AMED_ÖTEKİLERİN GÜNDEMİ: DÎAYDER'Ê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên li dijî goristanan şermezar kir û da zanîn ku di ola îslamê de êrîşa li dijî goran hatiye heramkirin.

Hefteya borî li Wanê vê hefteyê jî li Mûşê û navçeya Farqînê ya Amedê leşker û polisan êrîşî gorên kesên ku di demên cûda de di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn kiribûn û li ber çavê malbatan kêlêkên goran hilweşandibûn. Komeleya Alimên Olî (DÎAYDER), têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bertek nîşanî hilweşandina goran da.

“ÊRÎŞ NE MIROVÎ YE”

DÎAYDER’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di ola îslamê de sînorên mizgeft û goristanan heman sînorên û êrîşên li dijî mizgeft û goristanan hatine heramkirin û ev tişt got: “Dijminatiya di navbera mirovan de, di kîjan astê de dibe bila bibe, divê ku bê hurmetî ji gor û perestgahên wan re neyê kirin. Hilweşandina gorê zarokên kurdan û şikandina kêlêkênwan a ji ber tîpên kurdî ne îslamî ye ne jî mirovî ye.”

“DIVÊ HERKES XWE BIKE ŞÛNA MALBATAN”

Di berdewama daxuyaniya xwe de DÎAYDER’ê bang li Serokatiya Diyanetê kir ku têkildarî mijarê daxuyaniyek bide û ev nirxandin kir: “Hemî oldar li henber vê mijara hovane ker, kor û lal in. Her mirovek xwedan wijdan divê carekê xwe bike şûna kesên ku êrîşên li hemberî gorên zarokên wan hatine.”

(MA)
Editör: Haber Merkezi