Marta Somek

STENBOL - Hunermend Zeynep Durar ku di zarokatiya wê de kasetên kurdî bi dizî û bi dengekî nizm dihatin guhdarkirin, bi eşqa muzîkê li hemberî hemû zehmetiyan têkoşîn da û yekemîn albûma xwe ya bi navê “HEBÛN” derxist. Zeynep diyar kir ku ew li dijî polîtîkayên asîmîlasyona li heberî zimanê kurdî têkoşînê dide.

Zeynep Durar a bi eslê xwe ji Amedê ye, di sala 1986’an de li Edeneyê ku weke bajarê koçberên kurd tê pênasekirin, çavên xwe li jiyanê vekir. Zeynep a ku zarokatî û ciwaniya xwe li Edeneyê derbas kir, li konservatuara şaredariya Edeneyê perwerdeyê dibîne. Zeynep li Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) dixebite, di 20 saliya xwe de ji bo rêyek nû ji xwe re xêz bike koçî Îngilîstanê dike û dest bi jiyaneke nû dike. Zeynep a ku di sala 2006'an de koçî Îngilîstanê kir, neçar ma 10 salan ji muzîk û hunerê bê par ma. Zeynep di sala 2017an de duetek bi du stranên albûma hunermendê Kurd Cewad Merwanî ya bi navê “Ahehg” pêşkêş kir û herwiha di sala 2018 û 2020'an de beşdarî gelek mîhrîcan û bernameyên Newrozê bû û konser pêşkêş kir.

Awazên ku bi dengê kêm dihatin guhdarkirin hêz danê

Zeynep a ku di zarokatiya xwe de bi muzîkê re eleqedar bû, bi bapîrê xwe yê dengbêj û stranbêj û kilamên bavê xwe yên stranbej û tembûrvan mezin bû. Zeynep di 5 saliya xwe de dest bi serpêhatiya xwe ya yekem a sehnê kir û got, “Wan awaz û tembûran di salên 1990î de, dema ku kasetên kurdî di zarokatiya min de bi dizî û gelek caran bi dengekî nizm dihatin guhdarîkirin, hezkirina min a muzîkê geş kirin."

'Kurdî yek ji rengên herî xweş ê cîhanê ye'

Zeynep a ku bi gelek şêwe û zimanan stran dibêje, awazên herêmî, etnîkî, pop, folklorî û gelek awazên din dibêje. Zeynep ku tecrûbeya wê ya  cazê jî heye, bi stranên kurdî (zazakî û soranî) tirkî, ermenî, erebî, zazakî û Soranî hewl dide çandên cuda zindî bihêle. Zeynep a ku bi giranî muzîka kurdî distirê got, “Hebûna gel bi huner û muzîkê mezin dibe. Dinya cihekî pir rengîn e, kurdî jî yek ji van rengên xweş e.”

Tevî hemû zehmetiyan jî dest ji têkoşînê berneda

Zeynep a ku di jiyana xwe de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû maye, biryardariya xwe ya têkoşînê wiha tîne ziman: “Di pergala baviksalarî de jinbûn bi serê xwe têkoşînek e, lê dema ku mirov bibe jina muzîkjen a li pey xeyalên xwe zahmetire. Lê em dixwazin têkoşînê bikin. Ez Ayşe Şanê ji bo xwe mînak dibînim. Ayşe Şan a ku stran lê hatine qedexekirin û ji bo ku bibêje koçber bûye bi tena serê xwe berxwedanek e. Ez wek jin gelek caran rastî van zextan hatim û heta niha jî dem bi dem rastî van zextan têm. Malbata min her tim piştgirî daye min, lê tevî ku hem jin û hem jî dayikek koçber im min di rêwîtiya muzîkê de astengî jî dîtine. Lê ez têkoşînê didomînim."

'Qedexekirin îfadeya zîhniyeta nijadperest e'

Zeynep a ku di jiyana xwe ya li Tirkiyeyê de rastî zext û nîjadperestiyê hat, tevî van hemûyan jî bi israr stranên kurdî distirê. Zeynep, anî ziman ku ew li Îngilîstanê li gorî Tirkiyeyê bi rehetî hunera xwe dimeşîne û wiha got: "Ji bilî gelê min, hevalên min ên îngilîz û hevalên ji gelên din ên koçber jî ji stranên kurdî zêdetir hez dikin." Zeynep bertek nîşanî qedexekirina konseran, nedana salonê û astengkirina performansa wan a di heyama dawî de ya gelek hunermen pê re rûbirû dimînin da û got, “Qedexekirina konserên hunermendên kurd, nijadperestî ye. Dema hunermend ji bo konserekê serlêdan dikin, saziyên pêwendîdar dipirsin ka di repertuwara wan de berhemên kurdî hene yan na. Ez vê helwesta nijadperest a li hemberî ziman, huner û muzîka kurdî şermezar dikim. Muzîk hesta evîn, hevgirtin û jiyana hevbeş a azad zêde dike. Divê em bi hemû zimanan stranên xwe bistirên û bêhtir ji hunerê hez bikin.”

'Hesretê ew teşwîkî afrîneriyê kir'

Zeynep destnîşan kir ku hunermendek ji axa xwe tê xwedîkirin û îlhama xwe digire û destnîşan kir ku hesreta axa wê ew teşwîq kiriye ku afirînerî û hilberînê bike. Zeynep amaje bi wê yekê kir ku civak bi hunerê dikare baş bibe û pêş bikeve û destnîşan kir ku ji ber vê yekê divê Gelê Kurd di warê huner û çandê de zêdetir berheman bide. Zeynep bi vê hişmendiyê xebatên xwe yên ji bo zindî kirinaçanda xwe didomîne, bi strana xwe ya yekem "Lorî Dayikam" dîsa bi awayekî profesyonel dest bi muzîkê dike.

Yekemîn albuma wê ya bi navê 'HEBÛN' e

Zeynep jî li ser albûma xwe ya yekem “HEBÛN” ku di encama hewldana sal û nîvekê de derxist ev tişt got: “HEBÛN (hebûn) çîroka min e. Di dema pandemiyê de, min nexweşiyek pir dijwar derbas kir û ji mirinê vegeriyam. Ez ji nû ve çêbûm, ji xewa giran şiyar bûm. Min nû dest pê kir bi rengekî din li jiyanê mêze kir ku sitraneke nû bistirêm. Min hêz bi xwe re dît ku ji her demê bêtir bixebitim. Ez bi heval û aranjerê xwe yê hêja Şervan Ayaz re ji bo pêkanîna projeya xewna xwe ya albûmê derketim rê. Ji bo vê albûma xwe ya xweş, xebat û keda wî ya dilsoz spasiya Şervan Ayaz dikim. HEBÛN albûmek ji 3 stranan pêk tê. Du pêkhatin û stranek anonîm e. Strana 'Govend e' jî berhemeke nenas e ji herêma Zaxo. Projeyên min ên nû jî li ber qedandinê ne û ezê berdewam bikim.”

Bandora Cigerxwîn…

Zeynep her wiha diyar dike ku di bin bandora bendeke helbestvan, nivîskar û dîroknasê kurd Cigerxwîn de maye û biryara navê albûma xwe daye. Çarîna Cegerxwîn wiha ye:

“Jin û hebûn

Ez xumxuma ava scheman

Ez çerx û govend û sema

Tin im di Nêv kat û lema

Ez Jin im, Hebûn im, Tevger im."

'Divê her kes zimanê xwe biparêze'

Zeynep anî ziman ku muzîk û huner xwedî zimanekî taybet in û got, “Di wî zimanî de, ziman, hest û rengên din jî hene. Ez hez dikim bi her zimanî bistirêm û hewl didim, lê dema ez bi kurdî stranan dibêjim xwe azadtir hîs dikim. Ez kurd im û helbet tercîh dikim ku hunera xwe bi zimanê dayikê bikim. Hebûna gel bi huner û muzîkê mezin dibe û mayînde dibe. Gelek kes her çiqas bi kurdî fam nekin û neaxivin jî stranên kurdî guhdarî dikin. Paşê ji bo ku jê fêm bike dest bi fêrbûna kurdî dike. Ev ziman û berxwedana gel a li dijî asîmîlasyonê ye.” Zeynep destnîşan kir ku zimanê kurdî li dijî hemû polîtîkayên asîmîlasyon û "îmhayê" li ber xwe dide û bang li her kesî kir ku zimanê xwe yê dayikê biparêzin û zindî bihêlin.

( Çavkanî- JINNEWS )

Editör: Haber Merkezi