NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo pêşvebirin û xwedîlêderketina Zimanê Kurdî, PENa Kurd dê îşev bi dilxwaz û xebatkarên Zimanê Kurdî re li ser zoomê civînê li dar bixe.

Berî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê PENa Kurd ket nava hewildanên ji bo xizmeta Zimanê Kurdî. Dê îşev li gor saeta Amedê saet di 20.30'an de bi armanca nirxandina rewşa Zimanê Kurdî ya li çar parçeyan û li diasporayê civîn li ser zoomê bê lidarxistin. Dê piştî axaftina gotarvanan civînê nêzî 2 saetan wekî sohbetê derbas bibe û  ji aliyê Sîpan Şînda ve dê civîn bê birêvebirin. 

Dê ji her çar parçeyan gotarvan beşdar bibin

Dê ji her çar parçeyan, kafkasya û ewropayê gotarvanê beşdarî civîna Pêşvebirina Zimanê Kurdî bibin. Ji Rojava Endama Saziya Zimanê Kurdî Viyan Cûdî, Ji Başûr Nivîskar Fadil Emer, Mamoste Ebdulxaliq Yaqubî, ji Bakur Nivîskar û Mamoste Resûl Geyîk, nivîskar û lêkolîner Roşan Lezgîn, ji Kafkasyayê Nivîskar Tengîz Siyabendî, ji ewropayê Nivîskar û Mamoste Ronî Stêrk, Mamoste Yusuf Bîlgîç ji Rojhilat Helbesvan û Mamosteyê Kurdî Îrfan Gîlayî dê beşdarî civînê bibin. 

Girêdanka lînka zoomê ya civînê wiha ye: https://us02web.zoom.us/j/83124796124

Editör: Haber Merkezi