ÖTEKİLERİN-GÜNDEMİ-AMED:Li Bakûrê Kurdistanê û li Tirkiyê gelek weqf û dezgehên sivîl hene. Hinek dezgeh li ser navên şexsiyetên nemir, hinek dezgeh jî li ser navên bûyerên dîrokî hatine vekirin. Beşek ji xelkê Bakûrê Kurdistanê daxwaz dikin dezgehek sivîl li ser navê nemir Mela Mistefa Berzanî li Amedê vebe.

Li gor welatiyan, pêwîstî bi weqfek yan dezgehek wisa heye, çimkî Mela Mistefa Berzanî di dîroka Kurdistanê de cihekî zêde giring digre. Ji bo ku nifşên nû ji dîroka xwe dûr nekevin û girêdayî dîroka xwe bimînin pêwistî bi dezgehekî wisa heye.

Ew di wê baweriyê de ne vekirina dezgeheka sivîl li ser navê Barzanî wê di navbera kurdên Başûr û Bakûr de jî bibe wekî pirekî û wan bêtir nêzikê hevdû bike.

Jina bi navê Berfîn Evîndar li ser vê mijarê ji BasNewsê re got: “Çima li Başûrê Kurdistanê li ser navê şexsiyetên giring wekî Îsmaîl Bêşîkçî weqf tê ava kirin lê li Amedê li ser navê Barzanî weqfek nîne! Em dixwazin li Amedê Weqfa Mela Mistefa Barzanî hebe. Helbet nav tenê giring nînee, dîrok jî giring e. Lê wefa jî divê hebe.”

Berfînê da xuyakirin ku eger dezgehek wisa li Amedê were avakirin bi saya wê xelkê Başûr û Bakûr jî bêtir nêzî hev dibin. Ji bo vê yekê jî divê hinek gav bên avêtin: “Ez bag li kesên berpirs dikim ku hewl bidin dezgehekî wisa ava bikin.”

(Çavkanî BasNews :Sevda Kaplan)
Editör: Haber Merkezi