AMED - Hevseroka Gişitî ya DBP’ê Salîha Aydenîz destnîşan kir ku êrîşên tên kirin berdewamiya planê çewisandiyê ye û wiha got: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê, xwe bi polîtîkayên şer, qirkirin û tunekirina gelan li ser piyan dihêle. Bi vî awayî dixwazin ser pirsgirêkên xwe yên heyî bigirin.”

Li Herêma Federal a Kurdîstanê tevger û geşedanên leşkerî berdewam dikin. Operasyona leşkerî ku TSK'ê di 23’yê Nîsanê de li deverên Zapê, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê da destpêkirin berdewam dike. Bi vê operasyonê li gelek herêmên Bakurê Kurdistanê jî operasyonên leşkerî hatin destpêkirin.  Bêdengiya hikumeta Herêma Kurdistanê ya li dijî operasyonê jî berdewam e.Têkildarî mijarê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmenên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz ajansa JINNEWS Sema Çağlak re nirxandin kir.

‘Hedef tasfiyekirina têkoşîna azadiya gelê kurd e’

Salîhayê anî ziman ku operasyonên di demên dawî de yên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tê meşandin, polîtîkayên sed salî ne. Salîhayê, got: “Bi taybet nêzî 40 sal in bi rêya operasyon, koçberî, kuştin û qirkirinê dixwazin gelê kurd li ser erdnîgariya xwe bê maf bê hebûn û bê çand û dîrok bêhêlin. Polîtîkayên qirkirinê yên di vê çarçoveyê de xwe bi operasyonên li hemberê Başûr, Şengal û Mexmûrê nîşan dide. Ji aliyekî din ve jî li herêma bakurê operasyonên li ser siyasetmedaran pêk tên. Ango ev hemû geşedanên polîtîkayên şer ku li ser xaka Kurdîstanê tê meşandin hemû girêdayî hevdu ne. Ji ber ku tê xwestin di sedsala 21’emîn de Rojhilata Navîn ji nû ve dizayn bikin. Bi vê yekê tê xwestin pergala kapîtalîzmê li ser Rojhilata Navîn ji nû ve bê sazkirin. Di vê pêvajoyê de jî gelên Rojhilata Navîn ji qirkirinê derbas dikin. Di vê sedsalê de Rojhilata Navîn ji bo berjewendiyên hêzên hegemonîk wek qada şer tê bikaranîn. Li hember sazkirina pergala kapîtalîzmê jî pergala demokratîk modernîteyê ku mîmarê wê Birêz Ocalan e hat pêşxistin.  Ev pergala demokratîk ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bû hêz û hêviyek. Her wiha pêşengtiya vê pergala demokratîk jî gelê kurd dike lewra tê xwestin têkoşîna gelê kurd a ji bo azadiya gelan bê tepisandin û qelskirin.”

‘Êrîşên tên kirin dewamiya planê pelişandinê ye’

Salîhayê destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê, xwe bi polîtîkayên şer, qirkirin û tunekirina gelan li ser piyan dihêle û got: “Tirkiye di hêla aborî, civakî, dîplomasî û di hêla siyasî de tiştekî bêje nemaye. Desthilatdariya xwe tenê bi xwîn, tundî û şer dide meşandin. Hemû polîtîkayên xwe yên şer jî li ser dijminatiya gelan dimeşîne. Hem polîtîkayên xwe yên li ser Rojhilata Navîn, hem li Behra Spî, Kafkasya û Lîbyayê bi şer û tundiyê  dixwaze emrê xwe dirêj bike. Lê ya bingehîn dijmînatiya li ser gelê kurd e. Ev hemû êrîş berdewamiya plana pelişandin û hilweşandina ku di 2014’an de hate pêşxistin e. Gava em di 6 salên dawîn de rûdanên ku qewîmîne dinihêrin hemû li ser vê plana hilwêşandinê hatin pêşxistin. Bi vî awayî ji her alî ve şerekî topyekun ê li dijî kurdan hat destpêkirin.” 

‘Tirkiye di nav kaosekê de ye’

Salîhayê bi lêv kir ku hebûna sîstema diktatoriyê girêdayî qirkirina gelê kurd e. Ango ji ber vê her tim di nav şerekî de ye. Salîhayê axaftina xwe re wiha domand: “Dewleta tirk îro di NATO’yê de de cîh digire. Dewleta tirk di van êrîşan de serbixwe tev nagere. Di van êrîşan de destên Emerîka, Îran, Ewropa û dewletên netew jî hene. Ango bêyî piştigiriya wan dewletan dewleta tirk bi tena serê xwe nikare êrîş bike. Ji ber vê yekê pêwîst e ku helwest û nêzikatiyên hêzên hegemonîk baş bên fêmkirin. Yanî bi van helwest û tevgeran hêzên hegemonîk Kurdîstanê dixawazin li gorî berjewendiyên xwe saz bikin. Her wiha dixwazin deskeftiyên kurdan bên binpêkirin. Ev armanc jî bi salane tê meşandin. Lewra ji ber polîtîkayên şer ê Tirkiyeyê niha li her aliyî  kaosek mezin heye. Ya rast ne tenê Tirkiye di nav krîzekê de ye. Pergala kapîtalîzmê bi xwe di nav qeyranekê de ye. Van qeyranan jî bingeha xwe ji van polîtîkayên şer digire.”

‘Tirkiye bi polîtîkayên şer dixwaze ser pirsgirêkên xwe bigire’

Salîhayê bi lêv kir ku Tirkiye bi van polîtîkayên şer dixwaze ser pirsgirêkên xwe yên heyî bigire û got: “Niha li Tirkiyeyê aborî têk çûye. Lê belê dibêje bila qeyrana aborî neyê axaftin, qeyrana dîplomasî, yê hiqûq û gelek qeyranên din neyên axaftin. Ji ber ku di vê esasê de mijar bekaya qesrê ye her wiha bekaya şirikên wê yên biçûk e. Lewra heta niha operasyon pêk anîn lê heta niha bi van operasyonan nekaribûn tiştekî bi dest bixin. Ceribandinên wê yên ji salên 80’ê û 90’î ve jî hen in lê dewleta tirk her tim xwe bi vê sîyaseta şer dubare dike. Lewra dewleta tirk pêş ve naçe berovajî paşve diçe. Em îro nikarin li Tirkiyeyê qala darazek serbixwe an jî hiqûqê bikin.”

‘Divê herêma başûr berjewendiyê gelê kurd bifikire’

Salîhayê bal kişand ser nêzîkatiya herêma başûr û PDK’ê jî û wiha axivî: “Yên ku îro di şer de israr dikin rastî neyarê deskeftî û azadiya gelê kurd in. Gel jî ev dîtiye û li gorî vê tev digere. Gelê başûr li hemberî êrîşên dewleta tirk sekna xwe nîşan dide lê sekna PDK’ê nedîtina bi giştî ye. Yanî ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî van êrîşan li ser gelê kurd rewa dibînin. Lê divê berjewendiyên gel bê fikirandin. Me di rewşa Şengalê de dît ku bi Peymana Şengalê îradeya gelê Şengalê tune hesab kirin. Wexta ku DAÎŞ’ê êrîşî Êzidîyan kir û gelekê wan hatin revandin û firotin, dengê kesekî derneket. Ji bo vê yên ku ji wê çaxê heya niha ji bo parastina gelê Şengalê tiştek nekaribin bikin niha jî nikarin li ser gelê Şengalê biryarê bidin. Lazim e ku li gorî daxwaz û îradeya gelê Şengalê bê tevgerandin.”

‘Têkoşîna gelê kurd dê vê pergala heyî biguherîne’

Salîhayê anî ziman ku îro li Tirkiyeyê êrîşek topyekun hatiye destpêkirin û sîstem dixwaze deskeftiyên gelê kurd dagir bike. Salîhayê wiha axivî: “Ji ber ku sîstema wê sîstema dagirkeriyê ye. Tê wateya ku kurd bila li ser erdnigariya xwe azad nebin û kurd nebin xwedî statuyekê. Dixwazin gelê kurd her tim di bin serdestiya dewletên dagirker a wek Tirkiyeyê û hêzên hegemonîk de bijî. Ew jî bingeha vê yekê ji Lozanê digirin. Ji ber van sedeman îro Rojhilata Navîn bi polîtîkayên “dabeş bike û bi rê ve  bibe” tê birêvebirin. Îro gelê kurd li ser hemû cîhanê tê zanîn. Ji bo çand, ziman, azadî û statubûna xwe têkoşînan didin. Lê vê têkoşînê ji bo hemû gelan dide meşandin. Sîstem hebûna xwe bi peymanên Skyes-Picot û bi lozanan nikare ji nû ve ava bike. Têkoşîna azadiya gelê kurd dê vê pergalê biguherîne.”

Editör: Haber Merkezi