STENBOL - Ferhenga Kurdî-Tirkî bi çapa xwe ya nû ya berfireh derket. Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Sûbaşi diyar kir ku 44 hezar peyvên nû li ferhengê hatine zêdekirin û ferheng çavkaniyeke baş e.

Komeleya Lêkolînên Kurdî bi amadekariya zimanzan Zana Farqînî çapa berfıreh a ferhenga Kurdî-Tirkî derxist. Di çapa nû de 44 hezar peyvên nû li ferhengê hatine zêdekirin. Bi vî awayî hejmara peyvên ferhengê bûye 224 hezarî. Her wiha di ferhengê de wateya peyvan jî heye. Li gel vê biwêj û qalibên ku peyv tê de hatine bikaranîn jî di ferhengê de hene.

DEWLEMENDIYA KURDÎ

Hevserokê komeleyê Eyup Sûbaşi bibîr xist ku ferheng di cara ewil di sala 2004'an de hatiye çapkirin û niha di çapa nû de 44 hezar peyvên nû lê hatine zêdekirin. Sûbaşi wiha got: "Bi van gotinan arşîvkirina kurdan didome. Em nikarin bibêjin ku heta niha zimanê kurdî bi temamî hatiye arşîvkirin. Nivîskarê ferhengê Zana Farqînî peyvên nû li vê ferhengê zêde kirine." Subaşi da zanîn ku ferheng bi rêbazên gerdûnî hatiye amadekirin û wiha domand: “Peyvên di ferhengê de jî ji gotinên civakê û ji nivîsên kurdan ên bi sedan sal berê hatine nivîsandin hatine girtin û li vê ferhengê hatine zêdekirin. Di vê ferhengê de tenê zaravayê kurmancî heye. Ger em zaravayên din lê zêde bikin cildek têrê nake. Ev ferheng nîşana dewlemendî û zindîbûna zimanê kurdî ye."

ZEHMETÎ

Sûbaşi bal kişand ser zor û zehmetiyên di dema amadekairin û çapkirina ferhengê de jî. Sûbaşi bilêv kir ku kesên di warê ferhengnasiyê de pêşketî jî kêm in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Saziyên ku li ser xebatên ferhengê dixebitin jî di warê tiştên dê bikin de jî derfetên wan sînorkirî ne. Loma jî çapkirina ferhengên kurdî bûye karekî dijwar. Ya ku hatiye kirin jî hinekî li ser asasê dilxwaziyê hatiye kirin. Hin saziyên kurdan jî ji bo arşîvkirina peyvên kurdî û ragihandina wan a ber bi pêşerojê ve dixebitin."

‘KURDÎ ZIMANEKÎ DEWLEMEND E'

Sûbaşi destnîşan kir ku çapa berfirehkirî ya ferhengê ji bo pêşxistina di warê ziman de çavkaniyeke baş e û axaftina xwe wiha qedand: "Li cîhanê gelek zimanên dewlemend hene. Kurdî jî yek ji wan zimanan e. Sedema dewlemendiya wê jî ew e ku zimanekî kevnare ye û berê li gelek deveran hatiye axaftin. Di heman demê de ji ber ku di warê pêşketinê de zimanekî vekiriye, dikare peyvên nû çêbike.” 

Editör: Haber Merkezi