AMED - Li Amedê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin.

Bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Komeleya Wêjekarên Kurd û Kovara Destarê li avahiya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê a li navçeya Sûrê ya Amedê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, hevşaredarên Bismil û Sûrê û gelek welatî bi kincên xwe yên kurdî tevlî pîrozbahiyê bûn. 

Di pîrozbahiyê de sînevîzyoneke ku behsa Şeva Yeldayê dike hat nîşandan. Paşê Dengbêj Sadiqê Farqînî kilam gotin. Bi dû re helbest hatin xwendin. Piştî helbestxwendinê pêşbirkek hat lidarxistin. Ên di pêşbirkê de bi ser ketin wekî xelat pirtûk û sêva mixikrêj wergirtin.

Pîrozbahî bi govendgerandinê bi dawî bû. 

( Nîşe: Nucêye niviskî MA )

Editör: Haber Merkezi