi keda ev kesan dewlemend dibin.
Îro ku karker kedê nedin yek fabrîqe û kargeh, nikarin li ser nigan bimînin. Ku karker kedê nedin bazirgan nikarin bi tena serê xwe tu karî bikin.
Di malê de kedkara herî ku zahmetiyê dikşîne jin e, lê mixabin çawa keda kedkarên civakê nayê dîtin û binpê dibe, kêda jinê jî wûsa nayê dîtin û bin pê dibê.
Ew ê kengî bi çi awayî ev vîrus biqede ne diyar
e. Lê diyar e ku wê gelek dewlet ji aliyê aborî de têkevin tengasiyên mezin. Ew ê gelek kes kilîdê li deriyê karê xwe xin û ew ê hêjmara kesên bê kar roj bi roj zêdetir bibe.
Bi ya min be du rê li ber dewletan hene,
yek, divê hemû welat berî her tiştî, bi awayeke ekolojîst mafê jiyana mirovan û xwezayê esas bigirin û sîstema moderniteya kapîtalist wergerîne modernîtaya demokratîk.
Dudu, divê ji vê vîrusê dersên mezin bên derxistin û zanibin ku çawa ev "vîrus" ne ya yekemîn e, ew ê ne ya dawîn be jî û li gorî wê pere û sermayeya ku ji bo çekin şer tê bikaranîn ji bo pêşerojeke ronî bê bikaranîn.
An na ku piştî vê krîzî jî li dû lîstokên navneteweyî yên şer û mantiqa hêza herî xwirt ez im bigerin, dê ji bo pêşerojeke ronî hêviyên ku hene jî bên şikandin.

 

[caption id="attachment_56086" align="alignnone" width="985"] Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sultan Yaray[/caption]

 

 

 

Nîviskar îrfan Baboğlu: Bi kurtasî, Cîhanê, cîvakeke ehlaqî û siyaseta wê ya bi zagona xwezayê ve lihevhatî, dê xilas bike.  

 

 

Di asta teknolojî ya îro û modernîteyê de, li her kêşeyê re çareyek tên dîtin, lê wîrusek hemû cîhanê xist bin bandora xwe û mirovahiyê serûbin kir. Hun vê meseleye çawa dinirxînin?  


 

Di dawiya sala çuyî de li Çîn’ê nexweşiyeke têgerandin destpêkir. Vê nexweşiyê weke Korona vîrus bi nav kirin. Gotin ku weke nexweşiya ebola, sars ku berê çend salan rû da bu, ye. Lê wan nexweşiyan bi zuka pêşî hat girtin û li heremê ku dereketibu sînorkirî man. Zedê belav nebûn. Korona vîrus bi leza geometrik zêde bû û li her dere cîhanê belav bû. Ji însanê belav bû înasên dinan.

Ev vîrûs, ciyê ku mirov kiriye mirov û civat tam di wê derê de derba xwe lê da.       

Ji ber ku mirov(însan), hebûneke cîvakî bû. Mirov bi mirovên dinan re di nava têkilî û danûstênê de nebe, nikare jiyanaxwe ya aborî, siyasî, çandî û mirivahî dewam bike. Weke vê, mirov bi bikaranîna destê xwe gihiştiye asta heyî. Mirov kare xwe ya rojane, hemû xebatê xwe ya aborî, çandî û hûnerî bi deste xwe çêdike. Vîrus bi destê mirovê, mirovan lêxist! Destên mirov û taybetiya wê ya cîvakî, ciyê herî xurt ya mirov in. Dest û cîvakîbuyin wexta ku tunebe, jiyana mirov jî puç û betal dimîne.

Aniha li ser rûyê cîhanê bobelateke ûsa kambax heye.    

Weke Pandemî binav kirin. Yanê hemû kes di bin talûkê de bûn.  Vê talûkê di demeke kin de gihîşt hemû parzemînan. Hemû sînorên netewan, deriyên gumrûkan bê wate mabûn. Cîhana heyî ya gerdunî(kuresel) ji însanan re;  zarok, cîwan, jin, mêr, kal û pîran re wuha got: hey mirovno, hûn bajareke gerdunî de dijîn. Şevateke ji quncikekê vî bajarî derkeve, ew şewat di demeke kin de were û têkeve mala we jî.  Xelasiya te ya şexsî, tekakesî, xelasiya te ya yek netewî jî tune ye!

Xweza bi rastî jî, ev 50 salin  zêdetir e, hawara texrîb kirina hevsengê ekeolojiyê, talan kirina erdnigariyê, qul buna tebakaya ozonê, kêm buna avê, dike. Jjiyana xwezayê her ku diçû ji ajalên cur be cur re teng dibû. Xweza zindîyeke usa ye ku her dem xwe nû dike. Bi hevsengiya xwe ve heva pakij dike, avê zêde dike, bax û baxçeyan, dar û daristanan, erd û zêviyan zîndî û şîn dike. Lê mixabin, pergala kapîtalîstê xweperest û kesperest, têkiliyên wî yê bi pere, mal û milka taybet vê xwezayê re xisar dide, texrîp dike. Êdî berbiçave ku, têkiliyên xwedî mulkiyeta tekakesî(taybetî) ya kapitalist û emperyalistan bi hevsengiya xwezayê ve bi naqok in. Van her du bihev nabin. Deshilatdaran bi van polîtîkayê xwe ve darê ku li ser runiştiye, jê dikin. Hêrsa pereya pir, tomarkirina sermaye û tekakesî çavê wan kor kirine. Wan, piştî Koronayê cîvakan re tiştekî bidin an jî bikin, nemaye.

Pêşî vê tesbît divê ji aliye mirovahiyê ve were qebul kirin.   

Di eslê xwe de deshilatdarên kapîtalîst li benda vê bobelatê bûn. Berê çend salan daxuyaniya serokên siyasî û raportên insanên zanist hebûn. Li vir eyardayina desthilatdaran hene. Li hemberê vê koronayê demek dirêj xwe kerr û lal kirin. Korona gelek belav bû hingê ketin nava liv û tevgeran. Vîrus zêdetir însanên derve hilberîne manin û kese lawaz û nexweş dikuje. Vê yeka tê hesabê wan jî. Pîlaneke xenzîrî divir de heye. Lê nika gelek tişt di bin tarîtîyê de ne. Desthilatdarên emperyalist ku çekên kîmyewî belav dikin, çeken nükleer çêkirin, ew kesan bi rihetî çekên bîyojojîk jî kanin çekin û li ser reqîbên xwe ya aboriyê an siyasiyê bi kar bînin. Ji aniha ve gelek kes vî vîrusê karê laboratuarê dibînin û dibêjin.

Rewş ev in. Baş e, rêyeke tuneye bo xelasbuyinê? Ev jî dê bibe bersiva pirsa we ya duyemîn, ez bi bawer im.

 

 

 

Raste. Hun di pêvajoya heyî ya tunebûn û têkçuyinê de pêşerojê çawa dibinin? Pişitî vê bobelata gerdunî, Cîhan dê teşeyeke çawa bigre, ji bo dahatûyê hizrê we çi ne?     


 

Tê dîtin ku Cîhan êdî bajareke gerdûnî ye. Vî bajarê kî/ê li gor zagonê xwezayê birêve bibe wî/wê dê xelas bike. Kîjan çînî, kîjan kismê cîvatan, kîjan girseyên gerdunî vê yekê bi serketî birêve bibe, di pêşerojê de dê diyar bibe. Binerin li vir behsa dewletan nakim. Dewlet alaveke zorê ye. Di deste kê de be li gor berjeweniya wan ê teng û qels re xizmet bike. Di pêşerojê de, gelan re ango girseyên gerdûnî re dewleteke netew û teng, dewleteke ji der mirovahiyê, bê ûcdan û bê ehlaq re îhtîyaciyeke tune be. Li şuna wî organîzasyonên biçûk an mezin re, rêxistinên ji hevkariyê re dê îhtîyaç peyda bibe. Sazî û dezgeyên van organan jî di bin sîwana federal û konfederalî de dê werin ba hev. Encax bi vê teşeyê pirsgirêkên vî bajarê gerdûnî ji aliye mirovahiyê dê çareser bibe.

Bi kurtasî, Cîhanê, cîvakeke ehlaqî û siyaseta wê ya bi zagona xwezayê ve lihevhatî, dê xilas bike.

Ez bawer dikim ku, girseyê cîvakê yên ku bi sed salane ji pergala kapîtalîzm û emperyalîzmê zirar dîtine, dest deynin li ser vê rewşa kambax û ne li rê, vê xelasbuyinê bîne û pergaleke nû ji bo cîhanê ava bike. Ne ûsa be kesek ji fezayê werin xelas bikin tune ne. Cardin em bi xwe ne, niştecihê vê cîhanê, li ser xelasbuyina gerdunî ya xwe, serê xwe biêşînin. Kesên herî bin de manin, di dawiyê de bi sedan salin ji mafê xwe durin, hatine pelişandin û şelandin, weke girseyên herî  berfireh kanin vê rewşê re mudaxale bikin û kanin bejin êdî bes e!

Raste, îhtiyaciya cihana gerdûnî ji organizasyoneke nû re heye. Lê vê yeka êdî li gor îhtîyacê felan dewletê filan emperyalîstê nabe. Pergaleke nû girseyên berfireh dê amade bike. Ji bo vê divê zanebûneke çêbibe. Teşeya vê dê çawa bibe. Li vir teşe zêde nemûhîm e. A giring ev e ku zihniyeta kapitalist û netewperest tê tune be. Weke sosyalîzmê sedsala 20 jî dê çênebe. Dijminatiya gelan, çînan, dijminatiya wekî din jî tînin. Bi înkar kirina ziman û çanda gelan an kêmaran jî nabe.

Aştiyeke gerdunî, ji hev fêm kirin, ji hevkariya teknîkî û aborî peyvên nifteya pergala gerdunî ya nû ne. Ev peyvên cevherî jî, bi şertê azadiya çand û zimanan dê pêk were. Weke gotinên bapîrên me, li her karê xêrek heye. Tecrubeya jiyanê ev e. Dibe ku ev rewşa nebaş, zêdetir xweşiyê, başî û jiyaneke layiqê mirovahiyê bîne. Vê yeka weke xwestekek dilî ne, bi tomarkirina tecrübeyê, zanîn û bi zanistê dê pêk bê.

 

[caption id="attachment_56090" align="alignnone" width="960"] Nîviskar îrfan Baboğlu[/caption]

https://www.otekileringundemi.com/?p=54383