banner9

banner8

Saziyên Kurdî: Em ê heta dawiyê ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî têbikoşin

Sazî û dezgehên kurdî bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ya Navneteweyî li avahiya MED-DER’ê daxuyaniyek dan û wiha gotin: “Em gelê xwe û zimanê xwe ji însafa pergalê re nahêlin û em ê heta dawiyê ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî têbikoşin.”

Kutlama 21.02.2023, 16:27 21.02.2023, 16:42
27

AMED - Sazî û dezgehên kurdî bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ya Navneteweyî li avahiya MED-DER’ê daxuyaniyek dan û wiha gotin: “Em gelê xwe û zimanê xwe ji însafa pergalê re nahêlin û em ê heta dawiyê ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî têbikoşin.”

Komeleya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), Kovara Destar, Enstîtuya Kurdî ya Amedê û Komeleya Wêjekarên Kurd bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ya Navneteweyî li avahiya MED-DER’ê a li Peyasa Amedê bi zaravayên kurmancî û kirmanckî daxuyanî dan. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosun, rêveber û endamên MED-DER’ê, endamên Enstîtuya Kurdî ya Amedê, endamên Komeleya Wêjeya Kurdî, endamên Kovara Destarê, Komeleya 78’an û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Perwerdehiya bi zimanê dayikê, mafê bingehîn û gerdûnî ye! Binpêkirina vî mafî sûcê li dijî mirovahiyê ye” hatibû vekirin û beşdaran dovîzên “Divê kurdî bibe zimanê fermî” û “Ziwanêko azad, cuyeka azad e” rakirin.

DSC04930.JPG

Daxuyaniya bi zaravayê kirmançkî ji hêla Hevseroka MED-DER’ê Şukran Yakût û ya bi kurmancî jî ji hêla Dr. Mehmet Remzî Azîzoglû ve hate xwendin.

DIJWARIYA KARESATÊ

Azîzoglû destnîşan kir ku 21’ê Sibatê bi karesateke dijwar pêşwazî dikin û wiha got: “Ji ber vê karesatê bi dehhezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan û hîna bi hezaran kes di bin kavilên avahiyan de ne û bi milyonan kes jî bê cih û war man. Em wek saziyên zimanê kurdî ji bo malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayîn sersaxiyê û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazin.”

NÊZÎKATIYA LI DIJÎ KURDISTANÊ

Bi domdarî Azîzoglû ev tişt anî ziman: “Her çend ku ev karesat karesateke siruştî be jî, ji ber xemsariya desthilatdaran, ji ber rant û talanê û bi taybetî jî li Kurdistanê ji ber hişmendiya dijminane û dagirkeriyê, vê karesatê encamên pir xerabtir derxistin holê. Heke di roja rojê de tevdîrên pêwîst bihatina girtin û piştî erdhejê zû mudaxele bihata kirin, îro bi dehhezaran mirovan jiyana xwe ji dest nedidan.

EV YEK NAYÊ QEBÛLKIRIN

Vê karesatê careke din nîşan da ku ev pergal di mijara jiyana mirovan de çiqas zêde xemsar e. Li aliyekî mirov hewl didin ku ji vê karesatê bi saxî bifilitin û li ser pêyan bimînin, li aliyekî din jî dewleta tirk dixwaze vê karesatê bike wesîleyeke wisa ku demografiya van bajarên me biguherîne, pişaftinê li wan deran pêşvetir bibe. Lewma jî li şûna ku lêqewimiyên erdhejê li bajarên din ên kurdan an li bajarên nêzîk bi cih bike, wan dibe li bajarên tirknişîn û dûr ji bajarên kurdan bi cih dike. Guhertina demografiyê jî awayekî din ê pişaftin û qirkirinê ye. Ev yek nayê qebûlkirin!

TUNEHESIBANDINA KURDÎ TUNEHESIBANDINA KURDAN E

Erdhejê li gel xemsariya dewletê ya li hemberî jiyana mirovan, di heman demê de faşîzma li ser gelê kurd û zimanê kurdî û ya li ser penaberan jî derxist meydanê. Gelek kesên di bin kavilan de mabûn, ji ber ku bi tirkî nezanîne, tirsiyane ku heke bi zimanê xwe yê dayikê bibêjin ‘hawar’, kes dê bi hawara wan ve neçe. Lewma dengê xwe dernexistine. Ev rewş nîşan dide bê ka çawa ev pergal kesên netirk û tirkînezan mecbûrî mirinê dike. Bi heman awayî, tevî ku ev erdhej li gelek bajarên kurdan pêk hatibe jî, xetên telefonê yên hawarçûnê û saziyên ku ji bo lêqewimiyên erdhejê hatine avakirin da ku ew bi rêya wan cihê xwe diyar bikin yan jî pêwîstiyên xwe bînin ziman, di wan de bi tu awayî cih nedane zimanê kurdî. Mînaka herî berbiçav jî saziya bi navê YÎMERê ye. Tunehesibandina kurdî tunehesibandina kurdan e!

EM Ê HETA DAWIYÊ TÊBIKOŞIN

Çawa ku bi salan e gelê kurd li hemberî vê faşîzmê têdikoşe, xwedî li zimanê xwe derdikeve, hevgirtin û rêxistinbûna xwe zêdetir dike da ku hebûna xwe biparêze, bi vê karesata giran derkete holê ku tiştê ku hebûna me biparêze, tiştê ku me ji destên vê pergalê xelas bike, hevgirtin û rêxistinbûna gel e. Hevgirtin û rêxistinbûna gelê me nebûya, dê encamên vê karesatê pir zêdetir bûbûna. Pêwîst e ji niha û pê de em vê yekê pêşvetir bibin. Ji ber ku rêyeke din nîn e ku em xwe ji vê pergala mirovkuj û zimankuj rizgar bikin.

Em weke saziyên zimanê kurdî, bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî, dixwazin destnîşan bikin ku em di her şert û mercî de li ba gelê xwe ne, li ba zimanê xwe ne û gelê xwe û zimanê xwe ji însafa pergalê re nahêlin û em ê heta dawiyê ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî tê bikoşin.”

Daxuyanî bi spasdariyê bi dawî bû.

Yorumlar (0)
banner44
Günün Anketi Tümü
HDP cumhurbaşkanı adayı çıkarma kararı aldı. Peki siz bu adayın kim olmasını istersiniz?
HDP cumhurbaşkanı adayı çıkarma kararı aldı. Peki siz bu adayın kim olmasını istersiniz?
Puan Durumu
Takımlar O P
1. Galatasaray 26 61
2. Fenerbahçe 24 54
3. Beşiktaş 25 49
4. A.Demirspor 26 46
5. Trabzonspor 26 44
6. Başakşehir 25 44
7. Kayserispor 26 41
8. Konyaspor 25 34
9. Karagümrük 24 31
10. Antalyaspor 25 28
11. Alanyaspor 25 28
12. Sivasspor 25 27
13. Kasımpaşa 25 26
14. Gaziantep FK 25 25
15. Ankaragücü 25 25
16. İstanbulspor 24 24
17. Giresunspor 24 23
18. Hatayspor 24 23
19. Ümraniye 25 22
Takımlar O P
1. Samsunspor 29 63
2. Eyüpspor 28 53
3. Rizespor 27 52
4. Sakaryaspor 28 52
5. Pendikspor 28 50
6. Keçiörengücü 28 47
7. Bodrumspor 28 45
8. Göztepe 28 44
9. Boluspor 28 44
10. Manisa FK 27 42
11. Bandırmaspor 27 40
12. Altay 28 28
13. Tuzlaspor 27 28
14. Altınordu 28 26
15. Erzurumspor 27 25
16. Adanaspor 29 25
17. Gençlerbirliği 27 21
18. Denizlispor 29 17
19. Yeni Malatyaspor 29 16
Takımlar O P
1. Arsenal 29 72
2. M.City 28 64
3. M. United 26 50
4. Tottenham 28 49
5. Newcastle 26 47
6. Brighton 26 43
7. Brentford 28 43
8. Liverpool 27 42
9. Aston Villa 28 41
10. Fulham 28 39
11. Chelsea 28 38
12. Crystal Palace 29 30
13. Wolves 29 28
14. Nottingham Forest 28 27
15. Bournemouth 28 27
16. Leeds United 28 26
17. Everton 28 26
18. Leicester City 28 25
19. West Ham United 26 24
20. Southampton 28 23
Takımlar O P
1. Barcelona 26 68
2. Real Madrid 26 56
3. Atletico Madrid 26 51
4. Real Sociedad 26 48
5. Real Betis 26 45
6. Villarreal 26 41
7. Athletic Bilbao 27 37
8. Rayo Vallecano 26 36
9. Osasuna 27 35
10. Girona 27 34
11. Celta Vigo 26 34
12. Mallorca 27 33
13. Getafe 27 30
14. Sevilla 27 29
15. Cadiz 27 29
16. Real Valladolid 26 28
17. Espanyol 27 27
18. Valencia 26 26
19. Almeria 26 26
20. Elche 26 13
Günün Karikatürü Tümü