AMED-ÖTEKİLERİN GÜNDEMİ;  "Xazil Dîsa Zar Bûma", ew helbest e ku Prof. Dr. Sihîdê Îbo û hevrêyê wî bijîşk-helbestvan Simoê Şemo, can dane kelam û gotina wê.

Hostayê helbesta dîwanê ya klasîk Şeyh Galîb, ji bo helbestvanan dibêje: "Ew in ku can didin kelamê." Ev rist, belkî herî zêde li helbestvanên ji cihwarê xwe hatine dûrxistin û rêwiyên heyateke zor û zehmt in tê. Belkî jî herî zêde li Sehîdê Îbo û Simoê Şemo tê ku li quntara Çiyayê Elegezê li helbestekê dilûsin û di ristên wê de xwe li yekpareyiya gotinê datînin.


Her du helbestvanên ku li Mezopotamyaya bi xêr û bêr, warê ewil ê danûstendinên insanî, ehlaqî û hunerî, ji hebûna wan a nasnameyî û zemanî hatiye xwarin, bi hêma û metaforên xwe xwe dispêrên xisûsiyeta rêwîti û vegerê ya helbestê. Li qeyika ziman siwar dibin û sînorên bilêvkirineke helbestkî derbas dikin.


Ev her du helbestvanê zarokên kurdên ku piştî Herba Cîhanê ya Yekemîn tevî ermenan ji Herêma Serhedê berê xwe dane welatên Kafkasyayê, bi helbestê, şewqê didin wateya di hidûdê herî dawî yê peyvê de hatiye veşartin û derî li heqîqet û rastiya li paşperdeya dîroka ku hatiye xesandin û stewrkirin vedikin. Di rîtmeke eynî wekî ya avê bêmîsal de, hemû wate û derwateyan li qeyika helbestê bar dikin û ji quntarên Çiyayê Elegezê ber bi Çemê Erezê û ji wir jî hêdî hêdî, giran giran ber bi Serheda hêmin û sergevez ve ber didin ku xizîneya wan lê hatiye windakirin. Û wekî bêjin "Ma heta em ji helbestê jiyanekê ava bikin, em helbestê bixwe bikin jiyan ne çêtir e?" bi yekdengî, bi yekawazî rengvedana jiyana wan î sirûştî ya bi salan e li wî aliyê sînor hatiye veşartin, ji dilê wan ber bi lêvên wan ve dadiwerive û dibêjin: "Xazil dîsa zar bûma."


Îbo û Şemoyê ku li quntarên Çiyayê Elegezê hatine dinê, ji zarokatiyê ve hevta û hevrêyên hev in û bi hev re bêhna hemû demsalan kişandine sî û cergê xwe, rojekê ji fakulteya tibbê ku xwendekarên wê ne, berê xwe didin Gundê Şamîranê. Dema otobês digihê nêzî Girê Giresorê, wekî ji nişkave şingeşinga nal û hîrehîra hespekî kumêt ê ji çiyê xwe ber bi jêr ve berdide di kerika guhên wan de olan bide, li ber vê melodiya bêêmîsal ji xwe ve diçin. Di kilamake dengbêjê wê windabûyî de, li bin siya darên li Giresorê noqî lîstikên pev re lîstine, pezên bi hev re çêrandine û kilamên ji Radyoya Êrîvanê olan dane dibin. Axirê, li qeyîka rêwîtî û vegerî ya helbestê siwar dibin û di helbesteke ku pev re can didin kelam û gotina wê de dibin yekpare.


Ev xewn, xewneke wisa efsûnî, xewneke wisa "safî û sebîl... henûn henûn mîna ya mindalekî" ye, ku wexta hişyar dibin nizanin kîjan rist ê kê ne. Lê ev her du helbestvanên ji can û cendekê wan mişt jiyan difûre, helbesta "Xazil Dîsa Zar Bûma" ku bi awaza hunermend Aram Tîgran tim li ser zimana ye, li mêzênekê dixin û di dîwanên xwe de diyarî kullîyata helbesta kurdî dikin.


MA / Rêdûr Dîjle
Editör: Haber Merkezi