AMED - Rojnameya Xwebûnê ku heftane tê weşandin dê di Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de ji bo piştgiriyê şahiyekê li dar bixe. Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen bang kir ku her kes tev li şahiyê bibe û xwedî li rojnameya kurdî derkeve. 

Rojnameya Xwebûnê, di 22’yê kanûna 2019’yan de li Amedê dest bi weşanê kir. Xwebûn, tekane rojnameya ku li bakurê Kurdistanê weşana bi zimanê kurdî dike ye. Her wiha weke heftane tê weşandin. Rojnameya Xwebûnê, dê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de ji bo piştevaniyê şahiyekê li dar bixe. Hunermendên kurd Şivan Perwer, Kawa, Diyar, Xelîl Xemgîn jî di nav de gelek hunermend û nivîskar dê bi riya dîmenê tev li şahiyê bibin. Amadekariyên konsera ku dê hunermend Kadîr Çat û Koma Sorjiyan derkevin ser dikê bi dawî bûn. Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen têkildarî şahiyê ji ajansa me re axivî. 

‘JI BO KU ZIMANÊ ME WINDA NE BE’

Esen, têkildarî avabûna Rojnameya Xwebûnê axivî û dest nîşan kir ku Rojnameya Xwebûnê di sala çaran de ye ku weşana xwe bi awayekî heftane bê navber didomîne û di heman demê de li ser malpera înternetê jî rojane weşanê dike. Esen, diyar kir ku ew xebatên xwe yên rojnamegeriyê li Amedê dimeşînin. Esen bi domdarî wiha got: “Li vir em hem rojane hem jî heftane karê xwe dimeşînin. Rojnameya Xwebûnê tekane rojnameya ku bi zimanê kurdî li Bakurê Kurdistanê bi rêk û pêk weşanê dike. Piştî ku sê sal qediyan em dixwazin di sala çaran de bi boneya roja zimanê dayikê ya cîhanê bi şahiyekê bi gelê xwe re bên gelhev. Me plansaziya vê yekê kiriye. Em ê konsera xwe di 21’ê sibatê de li dar bixin. 21’ê sibatê roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê ye lê li bakûrê Kurdistanê zimanê kurdî qedexe ye. Destûr nayê dayîn ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê. Em jî ji bo ku zimanê kurdî winda nebe bi zimanê xwe ragihandinê ji gelê xwe re dikin û Rojnameya Xwebûnê derdixînin. Ji ber vê yekê me xwest di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de konserekê li dar bixin. Ev nêzî mehekê ye me ji bo vê konserê amadekarî dikir û niha amadekariyên me bi dawî bûn. Tenê di hêla hiqûqî û fermî de serlêdanên me mane ku em vê jî bikin dê bernameya me temam bibe.”

‘ŞIVAN PERWER, KAWA, DIYAR, XELÎL XEMGÎN TEV LI DIBIN’

Esen, derbarê bernameyê de ev tişt gotin: “Em dê li eywaneke dawetê ya li Amedê konsera xwe li dar bixin. Hunermendên ku dê tev li bernameya me bibin Kadîr Çat û Koma Sorjiyan ne ku dê wê şevê bi stranên xwe derkevin pêşberî xwînerên me. Di heman demê de ne tenê li vê derê, li dîasporayê jî dê hunermendên kurd yên ku bi salan e ji ber zext û pêkutiyên li dijî wan hatine meşandin derketin û çûne wê derê, hem bi peyamên xwe hem bi stranên xwe bi me re bin. Heke ez wek nav bibêjim, hunermend Şivan Perwer, Kawa, Diyar, Xelîl Xemgîn û dibe ku hin hunermendên din jî em tev li vê bernameyê bikin. Di konsera me de tenê hunermend dernakevin, di heman demê de nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî yên li bakûrê Kurdistanê û li Tirkiyeyê û gelek kesan em dê vexwînin vê bernameya xwe. Ji niha ve em bang li hemû sazî û dezgeh, partiyên siyasî, komele, hunermendên kurdan dikin ku bila vê şevê piştgiriyê bidin me, bên gel me û em bi hev re şeveke bi coş û şahî derbas bikin.”

‘BILA ZIMANÊ ME BÊ QEBÛL KIRIN’

Esen, bal kişand ser giringiya xwedî derketina Rojnameya Xwebûnê û da zanîn ku rojnameyê heta niha tu car bernameyên bi vî rengî li dar nexistî ye. Esen diyar kir ku bi boneya vê bernameyê ew dixwazin rast e rast bi xwînerên xwe re bên gel hev û hev nas bikin. Esen, di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Me plan kiriye ku hezar kesê/î vexwînin vê bernameya xwe û bi awayekî girseyî em bên gelhev. Em dixwazin xwînerên me jî xebatên me ji nêz ve bişopînin. Lewre em dê di vê konserê de derbarê rojnamegeriya kurdî de jî xebateke bi dîmen amade bikin û biweşînin. Her wiha em dê derheqê rojnameya xwe de ku em çi kar û xebatan dikin ji xwînerên xwe re ragihînin. Em dixwazin rast e rast xwînerên me piştgiriyê bidin me. Em qala piştgiriya aborî nakin, ji vê wêdetir em dixwazin bibînin ku xwedî derketina rojnameya Xwebûnê çiqas e û di çi astê de ye. Ji bo ku zimanê me bê qebûl kirin, bibe zimanê fermî gelê bakûrê Kurdistanê çiqas rojnameyeke heftane ku bi kurdî dertê xwedî derdikeve û em jî vê yekê bi çavên xwe bibînin. Bila zimanê kurdî tenê bi riya rojnameyan neyê ragihandin, bi awayekî giştî zimanê me bê qebûlkirin, di nava hemû sazî û dezgehên dewletê û nava kurdan de bê azadkirin.”

BANGAWAZÎ

Herî dawî rojnameger Esen, bang li xwînerên xwe kir û wiha got: “Banga min ew e ku her kes tev li vê şeva me bibe û piştgiriyê bide me. Di heman demê de em li rojnameya xwe xwedî derkevin û zext û pêkutiyên li ser rojnameya kurdî bi şevên wiha vala derbixin.”

Xwebûn gazetesinden Dünya Anadil Günü etkinliği

Haftalık yayın yapan Kürtçe gazete Xwebûn, Dünya Anadil Günü etkinlikleri kapsamında, Şivan Perwer, Xelîl Xemgîn, Dîyar, Kawa gibi sevilen Kürt sanatçıları bir araya getirecek. 

Amed’de 22 Aralık 2019’da yayın hayatına başlayan haftalık Kürtçe gazete Xwebûn, 21 Şubat Dünya Anadil Günü kapsamında gazeteyle dayanışma etkinliği düzenleyecek. Düzenlenecek etkinliğe sevilen Kürt sanatçılar Şivan Perwer, Xelîl Xemgîn, Dîyar, Kawa da video yoluyla katılacak. 21 Şubat’ta düzenlenecek konserde sanatçılar Kadir Çat ve Koma Sorjiyan’ın sahne alacak. Öte yandan daha fazla sanatçının etkinlikle yer alması için çalışmalar sürüyor. 

Yapacakları etkinlik hakkında bilgi veren Xwebûn Gazetesi İmtiyaz Sahibi Kadri Esen, gazetenin hem internet sitesi hem de basılı halde Kürtçe yayın yaptığını belirterek, “Xwebûn gazetesi Bakurê Kurdistan’da Kürtçe yayın yapan tek gazetedir. Gazetenin 4’üncü yılında 21 Dünya Anadil Günü’ne de dikkat çekmek için okuyucularımızla bir araya gelmek istedik” dedi. 

21 Şubat’ın Dünya Anadil Günü olarak bir çok yerde kutlandığını vurgulayan Esen, “Ancak Kürtçe Bakurê Kurdistan’da yasak. Kürtçenin resmi ve eğitim dili olabilmesine izin verilmiyor” diye konuştu. 

KÜRT SANATÇILAR DİASPORADAN KATILACAK 

Yaklaşık bir aydır bu etkinliğin hazırlığını yaptıklarını ifade eden Esen, etkinliği Amed’teki bir düğün salonunda gerçekleştireceklerini söyledi. Esen, etkinlite sanatçı Kadir Çat ve Koma Sorjiyan’ın sahne alacağını, baskılardan 

dolayı diasporaya gitmek zorunda kalan Kürt sanatçıların da video yoluyla mesaj ve şarkılarını paylaşacaklarını dile getirdi. Esen, “Şivan Perwer, Kawa, Diyar, Xelil Xemgin gibi sanatçılar video yoluyla etkinlikte yer alacaklar. Etkinliğimize sadece sanatçılar değil, ayrıca Kurdistan ve Türkiye’den de birçok sivil toplum örgütü, siyasi parti ve dernek temsilcilerini de davet edeceğiz” ifadelerini kullandı. 

Etkinliğe yaklaşık bin kişinin katılmasını planladıklarını belirten Esen, “Kürtçe gazetemizin çalışmalarını anlatan bir bölümümüz olacak. Okuyucularımızdan bizimle dayanışma içerisinde olmalarını istiyoruz. Bu destek maddi bir destek değildir, insanların Xwebûn gazetesine nasıl sahip çıktıklarını görmek ve göstermek istiyoruz. Dilimize yönelik baskıların son bulmasını istiyoruz" şeklinde konuştu. Okuyuculara çağrıda bulunan Esen, “Herkesin bu etkinliğe katılmasını ve destek olmasını istiyoruz. Gazetemize sahip çıkalım, Kürt basını özerindeki baskı ve tehditleri boşa çıkaralım” diye ekledi. 

Kaynak: MA- Bazid Evren 

Editör: Haber Merkezi