ŞIRNEX-ÖTEKİLERİN GÜNDEMİ;  Hevşaredara HDP’ê ya Hezexê Songul Erden derbarê plan û projeyên xwe ku wê ji bo navçeyê pêk bînin de axivî û got ku wan ji zû ve dest bi kar û xebatan kirine.


JINNEWS'ê Wekî nuceya Eojda Aydın; Şaredariya navçeya Hezexê ya Şirnexê jî wekî gelek şaredariyên li Herêmê yên DBP'ê di sala 2016'an de qeyûm tayînî wê hatibû kirin. Şaredariya ku ji aliyê qeyûm ve dihat rêvebirin piştî hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve ji qeyûm Safer Sag ku di heman demê de qeymeqamê navçeyê bû li gel bi milyonan deyn hat girtin.  Hevşaredara HDP’ê ya Hezexê Songul Erden di derbarê plan û projeyên xwe de axivî.


Songul, anî ziman ku gelê Hezexê di 31’ê Adarê de xwedî li vîna xwe derket û hêza xwe nîşan da.  Songulê di berdewamiyê de wiha got: “ Me şaredariya xwe bi dengê gel girt û em bi daxwaza gel hatin ser kar. Qayûmê ku hatibû tayînkirin heta niha ji bo gel tu xebatek nekiriye,  tenê rûniştiye û xwariye. Qayûmê ku tu kar û xebat ji gel re nekiriye  bi milyonan deyn jî li pişt xwe hiştiye. Lê em ji bo xebatê hatine û gelê me çi bixwaze em ê wê bikin. Gelê Hezexê di pêvajoyeke xirab re derbas bû lê tucarî serî netewand û astengî nas nekir. Heta ku ji destê me bê em ê ji gelê xwe re xizmetê bikin.”


‘Em dest bi pêkanîna plan û projeyên xwe dikin’


Songul, di berdewamiya axaftina xwe de got ku dema qayûm tayînê şaredariyê hatiye kirin gelek sazî hatine girtin û wiha bi lêv kir: “ Di serî de em ê saziyên me yên di bin banê şardariyê de ku ji aliyê qeyûm ve hatine girtin vekin û bikin xizmeta gel. Lê me xwest ku di serî de em saziyên di xizmeta çand û hunerê de vekin. Ji ber vê jî me xwest ku di destpêkê de em saziyên xwe yên çand û hunerê vekin. Di serdema têkoşîna xweseriyê de avahiya şaredariya me hatibû hilweşandin. Avahiya ku em niha tê de ne jî avahiya çand û hûnerê ye. Divê em êdî plan û projeyên xwe bidin destpêkirin û deyên ku qeyûm hiştine ji xwe re nekin hincet.”


Plan û projeyên Şaredariya Hezexê


Songul, di dirêjiya axaftina xwe de wiha behsa plan û projeyên şaredariyê kir: “Ciwanên me pêşeroja me ne. Ji ber vê jî xebatên me yên ji bo çand û hûnerê dest pê kirine, niha em amadekariyan dikin. Li Hezexê ji bo jinan tu sazî tune ne ku jin tê de bixebitin. Di nav projeyên me de ji bo jinan vekirina cihên kar û xebatê yên wekî dirûnxane, çandinî, mala jinê û hwd. hene. Her wiha li Hezexê bi taybetî jin dixebitin û hemû kar li ser milên jinan dimîne. Her wiha projeya me ya ji bo gundan jî heye. Ji gundan gelek welatî tên ji bo berheman ji xwe re bistînin. Me jî biryar da ku qesapxaneya şaredariyê hilweşînin û li şûna wê bazara gundan vebikin. Ev bazar dê xizmetê bide 95 gundên me.  Her wiha em ê ji bo gel parkekê jî ava bikin.”


Songul, di berdewamiya axafitina xwe de got ku kuçe û kolanên hezexê tev hatine hilweşandin, ew dixwazin ku tamîr bikin lê Qeymeqamê Hezexê Zafer Sag bi hinceta “ewlehiyê” nahêle ku ev vê xebata xwe bidin destpêkirin û ev tişt got: “Ji ber ku kolanên me hemû hatine xirapkirin me xwest ku bi kevirên parke tamîr bikin. Lê qeymeqam bi sedema ‘ewlehiyê’ nahêle ku em xebatên xwe bikin.  Lê em biryara qeymeqam nas nakin û em ê kolanên xwe çêbikin. Em dixwazin ku bajarê xwe ji nû ve ava bikin û gelê me çi bixwaze wê bikin. Ji xwe qayûm hemû deverên Hezexê beton kirine û tu cihek şînahî tune ye ku gel ji xwe re lê rûnê.”


‘Em astengiyan nas nakin’


Songul, di dawiya axaftina xwe de got ku astengî çi dibin bila bibin dê li gor daxwaziya gelê xwe xebatan bikin û wiha dawî li  axaftina xwe anî: “Me tu carî astengî nas nekirin û em ê ji vir û şûnde jî nas nekin.”
Editör: Haber Merkezi